Kombûna Jinên Zenûbiya vekirina nivîsgeha pirjiniyê şeremzar kirin

Nivîsgehên Kombûna Jinên Zenûbya yên Minbic, Reqa û Dêrazorê nerazîbûn nîşanî vekirina nivîsgeha pirjiniyê  ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve li herêma Ezazê dan.

Kombûna Jinên Zenûbiya vekirina nivîsgeha pirjiniyê şeremzar kirin
21 cotmeh, 2021   13:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Kombûna Jinên Zenûbiya ya Minbicê bi daxuyaniyekê vekirina nivîsgehên pirjiniyê li bajarê Ezazê yê dagirkirî şermezar kir. Daxuyanî bi beşdarbûna bi dehan jinan ji aliyê endama rêveber a nivîsgehê Fadiya Resûl ve hate xwendin.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wqZu1YqduZs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Di daxuyaniyê de bang li tevahî jinan hate kirin ku li hemberî zihniyetên paşverû û paşketî yên ku zilmê li jinan dikin û wan kole dikin, serî hildin.

/ar/uploads/files/2021/10/21/124001_tjma-nsaa-znwbya-fy-mnbj-afttah-mktb-tadd-alzwjat-fy-almnatq-almhtlh-dhrb-liradh-almrah-.webp

Her wiha hate destnîşankirin ku ji dehên salan ve jinan bendê tirsê şikandin û bi îradeyeke xurt li hemberî zihniyeta desthilatdar tê dikoşe û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji tevahî cîhanê re bûne mînak.

Di berdewama daxuyaniyê de bal hate kişandin ser rewşa jinan li herêmên dagirkirî û wiha hate diyarkirin: "Li herêmên di bin serweriya çeteyên dewleta Tirk a dagirker de jin hîna di bin qanûnên sîstema baviksalaraî ya desthiltdar de ne û hemû rêbaz li ser wan tê meşandin da ku werin kolekirin. Ev yek di vekirina komeleya pirjiniyê li bajarê Ezazê de yê di bin serweriya dagirkeriya Trk û çeteyên wê de eşkere dibe. Armanc ji vê yekê jin werin bikaranîn û wekî amûrekê werin firotin û kirîn."

Di daxuyaniyê de tevahî kiryarên çeteyan ên li dijî jinan hatin şermezarkirin û bang li jinên li herêmên dagirkirî hate kirin "Divê jinên li bajarê Ezaz û tevahî herêmên dagirkirî qebûl nekin ku wekî amûrekî di destê çeteyan de bimînin. Em jinên bajarê Minbicê têkoşîna xwe berdewam bikin heta ku tevahî jinên Sûriyê rizgar bibin."

REQA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SpoPzeiYD00" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li Reqayê jî bi heman armancê daxuyaniyek hate dayîn. Endama rêveber a Kombûna Jinên Zenûbiya Sewsen El-Xelef daxuyanî xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin armanca vekirina nivîsgeha pirjiniyê   şikandina vîna jinan e.

Her wiha hate gotin, ev nivîsgeh jinan dike "Amûrek ji bo kirîn û firotin" û wiha hate domandin: "Rewşa jinên Sûrî li tevahî herêmên di bin serweriya çekdarên Tirkiyê de  trajîdîk e. Jin ji meclisên xwecihî de hatin dûrxistin û yên ku biryara çarenûsa wan didin kesên din in. Her wiha bi dehan sûcên destdirêjiyê yên belgekirî hene, lê tê veşartin."

Di daxuyaniyê de vekirina vê nivîsgehê hate şermezarkirin û bang li rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên jinan hate kiirin ku li hemberî nivîsgehên bi vî rengî, tundî û biryarên şaş ên li dijî jinan bisekinin.

DÊRAZOR

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Cfb8xPYyuJo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi dehan jin ên encamên meclisên bajar ên Dêrazorê li ber avahiya Kombûna Jinên Zenûbiya ya bajarê Kesra yê gundewarê rojavayê Dêrazorê kom bûn. Endama kombûnê Yusra Ebdulkerîm daxuyanî xwend.

/ar/uploads/files/2021/10/21/124052_dyr-alzwr.webp

Di daxuyaniyê tevahî sûcên li herêmên dagirkirî û vekirina nivîsgehên pirjiniyê  hate şermezarkirin. Hate gotin ku vekirina mîna van nivîsgehan rûmet û azadiya jinan bin pê dike û jinan dike wekî amûra kirîn û firotin.

Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî hate kirin û li hemberî siyasetên Tirkiyê yên li dijî jinan û gel bi giştî bisekinin.

Her wiha îşaret bi rola jinan di projeya neteweya demokratîk de hate kirin û ev tişt hate gotin: "Ji vir ji xaka Dêrazorê, em ji Erdogan û alîgirên wî re dibêjin, hûn nikarin roja me tarî bikin."

ANHA