​​​​​​​Saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga hesabxwestina ji dewleta Tirk kir

Saziyên sivîl û hiqûqî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcê ku duh dewleta Tirk li Kobanê li dijî sivîlan pêk anî û di encama wê de 2 kes şehîd bûn û 3 jî kes birîndar bûn, şermezar kir.

​​​​​​​Saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga hesabxwestina ji dewleta Tirk kir
​​​​​​​Saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga hesabxwestina ji dewleta Tirk kir
​​​​​​​Saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga hesabxwestina ji dewleta Tirk kir
​​​​​​​Saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga hesabxwestina ji dewleta Tirk kir
​​​​​​​Saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga hesabxwestina ji dewleta Tirk kir
​​​​​​​Saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga hesabxwestina ji dewleta Tirk kir
21 cotmeh, 2021   13:08
NAVENDA NÛÇEYAN

MINBIC

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PaImBUy-2Jc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li Minbicê Kombûna Jinên Zenûbiya bi daxuyaniyekê sûcê ku dewleta Tirk li dijî endamên saziyên sivîl û herêmên sivîlan, şermezar kir û îşaret pê kir ku divê hesab ji dewleta Tirk were xwestin.

Daxuyanî li pêşiya Mala Jinan a bajarê Minbicê hate dayîn û ji aliyê berdevka Kombûna Jinên Zenûbiya Nesrîn El-Elî ve hate xwendin. Bi dehan jin tev li dayîna daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de hate piştrastkirin ku dewleta Tirk her tiştên girêdayî mirovahiyê winda kiriye ji ber wê jî kirinên derexlaqî di demên demên dawî de li dijî gelên herêmê zêde kiriye.

QAMIŞLO

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-du7Y34xvH8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Meclisa Edaleta Civakî û Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê jî di vê derbarê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hedefgirtina dewleta Tirk ji saziyên sivîl re sûcekî şer e.

Daxuyanî li pêşiya Meclisa Edaleta Civakî ya kantona Qamişlo hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê hevserokê meclisê ve Refîq Ceîl û Hevseroka Yekitiya Parêzerên Herêma Cizîrê Xedîce Îbrahîm ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, hedefgirtina dewleta Tirk ji saziyên sivîl re sûcekî şer e û li gorî pîvan û qanûnên nanveteweyî hesab li ser vê yekê tê xwestin.

Her wiha hate piştrastkirin ku ev karekî terorî ye ku ji aliyê dewleta Tirk ve pêk hatiye û armanca wê ewe ku aramiya herêmê xira bike, rêxistina DAIŞ`ê û hemû rêxistinên terorîst çalak bike û mînaka wê jî hedefgirtina saziyên edaletê ku endamên rêxistina DAIŞ`ê û hemû endamên rêxistinên terorîst di wir de têne darizandin.

ŞEHBA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/t-oFLY51uMk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Meclisa Edaleta Civakî ya Efrînê jî bêdengiya herêmî û navneteweyî ya li hember sûcên hikumeta AKP'ê ya li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne, şermezar kir.

Daxuyanî li ber avahiya meclisê li gundê Til Sûsin a Şehbayê bi amadebûna hejmarek parêzer, dadwer û hiqûqnasan hat dayîn. Endama Meclisa Edaleta Civakî Evîn Hac Hemo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de bang li hikumeta Sûriyê hat kirin ku li gorî qanûnên navneteweyî erka xwe bi kar bîne û li dijî hikumeta Erdogan li dadgeh û saziyên navneteweyî doz veke.

TEBQA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6C1-w5THr80" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Daxuyaniya Dîwana Edaleta Civakî li Tebqayê jî ji hêla hevserokê wê Mûtez El-Sûdan ve hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Ev êriş hemwextî salvegera duyemîn a dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî pêk hat. Ev êrîş li ser lîsteya binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî herêmên ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û sûcên şer ên li dijî mirovahiyê pêk tînê, zêde dibe. Her wiha ev êriş hemwextî pîrozbahiyên gelê me yên salvegera çaremîn a rizgarkirina bajarê Reqayê ye."

REQA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9AjuPJauwZ4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Piştî şermezarkirina sûcên dewleta Tirk ên li dijî sivîlên li Kobanê, daxuyaniya Meclisa Edaleta Civakî li Reqayê ji aliyê berdevkê wê Mûsa El-Îbrahîm ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Doza me dozeke edaletê ye, parastina axa me erkê me ye. Çawa ku me di azadkirina axa xwe û welatê xwe ji destê terorên DAIŞ`ê de bi serketin, em ê di azadkirina axa xwe ji destê dagirkerên Osmanî û desthilata wê ya nû ku ji dîrokê ders negirtin, bi ser bikevin."

Daxuyanî wiha hat domandin: "Divê ev sûc bên belgekirin û radestî Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî bên kirin, da ku ev desthilata Tirk were cezakirin."

HELEB

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/c4ieGX7J-IA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Dîwana Edaleta Civakî li Helebê di heman derbarê de daxuyaniyek da û tê de civaka navdewletî ji berdewamiya sûcên dewleta Tirk berpirsyar dît.

Daxuyanî li taxa Şêxmeqsûd ji aliyê hevserokê Yekitiya Parêzeran parêzer Mihemed Emîn bi amadebûna bi dehan hiqûqnas, parêzer û endamên Meclisa Lihevanîna Civakî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em Neteweyên Yekbûyî (NY) û Meclisa Ewlehiyê ya NY'ê ji parastina sivîlan berpirsyar dibînin û em bang li wan dikin ku berpirsyarî û erkên xwe yên li hemberî dewletên endamên civaka navneteweyî bi cih bînin. Her wiha bang li dezgehên çapameniyê yên herêmî û navneteweyî dikin ku sûcên rejîma Tirk ên li dijî sivîlan û herêmên ewle ragihînin. "

(dx-bx)

ANHA