Hikmet Hebîb: Rizgarkirina Reqayê îsbat kir ku vîna gelan misogeriya serkeftinan e

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê diyar kir ku rizgarkirina Reqa ji çeteyên DAIŞ'ê îsbat kir ku îradeya gelên herêmê nayê şikandin û gelên herêmê xwedî projeyeke niştimanî, demokratîk û nenavendî ye. Her wiha got, Tirkiyê ji bo astengkirina çareseriya siyasî li Sûriyê roleke mezin dilîze.

Hikmet Hebîb: Rizgarkirina Reqayê îsbat kir ku vîna gelan misogeriya serkeftinan e
21 cotmeh, 2021   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN – MEDYA HENAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) 17'ê Cotmeha 2017'an bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir. Pêngava rizgarkirinê 66 rojan dewam kir û şervanên QSD'ê di 20'ê heman mehê de serkeftin ragihandin.

Li ser mijarê Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb di hevpeyvînekê ligel ANHA'yê de rewşa Reqa beriya rizgarkirin, astengiyên li pêşiya bidawîkirina fikirê tundraw ê  DAIŞ'ê û gelek mijarên din nirxand.

Hevpeyîn wiha ye:

Hûn rewşa bajarê Reqayê berî û piştî rizgarkirina wê ji aliyê QSD'ê ve çawa dinirxînin?

Em salvegera rizgarkirina bajarê Reqayê bi bîr tînin. Sûriyê di rewşeke pir dijwar de bû, sedema vê yekê teror bû. Rêxistina terorîst bajarê Reqayê ji xwe re kiribû paytext. Sûriyê bi giştî di rewşeke wêranbûyî de bû. Hebûna DAIŞ'ê azarên mezin gihand gelê Sûriyê. Ji ber ku van komên terorîst kiryarên îsraf, kuştin û dagirkirina herêmê berfireh dikir. Wekî hûn dizanin van koman gelek welatiyên sûrî bi taybet êzidî revandin û bajarê Reqayê kiribûn navenda destgîrkirina wan. Çeteyên DAIŞ li Iraq û herêmên din belav bûn û xizmeta vê paytextê dikirin. Li ser vî esasî Sûriyê bi taybet li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek azar dîtin. QSD'ê bi koordîneya Koalîsyona Navneteweyî ev teror têk bir.

Her wiha tevahî şêniyên bajarê Reqayê li tevahî Sûriyê belav bûn. Ev herêm bi awayekî mezin hatibû dorpêçkirin ku çeteyên DAIŞ'ê ferz kiribûn û bûyerên kuştinê zêde bû, di encamê de rewşeke bi tirs li tevahî Sûriyê belav kiribûn.

Heya kijan astê rizgarkirina bajarê Reqayê rolek di xurtkirina rêgezên neteweya demokratîk de lîst?

Wekî hûn dizanîn, di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tevahî pêkhateyan cih girtin û Yekîneyên Parastina Gel ava kirin. Destpêkê Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê hate damezirandin, wê demê jî rewşa Sûriyê bi tevahî berbiçav bû ku di nava roja û mehan de nayê çareserkirin.

Yekîneyên Parastina Gel û paşê Hêzên Sûriya Demokratîk hatin avakirin. Çeteyên DAŞ'ê êrişî herêmên cuda kirin. Lê piştî ku ev hêz hatin rizgarkirin, derbasî Şedadê, Hol, Til Hemîs, paşê bajarê Reqayê bûn. Ji ber ku ev bajar xala sereke ya şikandina wan çeteyan e, bi hêza QSD û hevkariya Koalîsyona Navneteweyî, em ev bajar ji DAIŞ`a terorîst rizgar kir, wê demê çavê tevahî cîhanê li ser  bajarê ku paytexta DAIŞ'ê bû. Rizgarkirina Reqayê xakeke veguherînê û pêvajoyeke nû ji bo QSD û Rojhilata Navîn û cîhanê bû.

Hêzên navneteweyî rizgarkirina Reqayê çawa nirxandin û piştî rizgarkirinê helwesta wan çawa bû?

Helbet spasî ji Koalîsyona Navnetweyî ya Têkoşîna li dijî terorê li Sûriyê û Iraqê re ye. Dema ku ev koalîsyon hat herêmê dît ku ev hêza li ser erdê xwedî derfetên kêm e, lê ruxmî vê yekê dikarî herêmên cuda li Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparasta û li hemberî vê rêxistina terorîst a mezin a ku eşkere destekda xwe ji dewleta Tirk an AKP'ê digirt, bisekine.

