​​​​​​​`Bexçeyên Zarokan` barê jinên di nava saziyan de sivik dike

Li herêma Cizîrê bi hezaran jin di nava saziyan de dixebitin, ji ber wê yekê cihê Bexçeyên Zarokan jî pir dibin. Di Bexçeyên Zarokan de zarok bi gelek şêwazên çalakiyan tên perwerdekirin, her wiha hemû dayîkên ku di saziyan de dixebitin, dikarin zarokên xwe tê de bi cih bikin.

​​​​​​​`Bexçeyên Zarokan` barê jinên di nava saziyan de sivik dike
21 cotmeh, 2021   04:13
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Bi damezirandina Rêvberiya Xweser re qada perwerdeyê li herêmê veguherî qadeke exlaq û çandê ya di nava hemû pêkhateyan de. Yek ji xalên sereke di sîstema perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser de xwendina bi zimanê dayikê ye û giranîdayîna perwerdeya pratîkî ye.

Materyalên Rêveberiya Xweser ên ku di dibistanan de tên dayîn, hemû têkildarî dîrokeke rast, zanistên civakî, çand û exlaq, ekolojî û xwezayê ne, ango hemû di çarçoveya sîstemeke demokratîk de ye.

Yek ji qadên perwerdeyê `Bexçeyên Zarokan` e. li herêmê Bexçeyên Zarokan cara yekê ku ji aliyê Desteya Jin, Weqfa Jina Azad li Sûriyê û Şaredariya Gel ve hat avakirin, ev yek jî ji zêdebûna rêjeya jinan di saziyên Rêveberiya Xweser de derket holê.

SÎSTEMA BEXÇEYÊN ZAROKAN

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê di sala 2016`an de sîstema perwerdeyê ya bexçeyên zarokan ava kir.

Her sal di werza Havînê de perwerde ji mamosteyên bexçeyên zarokan re tê vekirin, di perwerdeyê de li ser fêrkirina zarokan bi rêya çalakî, lîstok, stran û çîrokan tê sekinandin.

Di her cihekî bexçeyê zarokan de 3 xebatkarên jin ên sereke hene; yek ji bo şopandina zarokan di hundirê erebeyan de, ya din ji bo pêşwazîkirina zarokan û ya 3`yan jî ji bo çavdêriya li ser paqijî û dayîna xwarinê. Her wiha di her refekê de 20 zarok û 2 mamoste hene.

Rêvebera Bexçeyên Zarokan li Kantona Qamişlo Xezalê Derbas ji ajansa me re axivî û di şîrovekirina rewşa bexçeyan de diyar kir ku beriya Şoreşa Rojava bexçên zarokan tenê ji bo zarokên dewlemend bûn û li herêmê tenê li hin taxên navdar hebûn. Her wiha pir buha bûn, ji ber vê yekê tenê beşek ji civakê dikarî zarokên xwe bişîne bexçeyan û di hundirê bexçeyên zarokan de sîstem hemû ya perwerdeyê bû.

`KADROYÊN BEXÇEYÊ BI TEMAMÎ JIN IN`

Xezalê Derbas destnîşan kir ku hinek malbatên ku jin di nava saziyan de kar nakin jî zarokên xwe dişînin bexçeyê, her wiha hinek malbatên ku rewşa wan ya aborî lewaz jî zarokên xwe dişînin, ji ber buhaya wê pir erzan e.

Xezalê Derbas da zanîn ku di rê û rêbazên perwerdeya bexçeyan de, ne bi pirtûkan, lê belê  bi lîstok, çîrok û çalakiyên cuda zarokan perwerde dikin, ji ber ku temenê wan di bin 5 saliyê re ne, ji bo wê çalakiyên pratîkî tên esasgirtin.

Xezalê Derbas destnîşan kir ku kadroyên bexçeyên zarokan li herêma Cizîrê bi temamî jin in. Ji ber ku ew zêdetir dikarin bi zarokan re mijûl bibin û jê fêm bikin.

