Di êrişa li ser Şêx Îsayê yê Şehbayê de 2 zarok birîndar bûn

Di êrişa duh a li ser gundê Şêx Îs ê kantona Şehbayê de 2 zarok birîndar bûne. li aliyekî din di van kêliyan de dewleta Tirk careke din gund daye ber topan.

Di êrişa li ser Şêx Îsayê yê Şehbayê de 2 zarok birîndar bûn
21 cotmeh, 2021   09:34
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçegihanê me yê li herêmê, artêşa Tirk a dagirker ji gundê Mari gundê Şêx Îsa yê kantona Şehbayê topbaran dike.

Nûçegihanê me ragihand ku heta niha 5 top li gund ketine.

Her wiha bi bîr xist ku di êrişa duh a li ser gund de, 2 zarokan birîndar bûne lê navên wan bi dest nexistine.

Artêşa Tirk a dagirker gundê Şêx Îsayê bi dijwarî topbaran kiribû û di encamê de 2 endamên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûbûn. 

(şx)

ANHA