Rêveberiya Xweser: Îtirafkirina Katalonya bi Rêveberiya Xweser pêşketineke girîng e

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê li ser naskirina Rêveberiya Xweser spasiya Herêma Katalonya kir û got, “Ev naskirin pêşketineke girîng û nîşaneya dirustbûna projeya me ya demokratîk e.”

Rêveberiya Xweser: Îtirafkirina Katalonya bi Rêveberiya Xweser pêşketineke girîng e
21 cotmeh, 2021   07:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyanî ji raya giştî re

20`ê Cotmehê Parlementoya Katalonyayê Rêveberiya Xweser di aliyê siyasî de nas kir. Îtirafkirina Parlementoya Herêma Katalonyayê bi Rêveberiya Xweser pêşketinek girîng e û duristbûna projeya Rêveberiya Xweser wekî çareya aloziya Sûriyê nîşan dide. Her wiha rêbazek ber bi pêkanîna yekitiya gelan û rêgeha demokratîk ve ye ku dê nûnertiya îradeya hemû pêkhateyên civakê bike, piştî ku îradeya civakê bi dehan salan li Sûriyê hatibû paşguhkirin.

Em spasiya dostên xwe li Herêma Katalonyayê dikin. Em helwestên wan ên dîrokî bi nirx dibînin. Wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê em soza xwe nû dikin ku em ê ber pêşketinê ve biçin da ku projeya xwe ya demokratîk zengîntir bikin.”

(bx)