​​​​​​​'Kuştina jina ducanî sûc e, divê dewleta Tirk were darizandin'

Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye Naîle Mehmûd kuştina jina ducanî Nemet Şêxo ji aliyê MIT`ê ve li Efrîna dagirkirî şermezar kir. Her wiha bêdengiya rêxistinên jinan û mafên mirovan li hember vê “sûcê hov” rexne kir.

​​​​​​​'Kuştina jina ducanî sûc e, divê dewleta Tirk were darizandin'
21 cotmeh, 2021   02:23
ŞEHBA- FÎRAS ÎBRAHÎM

Artêşa Tirk a dagirker tevî îstixbarat û çeteyên xwe sûcên xwe li dijî niştecihên resen ên kantona Efrînê ya dagirkirî didomînin.

Îstîxbarata Tirk di rojên borî de jineke ducanî ku tevî hevjînê wê revandibûn, li girtîgeha Dibistana Emîr Xubarî ya li navenda bajarê Efrînê qetil kir.

DI KÊMÎ SÊ MEHAN DE 35 JIN HATINE REVANDIN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di demên dawî de revandina jinan zêde kiriye. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye di mehên Tebax û Îlonê û 19 rojên destpêkê yên Cotmehê de, hejmara jinên Efrînê yên hatine revandin 35 jin derbas kir.

Derbarê kuştina jina ducanî de ya di girtîgeha îstîxbarata Tirk a li kantona Efrînê de, endama Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûriye Naîle Mehmûd ji ajansa me re axivî.

Naîle Mehmûd di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Tirk, çeteyên wê û saziyên wê yên îstîxbaratê ji dema dagirkirina Efrînê û vir ve hemû cureyên tundiyê li dijî jinan pêk tînin.

Naîle Mehmûd sûcê hov ê ku îstixbarata Tirk li dijî welatiya bi navê Nemet Behcet Şêxo ya ji gundê Qûpê yê navçeya Raco pêk aniye, şermezar kir.

‛DI ENCAMA ÎŞKENCEYA GIRAN DE HATE KUŞTIN’

Naîle Mehmûd destnîşan kir ku kuştina jina ducanî Nemet Şêxo ne sûcê yekemîn e li Efrînê û ne jî yê dawî ye û got, “Sûcên li dijî jinan ji saetên destpêkê yên êrişa li dijî kantona Efrînê ve berdewam in.”

Naîle Mehmûd got ku îstixbarata Tirk gef li malbata Nemet xwariye eger ew wê sûcê eşkere bikin, dê werin revandin. Her wiha ew neçar kir ku bêjin keça wan ji ber pirsgirkên tenduristî di dema ducaniyê de jiyana xwe ji dest daye.

Endma Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriye Naîle Mehmûd piştrast kir ku şahidên ji bajarê Efrînê piştrast kir ku îstixbarata Tirk welatiya bi navê Nemet Behcet Şêxo (32) di encama îşkenceya giran de hatiye kuştin.

‛7 JIN HATIN REVANDIN, TECAWÎZKIRIN Û ŞANTAJKIRIN’

Naîle Mehmûd destnîşan kir ku wan navên 7 jinên ji Efrînê yên ji aliyê dagirkeriya Tirk û îstixbarata wê ve hatine revandin, belge kirine. Her wiha diyar kir ku ew jin rastî tundiya derûnî, fîzîkî û cinsî hatine û ji bo dayîna fidyeyê malbatên wan hatine şantajkirin.

Naîle Mehmûd got beriya dagirkirina kantona Efrînê jin xwedî nêrîn û îradeya azad bûn û cihê xwe li navendên biryardayînê girtibûn, lê dagirkeriya Tirk piştî dagirkirina Efrînê hewl da ku vîna jinê bişikîne û azadiya wan jê bistîne.

' TEVGERÊN JINAN Û YÊN HIQÛQÎ HETA NIHA SÛC ŞERMEZAR NEKIRINE'

Naîle Mehmûd bêdengiya saziyên hiqûqî derbarê kuştina Nemet Şêxo de rexne kir û wiha dewam kir: “Tevî ku sûcê li dijî Nemet Şêxo hatiye belgekirin jî, lê belê tu tevgerên jinan û yên hiqûqî heta niha li hemberî vê sûcê dengê xwe dernexistine. Ruxmî ku li gorî qanûn û rêgezên navneteweyî kuştina jina ducanî sûc e û li gorî qanûna navneteweyî hesab ji sûcdaran tê  xwestin.”

Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye Naîle Mehmûd di dawiyê de bang li rêxistinên navneteweyî, tevgerên jinan û Komîteya Şopandina Rastiyan kir ku destwerdan bikin û dewleta Tirk li ser sûcên wê yên li dijî jinan li Efrînê darizînin.

(dx)

ANHA