Çapemaniya Katalonya û Spanyayê naskirina Rêveberiya Xweser çawa dest girt?

Naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê parlamentoya Katalonyayê li Katalonya û Spanyayê deng veda.

Çapemaniya Katalonya û Spanyayê naskirina Rêveberiya Xweser çawa dest girt?
21 cotmeh, 2021   12:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Biryarname di 19`ê Tîrmehê de anku di salvegera destpêkirina şoreşa Rojava de hatibû pêşkêşkirin û di 20`ê Cotmehê salvegera 4`emîn a rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê de hate erêkirin.

Di biryarê de ev xal hatin destnîşankirin:

1- Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser esasê konfederalîzma demokratîk wek hebûneke siyasî tê naskirin. Bang li saziyên Katalonyayê tê kirin ku têkiliyan bi vê rêveberiyê re deynin. Dengdana vê xalê wiha bû; 80 deng erê, 49 deng na.

2- Teqezî bi konfederalîzma demokratîk wek çareyeke aştiyane, giştî û demokratîk ji bo hevjiyana li Rojhilata Navîn tê kirin. Dengdan wiha bû; 111 deng erê, 18 deng na.

3- Bang li saziyan, civaka sivîl û welatiyên Katalonyayê tê kirin ku tora hevgirtinê xurt bikin da ku beşdarî xebatên ji nû ve avakirinê bibin û têkiliyên biratiyê bi welatiyê wê herêmê re deynin û ji bo pêşwazîkirina demkî ya mayînde ya penaberan. Dengdan; 111 deng erê, 11 deng na, 7 kesan deng neda.

4- Divê hikumeta Katalonyayê ji bo xurtkirina vê tora hevgirtinê, lîsteyekê bi hemû rêveberî, blok û civaka sivîl re amade bike. Dengdan; 110 deng erê, 7 deng na, kesekî deng neda.

Ev nûçe di çapemeniya Katalonyayê, her wiha li ser malperên medyaya dijîtal bi taybetî bi awayekî berfireh belav bû. Gelek welatiyên Katalonyayê li ser vê gavê spasiya parlamantoyê kir. Li aliyekî din jî aktîvîstên Kurd li ser medyaya civakî hemleya hashtagê #SpasKatalonya belav kir.

Malpera Vilaweb ku ji malperên herî zêde li Katalonyayê tê xwendin, di malpera xwe ya sereke de ev manşêt avêt; “Parlamantoya Katalonyayê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas kir.”

Li aliyekî din, malpera El Nacional jî ev nûçe belav kir û tê de rewşa herêmê şîrove kir. Her wiha bal kişand ser gef û destdirêjiyên dawîn ên dewleta Tirk.

Rojnameya Ara jî ku bi alîgiriya xwe ji opozîsyona Sûriyê re tê nasîn, ev nûçe di malpera xwe ya yekemîn de belav kir û behsa zextên ku dibe hikumeta Katalonyayê ji ber vê biryarê rastî were, kir.

Kanala Katalonya TV3 ya herî zêde li Katalonyayê tê temaşekirin jî duh di bultena xwe de ev nûçe belav kir. Her wiha peywendî bi rojnamevanên Kurd ên li Katalonyayê re danî da ku bandora biryarê li ser gelê herêmê û gelê Kurd nas bike.

(cx)

ANHA