​​​​​​​Ebdulkerîm Umer: Rêveberiya Xweser û pêkhateyên wê spasiya gel û parlamentoya Katalonyayê dikin

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkermîm Umer Ii ser navê Rêveberiya Xweser û pêkhateyên herêmê spasiya gel û parlamentoya Katalonyayê kir ku Rêveberiya Xweser nas kir.

​​​​​​​Ebdulkerîm Umer: Rêveberiya Xweser û pêkhateyên wê spasiya gel û parlamentoya Katalonyayê dikin
20 cotmeh, 2021   18:10
 NAVENDA NÛÇEYAN

Îro parlamentoya Katalonyayê li ser reşnivîsa biryara naskirina fermî bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser bingeha konfederalîzima demokratîk e, deng da û bang li saziyên Katalonyayê kir ku têkiliyan bi saziyên Rêveberiya Xweser re deynin.

Di reşnivîsa biryara ku parlamentoya Katalonyayê li ser deng dayî de wiha hate diyarkirin: "Di nava Katalonya û Rêveberiya Xweser de girêdaneke xurt di aliyên tevgerên civakî û saziyên civaka sivîl ên katalonî de hene. Ev toreya hevgirtina gel ya di navbera Katalonya û Kurdistanê de şanseke ji bo keşfkirin û pêşketina ber bi avakirina dûrî kapîtalîzma hov e."

Li ser vê yekê, Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Umer li ser navê Rêveberiya Xweser û pêkhateyên wê ji Kurd, Ereb, Suryan û Asûr spasiya gelê Katalonya û parlamentoya wê kir ku Rêveberiya Xweser nas kir.

Ebdulkermîm Umer da zanîn ku Rêveberiya Xweser gelek qurbaniyên mezin di oxira parastina nirxên mirovahî û exlaqî de dane, her wiha qurbaniyên mezin di têkbirina terorê de ku herêm û cîhan ber bi xeteriyeke rastîn ve dibir, dan.

Ebdulkerîm Umer wiha gotina xwe bi dawî kir: "Helwesta Katalonyayê ajo û coşeke mezin dide me ku em nirxên pê baer dikin û xwedî lê derdikevin de berdewam bikin. Ev nirx jî têrê dikin ku Sûriyeke demokratî ya nenavendî were avakirin."

Biryara parlamentoya Katalonyayê yekemîn biryara naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

(fr)

ANHA