Îro li Parîsê civîna çaralî ya têkildarî danûstandinên nukleerî li dar dikeve

Nûnerê Amerîkayê yê bi dosyaya Îranê hatî erkdarkirina Rob Malley gihaşt Parîsê da ku dest bi danûstandinên çaralî yên têkildarî nîqaşkirina berdewamkirina danûstandinên bernameya nukleerê ya Îranê bike.

Îro li Parîsê civîna çaralî ya têkildarî danûstandinên nukleerî li dar dikeve
22 cotmeh, 2021   08:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP`ê, berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê got nûnerê Amerîkayê Rob Malley dê îro gihaşt Parîsê da ku bi hempîşeyên xwe yên “Koma A3” re anku bi hersê dewletên Ewropayê yên têkildarî dosyaya nukleerî ya Îranê re, bicive.

Danûstandinên çaralî yên tevî Fransa, Almanya û Brîtanyayê dê di çarçoveya berdewamkirina danûstandinên bernameya nukleerî ya Îranê de pêk werin.

Dîplomatekî Fransayê jî got nûnerekî Yeketiya Ewropayê (YE) jî dê tev li danûstandinan bibe.

Ev danûstandin ji dema hilbijartina Îbrahîm Reîsî ji bo serokatiya Îranê di Hezîranê de, hatibûn raewstandin.

 (şx)