Li Kampa Roj şewat çêbû

Li Kampa Roj a li Dêrikê ku jinên DAIŞ'î yên ewropî lê dimînin, şewat derket. Di encamê de ziyanên madî çêbûn.

Li Kampa Roj şewat çêbû
21 cotmeh, 2021   07:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh saet di 20:00`an de li Kampa Roj a jinên DAIŞ’î yên ewropî ya li Dêrikê şewat çêbû. Hêzên Ewlekariya Hundirîn û tîmên agirkujiyê mudaxele kir û agir vemirand.

Li gorî nûçegihanê me, ziyan tenê madî bûn. Heya niha jî sedema şewatê nehatiye zanîn.

/ar/uploads/files/2021/10/21/070725_kampa-rojj-a-giredai-jinen-dass-28129.webp

Piştî şewatê jinên çeteyên DAIŞ’ê bi keviran êrişî Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir û dirûşm berz kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî erebeyeke sivîlan li bajarê Kobanê, şewat li Kampa Roj çêbû. Di encama wê êrişê de 2 sivîl hatibûn kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûbûn.

(dx)

ANHA