Dayîkên Aştiyê: Heta cenazeyan radestî me nekin, çalakiya me ranaweste

Dayîkên Aştiyê yên ku hêzên PDK`ê rê neda wan derbasî Başûrê Kurdistanê bibin da ku daxwaza wergirtina cenazeyên şehîd Tolhildan û Serdem bikin û nameyekê radestî hikumeta herêmê bikin, hêrsa xwe nîşan da.

Dayîkên Aştiyê: Heta cenazeyan radestî me nekin, çalakiya me ranaweste
22 cotmeh, 2021   07:55
QAMIŞLO-ÎSBAM ABDULLAH

Duh 21 Dayîkên Aştiyê yên ji bajar û kantonên herêma Cizîrê berê xwe dabûn dergehê Fîş Xabûr ê Başûrê Kurdistanê da ku daxwaza radestkirina cenazeyên şehîd Tohildan û Serdem bikin. Herdu şehîd di Tebaxa borî di kemîna hêzên PDK`ê de şehîd bûbûn.

Piştî ku hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) rê neda dayîkan ku derbasî Başûr bibin, Dayîkên Aştiyê çalakî I dar xist. Ji wan dayîkan, dayîka bi navê Xerme Xelef a ji Tirbespiyê ji ajansa me re wiha axivî: “Em li vir daxwaza radestkirina cenazeyên şehîdan dikin. Lê belê hêzên PDK`ê rê nadin em derbas bibin. Em dixwazin derbasî Başûr bibin da ku cenazeyên şehîdan werbigirin.”

Dayîka Xerme wiha domand: “Hêzên PDK`ê dibêjin rayedarên ku hûn dixwazin wan bibînin, 4 roj in destûr birine.”

Xerme destnîşan kir ku heke Dayîkên Aştiyê ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibûna, wê bi gul ne bi çekan hatibana pêşwazîkirin û wiha domand: “Heta ku bersiva nameya me tê dayîn û cenaze radestî malbatên wan tên kirin, wê çalakiya me bidome.”

Dayîka Necah Gilo ku yek ji xwepêşandêrên li pêş dergehê Fîş Xabûr e, wiha got: “Ev cara duyemîn e ku PDK`ê rê nade em derbasî Başûrê Kurdistanê bibin. PDK`ê nameya me ya ku me dixwest radestî hikumeta herêmê bikin jî, qebûl nekir.”

Necah wiha domand: “PDK`ê bi çekan li pêşiya Dayîkên Aştiyê sekinî. Ew tenê rê dide kamyonan ku derbas bibin, bi wê dixwaze çalakiya me rawestînin. Ji ber wê me biryar da ku heta daxwazên me guhdarî bikin, emê çalakiya xwe dewam bikin.”

Necah diyar kir ku ew alîkariyê ji Başûrê Kurdistanê naxwazin, ew tenê cenazeyên şehîdên xwe dixwazin û got, “Em dizanin ku ew li cem wan in.”

Necah her wiha destnîşan kir ku ew ji bo pêkanîna edalet û mirovahiyê kar dikin û şerê nokeran dikin û wiha pê de çû: “Ew cenazeyan radestî malbatan nakin. Ji ber wê em ê çalakiya xwe ya protestoyî berdewam bikin û heta ku cenazeyan nedin, em çalakiya xwe ranawestînin.”

Necah di dawiyê de got: “Pir şerm e PDK`ê li hemberî Dayîkên Aştiyê çekan rake.”

PDK`ê di 11`ê Cotmehê de nehiştibû Dayîkên Aştiyê derbasî Başûrê Kurdistanê bibin.

(şx)

ANHA