Dewleta Tirk sînorê xwe ji bo destekdayîna çeteyan vedikir. Di rastiyê de van çeteyan bi wekîlan li şûna AKP`ê û terora cîhanê li herêmê şer dikir. QSD û Koalîsyona Navneteweyî dîtin ku gelê herêmê xwe bi rêxistin kirine û yekîneyên parastinê ava kirine. Bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî me DAIŞ têk birin û paytexta xîlafetê tune kir. Di vî alî de helwesta navneteweyî helwesteke pir xurt bû û heya vê kêliyê ji bo tunekirina terorê destekê pêşkêş dike. Wekî ku we û hemûyan jî şopand, piştî tunekirina DAIŞ li paytexta wê anku Reqayê me berî da bajarê Baxozê ku devera dawî di destê çeteyên DAIŞ'ê de mabû. Ji bo tunekirina terorê bi hemû navên wê, hevkariya me ya bi Koalîsyona Navnteweyî re berdewam e.

Têkoşîna li dijî DAIŞ di kijan astê de ye, hûn rola QSD'ê di vî warî de çawa dixwînin?

Aloziya Sûriyê aloziyeke nûjen û kûr e. Ev alozî di gelek pêvajoyan re derbas bû. Destpêkê diruşme bû ku banga guhertina rejîmê û şoreşê dikir, lê bi rastî ev şoreş ji xeta xwe derket û ji aliyên herêmî û xwecihî ve ket xeteke çekdar û ket pêvajoyeke nû ji pêvajoyên şer. Di encamê de  rewşeke parçebûn û belavbûnê di civakê de çêkir. Destwerdana herêmî û navneteweyî, destekdayîna Tirkiyê bi komên terorîst ên bi hemû navên wê û derbaskirina milîsên xwe bi vî awayî bû. Her wiha hikumeta Şamê hemû rêbazên fîzîkî û hêza leşkerî ji bo tunekirina vê şoreşê bi kar anî.

Piştî rizgarkirina Reqa ji çeteyên DAIŞ'ê, ji bo tunekirina bermahiyên wê têkoşîneke çawa tê xwestin?

Tunekirina terorê ji aliyê QSD'ê ve pêvajoyek bû ku ji rewşa çekdarî derket. QSD'ê bi hemû pêkhateyên wê toror têk bir û bi hezaran şehîd û birîndar di oxira wê de dan. Lê ev nayê wateya ku me DAIŞ bi şeklê wê yê fikirî û rêxistinî têk biriye. Heya vê kêliyê pêvajoyeke nû ya têkoşînê li dijî fikirê DAIŞ'ê heye. Hebûna DAIŞ'ê ya bi salan li herêmê bandor li ciwan û zarokan kir.

Piştî rizgarkirinê, civaka sivîl û Rêveberiya Xweser, her wiha QSD'ê di tunekirina fikirê DAIŞ'ê de xebitî, di vê çarçoveyê de dewreyên perwerde yên jinûve avakirina kesên ku tev li DAIŞ'ê bibûn vekirin, rewşa wan hatin çareserkirin û ji nû ve ew tev li civakê hatin kirin. DAIŞ'ê li herêmên ku dagir kiribûn her tişt heram kiribû, bi rengekî cudayî rewşa me xelk fêrî îslamê dikir. Heya vê kêliyê em têkoşîna li dijî fikirê DAIŞ'ê dikin. Wekî hûn dizanin deverên dûr hebûn, bi taybet herêmên gundewarê Dêrazor, gundewarê Reqa û sînorê Iraq-Sûriyê ku çeteyên DAIŞ'ê sûd jê digirtin. DAIŞ li van herêman bi hêsanî ketin nava gel, bi taybet ciwanan. Heya vê kêliyên em di hemû astan de şerê fikirê DAIŞ'ê dikin.

We çi encam ji rizgarkirina bajarê Reqayê li ser asta navneteweyî û herêmî girt?

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, em li gorî têghîna neteweya demokratîk û biratiya gelan dixebitin. Di van salan de me Rêveberiya Xweser damezirand û bi awayekî piratîkî pêş dixin, ji ber yên ku Reqa rizgar kirin ne tenê ji Reqayê bûn, lê ji herêmên Dêrik, Qamişlo û Dêrazorê jî bûn. Her wiha yên ku li qadên Kobanê û Minbicê şehîd bûn ji Dêrazor û Reqayê bûn. Bi vî awayî me rêgeza neteweya demokratîk û biratiya gelan pêk anî. Ne ji vê rêgezê bûya wê li herêmê şerê cuda û şerên di navbera pêkhateyan de qewimîbûya. Lê ya ku derket, xwîna tevahî şêniyên herêmê di tunekirina terorê de bû yek û rêgeza neteweya demokratîk pêş ket.

