‛Hevgirtin rêya yekane ya pêşîlêgirtina êrişan e’

Siyasetmedarên Partiya Pêşxistin û Guhertinê ya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast kir ku rêya yekane ya sekna li hemberî êrişan, hevgirtin e. Her wiha diyar kirin ku hêzên garantor ên li Sûriyê di hedefgirtina herêmê de şirîk in.

‛Hevgirtin rêya yekane ya pêşîlêgirtina êrişan e’
21 cotmeh, 2021   07:50
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdweam in.

Rayedarên Tirk di sêrî de Recep Tayyîp Erdogan, careke din gefên êrişê li herêmê xwarin.

Têkildarî niyeta dewleta Tirk ku careke din êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, siyasetmedarên Partiya Pêşxistin û Guhertinê ya Demokratîk diyar kir ku êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk berdewam in û dixwaze herêmên din dagir bike.

Sekreterê giştî yê Partiya Pêşxistin û Guhertinê ya Demokratîk şaxê Şedadê Îbrahîm El-Xelîl got: “Erdogan bi daxuyaniyên xwe yên dawîn yekser gef li herêmê xwarin ku dê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Dewleta Tirk bi rêya dagirkirina herêman dixwaze guhertina demografîk pêk bîne û tev li axa xwe bike.”

El-Xelîl wiha domand: “Lê pêkhateyên herêmê yên hevgirtî, pişta xwe nadin tu hêzan. Ew pişta xwe didin Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku axa herêmê paras. Her wiha em pişta xwe didin hevgirtina di navbera pêkhateyên herêmê de, ji êlan bigire heta bi pêkhateyên din. Bi rêya wê hevgirtinê em ê destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin.”

Endama sekreteriya giştî ya Partiya Pêşxistin û Guhertinê ya Demokratîk Fatme El-Ferec got hevgirtina pêkhateyan û xwedî derketina li QSD`ê, rêya yekane ya sekna li pêşiya gefên dagirkeriya Tirk in. Fatme El-Ferec wiha domand: “Heke dewleta Tirk êriş bike û ewlehiya gelê me têk bibe, em ê bê deng nemînin.”

Endamê sekreteriya giştî ya partiyê Ugle El-Seîd piştrast kir ku pêkhateyên herêmê û projeya wan a demokratîk dê ji bo dewleta Tirk nebin armanceke hêsan. Ugle El-Seîd wiha domand: “Hêzên me yên xweser hene. Baweriya me bi parastina rewa heye. Li ser vî esasî em ê li hemberî êrişên dagirkeriyê li ber xwe bidin û em pişta xwe nadin hêzên garantor.”

Bi nêrîna Ugle El-Seîd sûcên dewleta Tirk ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên dagirkirî, sûcên şer in. Her wiha diyar kir ku bi hevkariya hêzên garantor, dagirkerî û êriş berdewam in û wiha dawî li gotina xwe anî: "Di dirêjahiya 10 salan de êrişî herêmê dikin, lê gelên herêmê bi hevgirtina xwe li hemberî hemû gefên li dijî ewlehiyê herêmê sekinîn."

(şx)

ANHA