​​​​​​​Bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve, bû rojeve parlamentoya Îtalyayê

Parlamenterê îtalî Erasmo Palazato pêşniyarek têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî Kurdan, ji parlamentoyê re pêşkêş kir.

​​​​​​​Bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve, bû rojeve parlamentoya Îtalyayê
22 cotmeh, 2021   06:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamenterê îtalî Erasmo Palazato li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê artêşa dewleta Tirk ve li dijî gerîla, dosyayek ji parlamentoyê re pêşkêş kir. Her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk bi zanebûn lihevkirinên navneteweyî binpê dike.

Erasmo Palazato bal kişand ser sûcên şer ên ku dewleta Tirk di salên 1990`î te kirine û got dewleta Tirk gelek kes kuştin û gelek gund şewitandin, her wiha Efrîn û Serêkaniyê dagir kirin û çekên kîmyewî mîna fosfora spî li dijî Rojava bi kar anîn.

Erasmo Palazato bi bîr xist ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê ji 23`yê Nîsana 2021`an ve berdewam in û li dijî Metîna, Zê û Avaşînê çekên kîmyewî bi kar tîne.

Her wiha Erasmo Palazato got hikumeta Tirk bi zanebûn lihevkirinên navneteweyî binpê dike.

(şx)