Piştî du salan ji agirbestê..QSD`ê pabendî peymanê ye, Tirkiyê jî binpê dike

Daneyên li ser erdê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan dikin ku dewleta Tirk a dagirker dê “peymana agirbestê” ya beriya du salan bi navbeynkariya Rûsyayê pêk aniye, binpê bike û êrişeke leşkerî ya berfireh bide destpêkirin.

Piştî du salan ji agirbestê..QSD`ê pabendî peymanê ye, Tirkiyê jî binpê dike
21 cotmeh, 2021   23:48
NAVENDA NÛÇEYAN-ZANA SEDYÎ

Li gel dijminahiya domdar a dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, sûcên şer û koçberkirina sivîlan bi darê zorê ji şûnwarên wan li pêş çavên dewlata Rûsya ku beriya du salan wek dewlata garantor hat destnîşnkirin berdewame. Êdî têgeha “agirbestê” hatiye ji bîrkirin.

Li gorî lihevkirina 22`yê Cotmeha 2019`an ya piştî dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk a dagiker ve, di navbera serokê Rûsyayê Valdimîr Pûtîn û serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan de pêk hatine, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji xeta sînor bi kûrahiya 32 km paş de vekişiya da ku rê li bihaneyên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina herêmên nû ên sînorî bigire.

Ruxmî ku Rûsya garantiya peymana agirbestê ya tevî dagirkeriya Tirk li cografiya ji herêma Cizîrê heta herêma Firat, Minbic û kantona Şehbayê jî kir, lê belê hîna jî Rûsya li hemberî sûcên hov ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên yên li dijî sivîlan bêdeng e.

DAGIRKERIYA TIRK Û KOMÊN ÇETE ÊRIŞÊN XWE ZÊDETIR KIRINE

Li gorî çavkaniyên leşkerî yên QSD`ê, di 2 salan de li herêmên li ser rêya M4 dewleta Tirk a dagirker ji baregehên xwe 450 êrişên bi çekên giran pêk anîne. Komên alîgirên wê jî 90 caran hewldanên dagirkirina herêmê pêk anîne. Lê hemû êriş û hewldanên dagirkeriya Tirk û komên çeteyan bi bin ketin û gelek windahiyên wan çêbûn.

Li gorî ku nûçegihanên me di 2 salan de belge kirine 48 gundên navçeyên Til Temir, Eyn Îsa, herêmên Şehba û Minbicê bi top û moşekan hatine topbarankirin. Her wiha di vê dawiyê de jî dewleta Tirk bombeyên mîsket bi kar anîn.

Di 9 mehan de dewleta Tirk a dagirker 12 baregehên din li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî ava kirin. Bi vê yekê hejmara baregehên wê yên li rex rêya M4 û derdora bajarokên Til Temir û Eyn Îsayê gihaşt 20`an.

Hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker, hêzên Rûsyayê ji herêmê vedikişîn û hin caran baregehên xwe yên li herêmên ku tên hedefgirtin vala dikirin.

Erdogan di 11`ê Cotmehê de li Enqereyê di civîneke çapemeniyê de gefa êrişkirina herêmên ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwar.

LIHEVKIRIN ÇAWA PÊK HAT?

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd li ser hin xalên girîng ên têkildarî “agirbestê” ji ajansa me re axivî.

Çiya Kurd wiha daxuyand: “Beriya lihevkirina Rûsya-Tirkiyê di 17`ê Cotmehê de lihevkirinek di navbera Enqere û Washingtonê de çêbû. Piştî êrişa bi dagirkirina cografya di navbera herêmên Firat û Cizîrê de ya bi erêkirina Amerîkayê pêk hat, Trump wê demê ji dewleta Tirk xwest ku heta sînorên jê re hatine diyarkirin bisekine. Anku ji herêma di navbera Serêkaniyê û Girê Spî de bi kûrahiya 30 km li hundir xaka Sûriyê raweste. Lê dewleta Tirk hewl dide herêma di navbera herêmên Cizîr û Firatê de dagir bike.”

Çiya Kurd di dewama axaftina xwe de ev nirxandin kir: “Vekişîna DYA`yê ji herêmên Minbic, Reqa û Kobanê bi koordîneya bi Rûsyayê re pêk hat. Ji lew ra, lihevkirina di navbera Erdogan û Pûtîn de girêdayî koordîneya bi hev re li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Ti lihevkirin di navbera Rêveberiya Xweser û Tirkiyê de qet tune ne.”

Ruxmî ku Rûsyayê hinek helwestên şermûk nîşanî kiriyarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê da jî, lê xuya ye hewldanên dewleta Tirk di çarçoveya derxistina rewşa tevlîheviyê û neîstiqrarê li gel êrişên wê yên domdar de pêk tê.

