Aram Hena: Reqa bi hevgirtina gelê me rizgar bû

Aram Hena da zanîn ku bi saya hevgirtina pêkhate û gelên herêmê Reqa hat rizgarkirin ku DAIŞ’ê ew wekî keleha xwe dihesiband. Li gorî Aram Hena, Tirkiye dixwaze herêmên dagirkeriya xwe berfireh bike û teqez kir ku ew ê mafê parastina rewa bi kar bînin.

Aram Hena: Reqa bi hevgirtina gelê me rizgar bû
22 cotmeh, 2021   06:59
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Têkildarî salvegera rizgarkirina Reqayê û avakirina QSD’ê û rola wê di Sûriya pêşerojê de, her wiha gefên dewleta Tirk ên êrişkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê, berdevkê QSD’ê Aram Hena beşdarî bernameyeke taybet a ANHA`yê bû.

RIZGARKIRINA REQA

Aram Hena di destpêka axaftina xwe de behsa salvegera rizgarkirina Reqayê kir û wiha got: "Di van rojan de em salvegera 4’emîn a rizgarkirina Reqayê ji terora ku gendelî û wêrankirin di bajêr de pêk aniye, pêşwazî dikin. Reqa bajarekî navdar e û DAIŞ ew yek ji baregehên xwe yên sereke yan jî keleha xurt dihesiband. Lê bi saya QSD’ê, fedekariyên hatine dayîn û xwesteka me ya rizgarkirina gel ji vê rêxistinê me bi saya keda komên xwe yên leşkerî û sazûmaniyên leşkerî yên QSD’ê operasyoneke berfireh ji bo rizgarkirina Reqa û gundewarên wê heta bi Tebqayê da destpêkirin."

AVAKIRINA QSD

Têkildarî salvegera avakirina QSD’ê jî, Aram Hena wiha got: "Di rastiyê de, me di qonaxa beriya avakirina QSD’ê de li hember terorê bi awayekî koman li ber xwe da. Gelê herêmê komên leşkerî ku gel û ewlehiya wê ji terorê biparêzin, ava kirin. Li ser vê yekê û bi rêya xebata me ya di çarçoveya YPG û YPJ’ê û Meclisa Leşkerî ya Suryanî û gelek komên din wekî Senadîd, Ceyş Siwar, Lîwa El-Şemal El-Demoqratî û gelek sazûmaniyên leşkerî, me pêdivî pê dît ku em hebûneke leşkerî di bin yek banî, yek nav û yek armancê ew jî parastina herêmê ji terorê, ava bikin.

ASTENGIYÊN LI PÊŞ MAYÎNDEKIRINA ÎSTIQRARÊ

Têkildarî astengiyên li pêş mayîndekirina îstiqrarê, Hena wiha got: "Di rastiyê de ji destpêka şerê me yê li dijî terorê ve gefên li dijî me û li dijî herêmê berdewam in. Me dît ku dewletên herêmî yekser piştevaniya rêxistina terorîst dikirin û me ev yek jî di berxwedana Serêkaniyê ya 2012’yan de dît, piştre di berxwedana Kobanê ya 2014’an de dît. Wê demê terorîstan sînorên dewleta Tirk bi awayekî serbestî bi kar dianîn û piştevanî jê werdigirtin."

Hena wiha lê zêde kir: "Bê guman dema operasyona me ya leşkerî li Baxozê dest pê kir, gefên dewleta Tirk a dagirker ketin pratîkê û bajarê Efrînê dagir kir. Piştre êrişeke din dest pê kir û bi rêya wê Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Ji ber wê ev yek li pêş me bû astang ji ber ku herêmên hatine dagirkirin ji terorîstan re cihên guncaw in ku sûcên xwe lê pêk bînin."

Hena ev tişt got: "Em girtîgehên ku gelek endamên DAIŞ’ê tê de ne û ji zêdetirî 80 dewletên cîhanê ne, diparêzin û heta niha tu tevgereke berbiçav li ser rewşa wan tune ye. Em bang li hêzên herêmê dikin ku van kesan li herêmên me darizînin, ji ber delîl û belgeyên ku sûc li dijî gelê me kirine, li gel me ne. Astengiyên ku em azarên wan dikişînin pir in, lê vîna me heye ku van derbas bikin û bigihînin armancên xwe."

‛EM BI CIDÎ LI HEWLDANÊN DEWLETA TIRK ÊN FIREHKIRINA DAGIRKERIYA XWE DINÊRIN’

Li ser gefên dewleta Tirk Aram Hena wiha got: "Bê guman gefên dewleta Tirk berê hebûn û hîna jî li dijî herêmên me berdewam in, ji ber ku dagirkeriyê alîkariya rêxistina terorê kir ku ji nû ve xwe çalak û bi hêz bike. Me behsa gelek nîşaneyan kir, em îro jî bi cidî li hewldanên dagirkeriyê ya dagirkirina herêmên din dinêrin. Ev mijar ne veşartî ne û li ser me û gelê me jî ne nû ne. Ji ber ku dagirkerî tenê çîneke diyar hedef nagire, lê belê ew tevahî gelên herêmê hedef digire."

Hena wiha domand: "Em ê bi vîna avakirina QSD’ê û rihê rizgarkirina Reqa, berxwedana Kobanê û bi hemû ked û hêza xwe herêmên dagirkirî rizgar bikin da ku şêniyên wê yên resen vegerin."

