Hêzên hikumeta Şamê herêmên "bêçek" topbaran kir

Hêzên hikumeta Şamê îro "herêmên bêçek" ku tê de nuqteyên leşkerî yên dewleta Tirk hene, topbaran kir.

Hêzên hikumeta Şamê herêmên "bêçek" topbaran kir
21 cotmeh, 2021   08:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR), hêzên hikumeta Şamê bi topan gundê Meterim a rojhilatê Erîha ku tê de nuqteyek leşkerî ya dagirkeriya Tirk heye û herêmên li ser rêya navneteweyî navbera Erîha û Meterim, hedef girt.

Her wiha hêzên hikumeta Şamê derdora nuqteya dewleta Tirk a dagirker a li gundê Şenan a çiyayê Zawiyê ya li gundewarên başûrê Idlibê, topbaran kir.

Ji aliyekî din ve jî, dagirkeriya Tirk baregehên hêzên hikumeta Şamê li gundê Hamdîne ya başûrê Meret Nûman a gundewarên Idlibê topbaran kir. 

(dm)