Rojnameyên erebî: Li dijî baregeha Tinif a Sûriyê êriş pêk hat

Rojnameyên erebî yên îro behsa êrişa li dijî baregeha Tinif a Sûriyê, dan û standinên Moskovê yên der barê Efganistanê de û rewşa Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Li dijî baregeha Tinif a Sûriyê êriş pêk hat
21 cotmeh, 2021   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LI DIJÎ BAREGEHA TINIF A KOALÎSYONA NAVNETEWEYÎ ÊRIŞA BI DRONAN’

Rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: “Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), duh êvarê baregeha Tinif a leşkerî ya li başûrê Sûriyê li nêzî sînorên Iraq û Urdunê ya ku Kaolîsyona Navneteweyî bi serkêşiya Amerîkayê bi kar tîne, bi balafirên bêmirov hate hedefgirtin.

SOHR`ê ku navenda wê li Brîtanyayê ye, da zanîn ku “Duh êvarê ji ber êrişa balafirên bêmirov li dijî mezgeft û depoyeke madeyên xwarinê yên li hundirê baregeha Tinifê, li baregeha leşkerî ya Koalîsyona Navneteweyî teqîn pêk hatin.”

Di dewama daxuyaniya SOHR`ê de hate gotin ku nayê zanîn ku çeteyên DAIŞ`ê, yan mîlîsên Îranê li pişt vê êrişê ne û got agahiyên der barê windahiyên canî de bi dest neketine.

Rayedarekî amerîkî jî ji AFP`ê re piştrast kir ku li dijî baregehê êriş pêk hatiye û got “Ez nizanim bê ka di êrişê de qurbanî hene yan na.”

Baregeha Tinif a leşkerî li başûrê Sûriyê dikeve û Koalîsyona Navneteweyî 2016`an di çarçoveya şerê li dijî DAIŞ`ê de ava kiribû.

Li nêzî wê baregeha li ser rêya Bexda-Şamê ya stratejîk, komên çekdar ên piştgiriyê ji Îranê digirin, bi cih bûne.”

‘MOSKOV KARÎNA TALÎBANÊ YA SEKNA LI HEMBERÎ DAIŞ`Ê LÊKOLÎN DIKE’

Der barê dan û standinên foruma Moskovê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Moskov metirsiya xwe ya ji ber xetereya terorê ya li Efganistanê rave kir û got ew li ser herêmê bi giştî xetere ye.

Rûsyayê ragihand ku dan û standin ji bo naskirina Talîbanê ne derbasdar in. Xetereyeke rastîn heye ku tevgerên terorîst berfireh bibin û madeyên hişbirê derbasî welatên cîran bibin.

Rayedarên Rûs diyar kir ku Moskov dê Talîbanê bi awayekî fermî nas neke. Lavrov got: "Naskirina fermî niha nayê nîqaşkirin. Ev yek hatibû ragihandin.” Her wiha destnîşan kir ku Rûsya mîna dewletên din ên li herêmê dê têkiliyan bi tevgerê re ava bike.”

“PIŞTGIRIYA ARAMIYA LÎBYAYÊ” ÎRO DEST PÊ DIKE’

Têkildarî kar û barên Lîbyayê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Li gel girtekên ewlehiyê, îro li paytexta Lîbyayê Terablusê, kongreya navneteweyî ya têkildarî “Însiyatîfa Aramiya Lîbyayê” li dar dikeve. Dê gelek aliyên navneteweyî tev lê bibin. Di vê demê de, Meclisa Serokatiyê bi serkêşiya Mihemed El-Menfî careke din got ihtîmal heye mudaxele bike da ku rageşiya di navbera parlamentoyê û meclisa dewletê de ya têkildarî qanûnên hilbijartinên serokatiyê û parlamentoyê çareser bike.

Piştî hilweşandina rejîma Muemmer Qeddafî di 2011`an de cara yekemîn e rayedarên 30 dewletan serdana welêt dikin.”

(cx-şx)