DAGIRKER TOLÊ JI KOBANÊ HILTÎNIN`

Têkildarî hedefgirtina bajarê Kobanê ya bi balafirên bêmirov Aram Hena got: "Bê guman Kobanê ji bo gel û hêzên me semboleke mezin e, ji ber ku paytexta berxwedanê bû û destpêk û dawîlêanîna rêxistinê DAIŞ`ê bû. Kobanê kevirê bingehîn ê ragihandina serkeftina li dijî DAIŞ`ê ya li Baxozê bû û ev taybetmendiyeke girîng dide wê, ji ber vê yekê dagirker rasterast wê hedef digire, lê em baş dizanin ku gelê bajarê Kobanê û tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê rihê berxwedana ku ber bi serkeftinê ve diçe, temam bike û hemû herêmên dagirkirî rizgar bike."

`PLANSAZIYEKE XETER YA DAGIRKERIYA TIRK HEYE`

Derbarê bikaranîna dagirkeriya Tirk a ji balafirên bêmirov re Hena wiha got: "Dewleta Tirk gelek rêbazên leşkerî bi kar tîne, ji wan ên ku dikevin çarçoveya şerê taybet e. Di heman demê de dê hemû rêbazan bi kar bîne, ji ber ku texmîn dike ku ew ê bi van êrişan bikaribe vîn û giraniya me bişkîne, ya girîng ne rêbaz in, lê naskirina xeteriya planên ku Tirkiyê li herêmê plan dike ku dixwaze gelê herêmê koçber bike û li herêmên dagirkirî demografiya herêmê biguhere. Ev e ya ku em bi bi tu awayî qebûl nakin." 

`ÊRIŞ ENCAMÊN XETER BI XWE RE TÎNE Û AMERÎKA Û RÛSYA DIXWAZIN PARASTINA HERÊMÊN BÊÇEK BIKIN`

 

Berdevkê QSD`ê îşaret bi helwesta navneteweyî ya li hemberî êrişên Tirkiyê kir û ev tişt anî ziman: "Bi rêya şandeyên dîplomatîk yên Rêvberberiya Xweser ku serdana Washinogtinê û Moskowê kirin em fêm kir ku her du alî dixwazin parastina "herêmên bêçek" û rewşa heyî bikin, lê di pratîkê de tu tiştekî berbiçav tune ye ku sûcên li dijî herêmên me rawestînin û êrişên ku rasterast gelên me hedef digirin, bisekinînin, ji ber ku ev êriş bingeheke erênî ji zindîkirina kiryarên terorîstan ên li herêmên me ava dike, da ku şaneyên veşartî careke din çalaktir bibin."

Hena ev li gotina xwe zêde kir: "Wekî ku me got terorîst herêmên dagirkirî bêyî çavdêrî û bê hesab bi kar tînin. Ger êrişeke dagirkeriya Tirk li ser herêmê çêbibe dê karesatan bi xwe re bîne, lê em weke QSD`ê jî em ê di çarçoveya parastina rewa de li ber xwe bidin."

`ARMANCÊN QSD`Ê YÊN DI QONAXÊN BÊ DE`

Têkildarî plansaziyên QSD`ê yên derbarê qonaxên bê de Hena ev agahî dan: "Em girîngiyê didin 3 mijaran, a yekemîn; têkoşîna li dijî terorê û şopandina şaneyên DAIŞ`ê ye ku ev jî bi rêya operasyonên hevbeş ên bi hêzên Koalîsyona navneteweyî re pêk tê, duyemîn; em bi hemû derfet û xebatên dîplomatîk hewldana rizgarkirina herêmên dagirkirî dikin da ku şêniyên wan ên resen ku ji ber dagirkeriyê koçber bûn, vegerînin. A sêyemîn jî piştgiriya me ya ji geşkirina civakî, ji nû ve avakirin û pêkanîna istîqrar û ewlehiya li herêmên ku me rizgar kirine."

‛QSD’Ê DENDIKA ARTÊŞA SÛRIYA PÊŞEROJÊ YE KU TAYBETMENDIYÊN XWE Û BERJEWENDIYÊN GELÊ XWE MISOGER DIKE’

Li ser rola QSD’ê di pêşeroja Sûriyê de Aram Hena wiha got: "QSD’ê dendika artêşa Sûriyê ya nû ye ku bi yekitiya Sûriyê, hêza wê û parastina wê ji tevahî xeteriyan, bawer dike. Em îro wek sûrî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, lê xema me ewlehiya tevahî erdnîgariya Sûriyê ye. Em îro bi welatpêrêziya xwe serbilind in û wê yekê hişt em şerê terorê bikin û bi serkevin. Em aliyê yekane li Sûriyê ne ku li dijî dagirkeriyê li ber xwe da û me gelek qurbanî di çarçoveya dûrxistian dagirkeriyê ji herêmê, dan."

Aram Hena wiha dawî li gotina xwe anî: "Normal e ku em bibin parçeyek ji çareseriya doza Sûriyê ku tê de berjewendiyên gelê me û hêzên me hebin û taybetmendiyên me werin parastin. Me di gelek boneyan de ragihand ku em ji bo diyalog û çareseriyê bi hemû aliyan re amade ne, lê divê mafên gelê me û parastina destkeftiyên me werin parastin."

(fr-eh)

ANHA