‛Fedekariyên ciwanên Rojava bi naskirina Rêveberiya Xweser tacîdar bû'

Rojnameger Emîne Hisên got, fedekariyên ciwanên Rojavê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biryara Parlamentoya Kataloyayê ya naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tacîdar bû. Emîne got, dibe ku Parlamentoya Basque jî gaveke mîna vê biavêje.

‛Fedekariyên ciwanên Rojava bi naskirina Rêveberiya Xweser tacîdar bû'
22 cotmeh, 2021   06:07
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Parlamentoya Katalonyayê çarşema borî bi piraniya dengan Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek statuyeke siyasî nas kir. Rêveberiya Xweser ev yek bi pêşketineke girîng wesif kir ku duristbûna proje û metoda Rêveberiya Xweser piştrast dike. Parlamantoya Katalonya ya yekemîn e ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas dike.

Rojnamegera Kurd Emîne Hisên ku karê rojnamegeriyê li Katalonyayê dike û bûbû şahidê kêliya ku parlamentoya Katalonyayê Rêveberiya Xweser wek statuyeke siyasî nas kir, ji ajansa me re kêfxweşiya xwe li ser vê gavê anî ziman. Emîn Hisên wiha got: "Ev naskirin, encama fedekariyên keç û xortên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû."

‛3 PARTIYAN REŞNIVÎSA BIRYARA NASKIRINÊ PÊŞKÊŞ KIR’

Emîne Hisên da zanîn ku Parlamentoya Katalonyayê ji 8 partiyên sereke pêk tê û hejmara endamên parlamentoyê 135 parlamenterên ji 4 parêzgehên Katalonyayê ne. Lê 3 partiyên sereke yên parlamentoyê di salvegera 9’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê de biryara reşnivîsa naskirina Rêveberiya Xweser pêşkêş kiribû.

Her sê partiyên ku reşnivîsa biryara naskirina Rêveberiya Xweser pêşkêş kir ev in; Partiya Çep a Komarî (ERC), Popular Candidacy for Unity (CUP), Together for Catalonia (Junts). Hejmara kursiyên wan di parlamentoyê de 74 e. Her wiha partiyeke 4’emîn; (En comú Podem) piştevaniya biryara wan kir ku 6 kursiyên wan hene.

BIRYAR JI 4 BENDAN PÊK TÊ

Emîne Hisên eşkere kir ku reşnivîsa ku 3 partiyên siyasî amade kiriye û pêşkêşî parlamantoyê kiriye, piştî gelek serdanên nûnerên wan û nûnerên şaredariya Barcelona ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re pêk hat û wiha got: "Şandeyên ku serdana tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav de kampên koçber û penaberan kiriye ji nêz ve rewşa herêmê û asta pêdiviya wan bi alîkariyan û jinûve avakirinê nas kir."

Emîne Hisên diyar kir ku şandeyên Katalonyayê ku serdana Rojava kirine, lêkolîn li ser rewşa herêmê çêkirin û jê biryara ji parlamantoyê re hatiye pêşkêşkirin, derket. Armanca sereke ji wê naskirinê, avakirina têkiliyan bi Rojava, Rêveberiya Xweser re û gihandina alîkariyan bi rêbazên fermî ji herêmê re ye.

Li ser kêfxweşiya gelê Katalonyayê ji ber vê biryarê, Emîne Hisên ev tişt got: "Gelê Katalonyayê kêfxweşiya xwe ji ber biryara Parlamantoya Katalonyayê anî ziman. Ev biryar di çapemeniya hikumet û herêmî ya Katalonyayê de bû rojev û nûçe di weşanên dîtbar û nivîskî de ya sereke bû. Gelek siyasetmedar û parlameteran li ser hesabên xwe yên medya dijîtal de serkeftin ji Rêveberiya Xweser re xwest û gotin divê têkiliyên bi Rêveberiya Xweser bi awayekî mezin pêş kevin û divê êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser rawestin."

Di biryara naskirina Rêveberiya Xweser de 4 bend hene, têkildarî vê yekê Emîne Hisên got: "Benda yekemîn, naskirina Rêveberiya Xweser wek statuyeke siyasî ye û 80 parlamenteran li ser vê bendê erê kir. Benda duyemîn jî ya avakirina têkiliyên aborî bi Rêveberiya Xweser re û naskirina wê weke pergaleke siyasî (konfederalîzma demokratîk) deng hat dayîn. Benda sêyemîn jî, piştevaniya Rêveberiya Xweser di xebata jinûve avakirinê û pêşkêşkirina alîkariyê ji koçber û penaberên di kampên Rêveberiya Xweser de ye û 111 parlamenteran li ser erê kir. Benda çaremîn jî bang li hikumeta Katalonya hat kirin ku bi awayekî lezgîn bendên biryarê pêk bîne û li ser vê jî 110 parlamenteran erê kir."

Emîn Hisên ev tişt anî ziman: "Em dikarin bêjin ku Parlamentoya Katalonyayê bi giştî biryara naskirina Rêveberiya Xweser erê kir. Piştî ku Parlamantoya Katalonyayê ragihand ku wê Rêveberiya Xweser nas kir, têkilî bi gelek kesayetên herêma Basque re danîne ku ew jî niha hewldana bidestxistina serxwebûnê dike û ji wan xwest ku mîna vê gavê bavêjin."

Rojnamevan Emîne Hisên destnîşan kir ku beriya civîna Parlamantoya Katalonyayê ya ji bo dengdayîna li ser reşnivîsa biryara naskirina Rêveberiya Xweser, dewleta Tirk a dagirker êrişî Kobanê kir û ev tişt lê zêde kir: "Di heman demê de ez bi seroka parlamantoyê re civiyam û min hûrgiliyên êrişî jê re parve kirin. Dema rûniştina parlamantoyê dest pê kir serokê parlamantoya Kataloyayê got; Em li vir civiyane da ku qehrematiyên ku Rojava bi rêya Rêveberiya Xweser pêk anîne pîroz bikin, lê dewleta Tirk a dagirker êrişî wê herêmê dike."

Emîne Hisên got: "Seroka paralmantoyê got di vê kêliyê de dewleta Tirk êrişî bajarê ku ji tevahî cîhanê re bûye sembola dike. Bajarê ku şerê terorê kiriye nihat rastî êrişan tê."

(fr)

ANHA