‘Amanca Rêkeftina Edeneyê tesfiyekirina tevgera Kurd bû`

Cemal Şêx Baqî diyar kir ku li gori Rêkeftina Edeneyê mafê Sûriyê jî heye ku derbasî xaka Tirkiyê bibe û diyar kir ku armanca bingehîn a Rêkeftina Edeneyê têkbirina tevgera azadiya Kurdistanê bû.  

‘Amanca Rêkeftina Edeneyê tesfiyekirina tevgera Kurd bû`
21 cotmeh, 2021   06:31
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Şêx Baqî destnîşan kir ku bi Rêkeftina Edeneyê hewl dan tevgera azadiya Kurdistanê têk bibin lê ruxmî hemû êrişan jî negihaştin armanca xwe. Şêx Baqî got bi peymanê re Sûriyê serweriya xwe winda kir, ji bo ku careke din bikare vê serweriyê pêk bîne divê bi Rêveberiya Xweser re rêyên diyalogê dayne.

Sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyê Cemal Şêx Baqî, der barê Rêkeftina Edeneyê û hewldanên nûjenkirina wê di bernameya ANHA’yê ya zindî de axivî.

Di destpêka bernameyê de Şêx Baqî got: “Dewleta Tirk a dagirker ji bo herêmê dagir bike ji hin hêzên herêmî û navneteweyî destûr xwest. Ev hewldanên wê bi ser neketin. Rewşa navdewletî ne alîkar bû ku êrişêke berfireh pêk bîne. Ji ber wê dîsa vegeriya karê xwe yê qirêjî ku erebeyên sivîlan dike hedef. Ev êriş bêyî agahiya hêzên li herêmê pêk nehatiye. Dewleta Tirk bê razîbûna van dewletên ku esmanê herêmê di destê wan de ye, van êrişan pêk nayne.”

`TEVGERA AZADIYÊ BI HÊZTIR BÛ`

Tekildarî Rêkeftina Edeneyê Şêx Baqî destnîşan kir ku ev peyman li gorî taybetmendiyên peymanan e û ev tişt lê zêde kir: “Ew plan ji bo tesfiyekirina tevgera azadiyê bû. Xwestin şoreşgeriya wê demê tesfiyê bikin. Gelek aliyan di nav de cih girt. Armanc ew bû ku tevgera azadiyê ji holê rakin. Lê 23 sal derbas bû û xuya kir ku berevajî armanca wan tevgera azadiyê bi hêztir bû.”

`SÛRIYE NEÇAR HIŞTIN`

Şêx Baqî bal kişand ser dema rêkeftinê û got: “Ev destpêka komploya navnetewî bû. Jib o wê navê rêkeftinê lê dayîn şaşitiyê. Bi îtîfaqa Viyana ya 1961`ê de xala wî yê zelal hene ku dibejê dewletek di bin gef û êrişan de bê ger rêkeftinek çê bibe ew rêkeftin nerewa ye. Rêkeftina Edene jî di bin gef û êrişên di nava Sûriyê de pêk hat. Arteşa Tirk li ser sînorê Sûriyê bû, jib o mûdexeleya Sûriyê saet dijimartin. Li gor zagonên navdewletî rêkeftinên di nav rewşên wiha de nayên qebûl kirin. Ji aliyê din jî ew rêkeftin ne di navbera du dewletan de bû di navbera du saziyê ewlehî yê de bû. Rêkeftin ji neçarî hat erêkirin. Ew rêkeftin beriya her tiştî divê biçê parlementoya Sûriyê. Heya îro parlemento ev rêkeftin ne dîtiye. Divê nûshayek ji vê peymanê biçe NY`ê. Jib o ku bibe peymanek di navbera du dewletan de. Rewşa Sûriyê ya hundirîn di wê demê de tevli hev bû. Dewletê Ereban jî zext li ser dikirin. Husnî Mubarek jî di vê peymanê de rol liyîst. Ji Sûriyê re got ku ger tu tekêve şer wê ev şer şerê te û yê Tirkiyê bê. Ne yê Ereban û Tirkiyê bê. Bi vê jî Sûriyê neçar kir.”