ÊRIŞÊN DOMDAR ÊN DEWLETA TIRK DERFETÊ DIDE VEJANDINA DAIŞ`Ê

Têkildarî helwesta hêzên garantor jî, Bedran Çiya Kurd ev tişt anîn ziman: “Bêdengiya wan ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ji bo wan dewletan pirsgirêk e. Wan dewletan bi dewleta Tirk re li ser peymana agirbestê li hev kir. Ev jî tê wateya binpêkirina bendên peymanê. Divê hêzên garantor, atkîvtir bin, helwestên cidî li hemberî kiryarên dewleta Tirk nîşan bidin. Bêdengiya wan, rê dide dewleta Tirk sûcên din li dijî sivîlan pêk bîne.”

Li ser bandora êrişên dewleta Tirk li ser xebatên tunekirina DAIŞ`ê, li gorî Bedran Çiya Kurd ev êriş derfetê didin vejandina DAIŞ`ê. Çiya Kurd wiha domand: “Ev yek gefê li ewlehiya herêmê dixwe û bandor li çareserkirina siyasî ya aloziya Sûriyê dike. Dewleta Tirk dibe asteng û hewldanên civata navneteweyî yên ji bo tunekirina DAIŞ`ê li herêmê qels dike.

Ji ber êirşên rojane, hejmarên mezin ên welatiyên Sûriyê ber bi dewletên Ewropayê ve koçber dibin. Ev yek jî li ser astên navneteweyî û herêmî aloziyê çêdike.”

HELWESTÊN HIKUMETA ŞAMÊ YÊN LI DIJÎ ALIYAN, GELEK SEDEMÊN WÊ HENE

Ajansa me di dirêjahiya 2 salan de, bi dehan topbaran û êrişên dewleta Tirk ên li dijî baregehên hikumeta Şamê belge kirin ku di encamê de gelek leşkerên hikumetê hatin kuştin û birîndar bûn. Ruxmî wê jî hêzên hikumeta Şamê bersiva jêderên êrişan nedan.

Bedran Çiya Kurd got ku, “Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, hikumeta Şamê nikare gavekê bavêje. Divê hêzên navneteweyî yên li Sûriyê, di vî warî de roleke erênîtir bilîzin. Helwestên li gorî berpirasyariyên xwe nîşan bidin.”

Derbarê xîtaba hikumeta Şamê ya hişk li dijî dewleta Tirk, Bedran Çiya Kurd got ev nirxandin kir, “Li gel ku Rûsya û Amerîka li ser gelek dosyayên bi nakok yên têkildarî aloziya Sûriyê li hev kirine jî, lê diyar e nêrîneke hevbeş û çareserî ji bo hin dozan heye. Her wiha Moskov û Washingtonê rol li hev dabeş kirine. Bi taybet niha siyaseta Washingtonê li hemberî hikumeta Şamê ji her demê bêtir nermtir bûye.

Bedran balkişand ser têkiliyên Şamê û welatên ereban û ev nirxandin kir, “Ji aliyekî din ve, têkiliyên welatên Ereban bi hikumeta Şamê re hene. Van tevgeran bandor li helwesta hikumeta Şamê kir ku êdî pê dihese ku ji nûve bi hêz dibe û dê hewl bide serweriya xwe li ser tevahiya erdnîgariya Sûriyê ferz bike. Peyamên ji Şamê derdikevin diyar dikin ku ew bang li hemû dewletan dike ku ji Sûriyê vekişin. Bêguman ev xîtab ji Rêveberiya Xweser re ye jî.”

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd bang li hikumeta Şamê kir ku helwest û hişmendiya xwe ya heyî biguherîne. Li gorî rewşa heyî nêzî aloziyê bibe, diyalogê û hevgirtina Sûrî-Sûrî xurt bike da ku dagirkeriya li ser welêt bi dawî bibe.

RÛSYA DI HELWESTEN XWE DE NE ZELAL E

Endama Fermandariya Giştî ya QSD`ê Newroz Ehmed di salvegera duyamîn a dagirkirina Serêkaniyê û Girî Spî de ji ajansa me re axivîbû û gotibû ku, “Gengez e ku lihevkirinên veşartî di navbera Rûsya û dewleta Tirk de hebin. Rûsya dikare êrişên rojane yên li dijî herêmên me û komkujiyên li dijî sivîlan rawestîne.”

Newroz her wiha diyar kiribû ku Rûsya wek hêzeke garantor li herêmê ye lê helwesta wê ne zelal e. Ji vê yekê diyar dibe ku armancên wê ji vê bêdengiyê hene.

