Munîr Edîb: Dewleta Tirk bi çekên kîmyewî sivîlan qetil dike

Pisporê terorîsta navneteweyî Munîr Edîb da zanîn ku dewleta Tirk li beramberî çavên civata navneteweyî çekên kîmyewî li dijî sivîlan bi kar tîne û destnîşan kir ku alozî di meclisa ewlehiyê de heye.

Munîr Edîb: Dewleta Tirk bi çekên kîmyewî sivîlan qetil dike
20 cotmeh, 2021   23:48
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Di demên dawî de berpirsên dewleta Tirk gefan dixwin ku êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin. Ev yek bi êrişên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê ku ji 23`yê Nîsana borî ve didomin, pêk hat. Lê civata navneteweyî li hember gef û êrişên dewleta Tirk bê deng e tevî ku dewleta Tirk çekên kîmyewî û yên qedexekirî, bikar tîne.

Pisporê karûbarên tevgerên Îslamî û terora navneteweyî Munîr Edîb ji ANHA`yê re wiha axivî: "Dewleta Tirk projeya dagirkirinê pêk tine û bi wê re hewl dide împratoriya Osmanî vegerîne û êrişên li dijî Başûr, Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşek ji vê projeyê ye."

Munîr Edîb diyar kir ku dewleta Tirk bêdengiya navneteweyî derfet digire û dixwaze tevahî herêmên ereban bixe bin serweriya xwe û wiha got: "Dewleta Tirk dixwaze herêma ereban yan jî li gorî binavkirina wê (Mîrata osmanî) bixe bin serweriya xwe."

 ‘DEWLETA TIRK LI BERAMBERÎ ÇAVÊN CIVATA NAVNETEWEYÎ SIVÎLAN DIKUJE‘

Munîr Edîb di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Heger mirov behsa projeyên ku li dijî herêmê têne kirin bike, projeya dewleta Tirk a herî xeternak e. Êrişên ku niha ji derveyî sînorê xwe pêk tîne weke dagirkerî û sûc in. Mixabin dewleta Tirk niha êrişan li dijî herêmên Bakur û Rojilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê pêk tîne, sivîl û zarokan bi awayekî dermirovî û li pêşiya çavên civaka nanveteweyî, dikuje û civata navneteweyî li hember vê yekê bê deng e."

Munîr Edîb da zanîn ku pêwîst e dewletên mezin, rêxistinên navneteweyî û NY’yê fişarê li dewleta Tirk bikin, ceza bikin, sînorekî ji sûcên wê yên li dijî sivîlan re deynin.

‘CIVAKA NAVNETEWEYÎ DÛRÎTÎ YE ‘

Munîr Edîb diyar kir ku civata navneteweyî durûtî ye û  li gorî berjewendiyên xwe yên taybet tev digere, ji ber wê jî li hember êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê deng e û wiha pê de çû: "Heger berjewendiyeke taybet yek ji ya dewletên mezin weke DYA`yê, hin dewletên Ewropayê nexasim dewletên endamên Meclisa Ewlehiyê bi dewlet Tirk re hebe, wê demê çavên xwe digirin û veto bikar tînin." 

Munîr Edîb piştrast kir ku alozî di meclisa ewlehiyê de heye, ne li gorî mafan tev digere û ev tişt got: "Divê sûcên çeteyan û bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê hin dewletan ve werin muhasebekirin. Lê dewleta Tirk çete şandin Lîbya û Azerbeycanê û çekên kîmyewî li dijî sivîlên li Başûrê Kurdistanê, Girê Spî, Serêkaniyê bêyî hesabxwestinê bi kar anîn. Ev yek jî qanûnên navneteweyî heta qanûna şeran bin pê dike. "

Munîr Edîb bal kişand ser eşkerekirina reftara civata navneteweyî û wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê civata navneteweyî helwesta xwe zelal bike. Ji ber vê yekê jî divê rêbazê wê û durûtiya bi kar tîne were eşkerekirin."

(bx)

ANHA