Malbatên şehîdan: PDK`ê xiyanetê li xwîna şehîdan dike

Malbatên şehîdan ên bajarê Kobanê destnîşan kir ku PDK`ê xiyanetê li xwîna şehîdan dike û bang lê kir ku divê dev ji xeta xiyanetê berde.

Malbatên şehîdan: PDK`ê xiyanetê li xwîna şehîdan dike
22 cotmeh, 2021   07:21
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Dewleta Tirk a dagirker ji destpêkê salê ve êrişî Başûrê Kurdistanê dike û hewl dide qada dagirkiya xwe li Kurdistanê berfireh bike, her wiha di şexsê Tevgera Azadiya Kurdistanê dixwaze gelê Kurd têk bibe. Ji ber ku ev tevger ji tevahiya gelê Kurd re stratejiyeke.

Bi saya berxwedana gerîlayan hemû hewldanên dewleta Tirk a dagirker têkçûn, ji lew re PDK`ê tev li van êrişan kir. Gelek caran rayedarên PDK'ê îdia dikin ku ew li dijî şerê birakujiyê ye, lê kiryarên wê gotinên wan derew derdixînin.

Piştî dewleta Tirk êrişî herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê yê Herêmên Parastinê yê Medyayê kir, PDK`ê hêzên xwe li nuqteyên gerîlayan belav kirin û êrişî gerîlayên HPG`ê kirin. Êrişa herî dawî jî 27`ê Tebaxê bû ku di encamê de 5 gerîla gihaştin asta şehadetê û gerîlayek dîl hate girtin.

Gerîlayê bi navê Heqî Zîlan ê ku ji kemîna bê bext a ku hêzên PDK`ê li herêma Xelîfan ji 7 gerîlayan re danîbû, rizgar bû eşkere kir ku "Armanca vê kemînê tunekirina koma gerîlayan û şehîdxistina hevalan bû, bêyî ku wan dîl bigirin an jî çûna wan asteng bikin."

Têkildarî mijarê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Dicle Îbrahîm Muslim bi bîr xist ku dewleta Tirk bê navber êrişî gerîlayan dike û PDK`ê di van êrişan de hevkariya Tirkiyê dike, di encama êrişa dawî ya PDK`ê de 7 gerîla gihaştin asta şehadetê.

Dicle piştgiriya xwe bi çalakiya Meclisa Malbatên Şehîdan re ya li pêşiya dergeha Sêmalkayê anî ziman û got: "Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê bi daxwaza cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne ev çalakî li ber dergehê Sêmalkayê li dar xistine."

Dicle Muslim banga rawestandina xiyanetê û êrişên li dijî gelê Kurd kir û got: "Em ê heta kêliya dawî li dijî xiyanetê tê bikoşin."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Xelîl Ehmed da zanîn ku dewletên cîhanê yê hegemonîk fikirê Rêber Abdullah Ocalan hedef digirin û wiha dewam kir: "Lê nekarîn fikirê wî sînordar bikin, cîhan tevde li dijî azadiya gelê Kurd sekinî û îro jî PDK`ê li dijî doza Kurd û azadiya wî disekine."

Xelîl Ehmed ev li gotina xwe zêde kir: "PDK`ê ji şehîdên ku ji bo doza kurdî xwîna xwe dane, şerm nake û xiyanetê li xwîna şehîdan dike."

Xelîl Ehmed got, gerîla ji bo mafên mirovahiyê canê xwe feda dike û PDK`ê bi ajantî û hevkariya bi dewleta Tirk a faşîst re xiyanetê li mirovahiyê dike.

Xelîl Ehmed destnîşan kir ku PDK`ê berjewendiyên xwe yê kesayetî û malbatî dide meşandin û berjewendiyên gelê Kurd paşguh dike û wiha axaftina xwe domand: "Tu ferq û cudabûn di navbera kiryarên DAIŞ`ê û dewleta Tirk de tune ye. Kurd êrişî tu gelî nekiriye, lê di pêvajoya dîrokê de her tim bi êriş û qirkirinan re rû bi rû mane.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Cîhan Bozan jî axivî û piştgiriya xwe ya ji çalakiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê re destnîşan kir. Cîhan Bozan banga radestkirina cenazeyên gerîlan kir.

Di dawiyê de jî Cîhan Bozan bang li PDK`ê kir ku ji ser rêya xiyanetê vegere ji ber ku xizmeta dijminê gelê Kurd dike.

(eh)

ANHA