Hêzên ewlekariyê toreyeke dizî û gendeliyê girt

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê toreyek ji 7 kesan ku dizî, gendelî, karê wergirtina bertîlan û sextekirina belgeyan dikirin girtin.

Hêzên ewlekariyê toreyeke dizî û gendeliyê girt
21 cotmeh, 2021   17:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkoşîna li dijî dizî û gendeliyê dewam dike. Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê toreyek ji 7 kesan ku karên derveyî qanûn û exlaqê dikirin girtin.

Serokê vê toreyê M.M.İ.C yê û endamên wî; D.I.C, X.H.H, M.A.H, Z.R.M, F.M.K û E.M.A.I e. Ev tore dizî, gendelî, girtina bertîl û sextekirina belgeyan dikirin.

Tore bi bi van kiryaran ziyaneke mezin a madî li saziyên QSD'ê kirine. Digel xisara madî, gelek zirarên exlaqî jî li ser bingeha bêçalakirina saziyên QSD'ê û  dûrxistina gel ji van saziyan dane.

Ev kes beriya du rojan ji hêla dadgehê ve hatin cezakirin. M.M.I.C 8 sal, D.I.C 4 sal, X.H.H 4 sal, M.A.H 2 sal, Z.R.M, 3 sal, F.M.K 1 sal, E.M.A.I jî 4 sal cezayê girtîgehê li wan hate birîn.

ANHA