Di rizgarkirina bajarê Reqa û têkbirina DAIŞ'ê de me ev encam da ku îradeya gelan nayê şikandin. Em ji cîhanê û tevahî sûriyan re dibêjin ku em li vê herêmê projeyeke demokratîk û niştimanî di çarçoveya sûriyeke nenavendî de bi rê ve dibin. Di vê projeyê de her kes di erk û mafan de wekî hev in. Her wiha em di çarçoveya rêgeza biratiya gelan û jiyana hevbeş de kar dikin.

Esasê serkeftina vê projeyê û esasê serkeftina li dijî terorê neteweya demokratîk û biratiya gelan e. Ji rizgarkirina bajarê Reqayê me gelek ders girtin, ku gelek hêzan hewl dan şer derbasî herêmê bikin. Bi vê projeyê me yekitiya xwe ya li hemberî DAIŞ'ê ya ku ferqê naxe navbera Kurd, Ereb, Suryan, Xiristiyan û Êzidiyan parast.

Bi nêrîna we astengiyên ku li pêşiya tunekirina DAIŞ`ê derdikevin çi ne? Beriya êrişên dewleta Tirk qonaxa tunekirina DAIŞ`ê gelek pêkşketibû, lê piştî êrişan DAIŞ`ê zêde bû, hinek fermandar û endamên meclisên sivîl û leşkerî dikirin hedef, gelo bi nêrîna we heta kijan astê ev êriş û gefên dewleta Tirk bandor li têkoşîna li dijî DAIŞ`ê kiriye?

Em dizanin ku DAIŞ nûnertiya dewleta Tirk û AKP`ê dike. Piştî ku bi bin ket, dewleta Tirk yekser mudaxele kir, gelek herêmên Sûriyê dagir kir ji Efrînê bigire heta bigihêje Ezaz, Serêkaniyê û Girê Spî. Di rastiyê de bi saya hevgirtin û berxwedana QSD`ê, dewleta Tirk nikarî planên xwe yên ji bo dagirkirina herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne. Ji ber wê dewleta Tirk dest bi meşandina şerê taybet li dijî şêniyên herêmê kir. Destek da komên terorîst û şaneyên veşartî ku teqîn û bûyerên kuştinê li herêmên cuda pêk bînin. Her wiha dron jî bi kar anîn û xebatkarên civaka sivîl û rêveberiyên xweser kirin hedef. Dewleta Tirk ji van hewldanan armanc dike ewlehiya li herêmê têk bibe.

Dewleta Tirk roleke mezin di astengkirina çareseriya siyasî ya li Sûriyê de dilîze. Lewra dema pêşketinek li herêmê çêdibe, ewlehî pêk tê, pergala nenavendîbûnê dikeve pratîkê û diyalog di navbera aliyên Sûriyê de çêbibe, dewleta Tirk yekser mudaxele dike. Her wiha berjewendiyên navneteweyî jî bi awayekî neyînî di vî warî de dilîzin. Nakokî di navbera Rûsya û Amerîkayê de hene. Ev yek çareseriya siyasî dereng dixe. Bi taybet nakokiyên girêdayî dozên stratejîk ên li Rojhilata Navîn mîna dosyaya Îranê, ewlehiya Îsraîlê û dozên din ên girêdayî cîhanê. Îran hewl dide bi rêya Bexda û Şamê bigihêje Beyrûtê û kevana şîî çêke. Dewleta Tirk û AKP`ê dixwazin împeratoriya osmanî vejînin û mîsaqa milî pêk bînin da ku herêmên ji bakurê Helebê bigire heta Mosil û Kerkûkê dagir bike. Ev hemû çareseriya siyasî ya li Sûriyê asteng dikin.

Mîna hûn dizanin li Kampa Holê bi hezaran malbatên DAIŞ`ê hene. Divê, dewletên ku hemwelatiyên xwe yên di nava DAIŞ`ê de wernegirtine, berpirsyariyên xwe pêk bînin. Kamp, li ser Rêveberiya Xweser fişar e. Nexasim li gel şertûmercên dorpêçê, şerê aborî, şerê dergehan, şerê avê ku dewleta Tirk bi rêya wê zextê li herêmê dike. Ev yek jî têkoşîna li dijî DAIŞ`ê anku tunekirina DAIŞ`ê dereng dixe.

(bb-şx)

ANHA