‘PEYMAN ÇI MAFÎ DIDE TIRKIYÊ HEMAN MAFÎ DIDE SÛRIYÊ JÎ’

Li gor Rêkeftina Edeneyê nabe ku yek alî tena xwe têkeve nav operasyonekê. Derbarê hin xalên peymanê Şêx Baqî ev tişt got: “Rûsya dema behsa Rêkeftina Edeneyê dike dixwaze ji Tirkiyê re bibêje divê tu ji Sûriyê derkevî. Divê leşkerê Sûriyê bê ser sînor û sînor biparêze. Tirkiye jî dixwaze Rêkeftina Edeneyê bi Rûsan bide qebûlkirin. Bi wê jî dixwaze derbasî nav axa Sûriyê bibe. Ji bo wê jî hewl dide erêkirina Rûsan bigire. Ji bo wê jî nêrîna her duyan ne yek e. Erdogan YPG/YPJ wek PKK pênase dike. Baş e li Idlibê jî ew hebûn ji bo çi Erdogan kete Idlibê? Ma li Idlibê PKK heye? Jixwe li gor peymanê dema li dijî komên tevger bikin, divê her du artêş bi hev re hereket bikin. Peyman çi mafî dide Tirkiyê heman mafî dide Sûriyê jî. Wê demê li gorî ku Erdogan şîrove dike mafê Sûriyê jî heye ku derbasî Tirkiyê bibe. Ji ber ku komên çete yên ku êrişî Sûriyê dikin ji axa Tirkiyê tên. Ewlekariya arteşa Sûriyê têk dibin.”   

‘ARMANC TESFIYEKIRINA TEVGERA KURDISTANÊ BÛ’

Şêx Baqî got armanca peymanê tesfiyekirina tevgera azadiyê nû û wiha berdewam kir: “Ji kevn de me digot civînên çaralî yanî me behsa civînên di navbera Sûriyê, Tirkiyê, Iraq û Îranê de dikir. Dema tevgera azadiya Kurdistanê geş dibû van dewletan ruxmî hemû nakokiyên xwe, diciviyan. Dixwestin planeke hevbeş li dijî tevgera Azadiya Kurdistan pêk bînin. Ev yek piştî salên 84 zêdetir pêş ket. Sûriyê ji 84 an heya 15 salan pir zêde di nav van planan de cih negirt. Lê her sê dewletên din her tim di nav van planan de bûn. Esas, Rêkeftina Edeneyê vala ye. Mesele vegerandina selteneta Osmaniyan e. Mêjiyê Mîsaqî Mîllî di dewrê de ye. Li aliyê din jî çi serkeftinek tevgera azadiya Kurdistanê hebe armanca wan tesfiyekirina vê ye. Di çar parçeyên Kurdistanê naxwazin tevgera azadiya Kurdistanê geş bibe. Dibe ku taybetmendiyek her parçe Kurdistan cuda ye lê di encam de yek netewe ye.”

Cemal Şêx Baqî destnîşan kir ku ruxmî hemû hewldanan wê nikaribin Tevgera Azadiya Kurdistan tesfiye bikin û wê êriş encam negirin. Şêx Baqî diyar kirk u di encam de wê pirsgirek bi diyalog bê çareser kirin û wiha berdewam kir: “Kes nikare kesî tine bike. Dema civakên vê herêmê di nav aşitiyê de bi hev re jiyankirine şaristanî avakirine dema şer çêbûye jî hemûyan winda kiriye. Jib o wê divê herkes bizane dawiya vê pirsgirekê wê çareserî bê. Lê mejiyên netewperestên dewletan vê qebûl nake. Wê dawî de bişkin.”

Şêx Baqî Rêkeftina Edeneyê wekî derbeyek li dijî Sûriyê pênase kir û got: “Di encama vê peymanê de serweriya Sûriyê têk çû.”

Şêx Baqî di axaftina xwe de bal kişand ser şert û mercên dema Rêkeftina Edeneyê hat îmzekirin û got: “Sûriyê berê digot Lîwa Îskenderûn bi ser Sûriyê ve ye. Lê vê peymanê ev jî têk çû. Planekî herêmî bû gelek dewletan tê de cih girt. Xwestin rihê berxwedanê yê Sûriyê bişkînin. Beriya 5 sala ba wê Sûriyê vê peymanê qebûl nekira. Jiber ku tekiliyên Sûriyê yên navxweyî nebaş bûn. Ji bo wê Hafiz Esad ne amadebû ku li dijî Rêkeftina Edeneyê bisekine.”  

‘DIVÊ ŞAM BI RÊVEBERIYA XWESER RE DIYALOGÊ BI PÊŞ BIXE’

Şêx Baqî got divê Şam bi Rêveberiya Xweser re dan û standinan bike û wiha berdewam kir: “Şam ji mejiyên berê nikare xwe rizgar bike. Piştî krîza 10 salan divê Şam encam jê derxistiba. Dema mirov carinan li Şamê guhdar dike, dibêje qey beriya 2011`an maye. Hişmendî neguhertiye. Ger wiha be bi diyaloga Sûrî-Sûrî em dikarin ji hev fêm bikin, berjewendiyên welat û gelê xwe biparêzin. Wê demê ne tenê li dijî Tirkiyê, li dijî her kesî dikarin bisekinin. Serweriya xwe biparêzin. Wê demê em ê bikarin dagirkeriyê bi dawî bikin.”

https://youtu.be/Zx-_GWH47b8

https://fb.watch/8M7nXU5zwM/

ANHA