Newroz wiha axivî bû, “Hêzên me mecbûr in parastinê bikin û bersiva êrişên dewleta Tirk a dagirke bidin. Li gel helwesta Rûsyayê ya ne zelal, bêdengiya DYA û dewletên Koalîsyona Navneteweyî ewlehî li herêmê çênabe.”

KOÇBERIYA BI DARÊ ZORÊ

Li Soçiyê di 1`ê Cotmeha 2019`an de civînek di navbera Erdogan û Pûtîn de têkildarî agirbestê li dar ket. Di wê civînê de Erdogan got li Tirkiyê di nav de 350 hezar ji wan Kurd bi giştî 3 milyon û 650 hezar penaberên Sûrî hene. Û diyar kir ku ew ê vegera penaberan hêsan bike.

Li gorî daneyan, dema dewleta Tirk a dagirker herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, derdora 600 hezar şêniyên resen bi darê zorê hatin koçberkirin.

Her wiha ji ber êrişan û piştî wêrankirina 12 gundên li nêzî rêya M4 ya kantona Girê Spî ya bakurê Sûriyê, şêniyên wan gundan koçber bûn, di nav de jin û zarok jî 30 sivîlan û jiyana xwe ji dest da. Herî dawî komkujiyên gundên Dibis û Sefawiyê pêk hatin.

ÊRIŞÊN BI DRONAN

Tevgerên provokatîv ên dewleta Tirk sînordar neman. Lê belê hemwextî meşandina dewriyeyan gelek caran malên sivîlan, navendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dronan hatin hedefgirtin.

Di encama bombebarankirina gundê Helincê yê nêzî Kobanê di 23`yê Hezîrana 2020`an de 3 jinên Kurd şehîd bûn. Beriya wê bi çend hefteyan jî Navenda Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li Kobanê rastî êrişekê ji aliyê dronên dewleta Tirk ve hat.

Her wiha ji ber mîna wan êrişan li bajarê Dirbêsiyê yê herêma Cizîrê di Tîrmeha 2020`an de 6 kes di nav de 3 leşkerên Rûs birîndar bûn. Piştî çend hefteyan dronên dewleta Tirk gundê Mezrî yê nêzî Dêrikê bombebaran kir, di encamê de 2 sivîl hatin şehîd xistin.

Di meha Tebaxê de dema ku dewleta Tirk dronên bombebarkirî li dijî sivîlan li Şehbayê bi kar dianîn, dronên wê li dijî Til Temir, rêya Elî Fero ya di navbera Qamişlo û M4 de, êriş pêk anî.

Dema ku me ev dosya ya derbarê êrîşên dewleta Tirk de amade dikir, di 20’ê cotmehê de careke din dewleta Tirk a dagirker erebeya hevserokê Meclisa Edaleta Civakî ya Rêveberiya Xweser a Kobanê Bekir Ceradê bi balefireke bêmirov hedefgirt. Di encamê de 2 karmendên rêveberiyê şehîd bûn, Bekir Ceradê û hejmareke sivîlên din jî birîndar bûn.

DEWLETA TIRK Û ŞERÊ AVÊ YÊ LI DIJÎ HERÊMÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

Dewleta Tirk ne tenê di aliyê leşkerî de êrişî herêmê dike, lê belê bi rêya avê jî dixwaze herêmê tengav bike û teslîm werbigire. Ruxmî îdiayên Rûsyayê ku hewl dide vê pirsgirêkê çareser bike, lê dewleta Tirk kiryarên xwe yên hovane li dijî şêniyên herêmê didomîne.

Qutbûna ava stasyona Elokê ku komên çeteyên dewleta Tirk ew dagir kir, derdora milyonek şênî li Hesekê bê av hişt û di demsala havînê de bû sedema rûdana karesateke mirovî.

Li rex wê jî dewleta Tirk rêjeya ava çemê Firatê ku diherike Sûriyê kêm dike. Di 9 mehan de ava çemê Firatê bi awayekî mezin kêm bû û bandor li peydakirina ava vexwarinê ji şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Her wiha dayîna saetên kehrebeyê û heta hilberîna zeviyan ên bi dirêjahiya 500 km li qiraxên çemê Firatê kêm kir.

Di Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku 27-28`ê Îlonê li dar ketiye, 100 rêxistinên mirovî û hiqûqî yên navneteweyî û herêmî yên têkildarî hawîrdorê, siyasetên dewleta Tirk û bikaranîna avê wek çekekî li dijî xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Sûriyê û Iraqê bi giştî şermezar kirin. Her wiha piştrast kirin ku dê doz li dijî Tirkiyê vekin ji ber ku qanûnên navneteweyî binpê dike.

(şx)

ANHA