`BUHAYA FÊRBÛNA DI BAXÇEYÊ DE PIR ERZAN E … PIRANÎ JÎ BÊ PERE NE`

Li ser pirsa çûn û hatina zarokan Xezalê Derbas da xuyakirin ku ji aliyê wan ve erebe nayên eyarkirin, lê malbat ji aliyê xwe ve eyar dikin û bal kişand ser buhayê her mehekê di bexçeyê de û wiha got: “Mehan e 5 hezar lîreyên sûrî ji malbata zarokekê/î tê xwestin, ew jî ji bo alavên baqijkirinê di bexçeyan de tê girtin. Lê di demên bê de em dixwazin vî buhayî jî rakin ev yek li gorî rewşa civakê tê destgirtin.”

Ji ber rewşa malbatan a aborî, zarokên malbatên şehîdan, koçberên li herêmê û malbatên ku rewşa wan a aborî lewaz e, bê pere derbasî baxçeyê dibin.

PERWERDE Û TEMENÊ ZAROKAN

Li herêmê Danîngeh (Hedanê ) heye, ev ji bo zarokên di temenê 3 mehî heta 3 salî ye û girêdayî Desteya Jin e. Di bexçeyên girêdayî Desteya Perwerde û Fêrkirinê de jî zarok ji temenê 3 salî heya 5 salî tên qebûlkirin.

Xezalê Derbas diyar kir ku her pêkhateyek di refekê de ye û wiha got: “Mamosteyên bexçeyan bi her pêkhateyekê re bi zimanî wî danûstendinê dikin, ji bo vê yekê em mamosteyan li gorî pêkhateyan erkdar dikin. Ji xwe bexçe ji bo pêkhateya Kurd, Suryan û Ereb e.”

Xezalê Derbas got: “Di rêziknameyên bexçeyên zarokan de lêdan tune ye, divê mamoste bi şêwazeke çêker danûstendinê bi zarokan re bike. Di milê perwerdeyê de perwerdeya me bi rêya çalakiyan e, di pîvanê me de destpêkê derûniya zarokan e û her wiha tişta esasî hezkirina derdorê û rêzgirtin e.”

`LI SER DAXWAZA DAYÎKAN DEWAMA PIŞTÎ NÎVRO JÎ LÊ ZÊDE BÛ`

Xezalê Derbas da xuyakirin ku li bexçeyên zarokan tenê dewama sibehê hebû, lê piştî daxwaza malbatan  rêveberiya bexçeyan dewama piştî nîvro jî lê zêde kir û wiha got: “Ji ber ku dayikên hin zarokan karê wan hetanî piştî nîvro jî dewam dike, me dewama piştî nîvro jî zêde kir.”

Bernameya rojê ya bexçeyên zarokan bi werzîşê dest pê dike, piştre xwarin û paşê jî perwerde li gorî pîvanên bexçeyê tê dayîn, saetên dawiyê jî bi lîstokan derbas dibe.

`DI HIN BEXÇEYAN DE HEJMAR DIBE 100 ZAROK`

Xezalê Derbas diyar kir ku hejmara tevlîbûnê li gorî sala 2018`an zêde dibe û di her bexçeyekê de hejmara zarokan dighêje 80-90 zarokî, di hin bexçeyan de jî dighêje 100 zarokî.

Xezalê Derbas destnîşan kir ku li gorî daxwazan ew ê bexçeyan li hemû taxên herêmê vekin û wiha domand: “Em amadekariyên vekirina bexçeyên zarokan li Til Koçer û Til Hemîs jî dikin. Malbat bi rêya komînan daxwaza vekirina bexçeyan dikin.”

Li gorî Rêveberiya Bexçeyên Zarokan a herêma Cizîrê hejmara bexçeyên zarokan 55 bexçe ne, di hundirê wan bexçeyan de nêzî 3 hezar û 500 zarokî hene; jê 2 hezar li Kantona Qamişlo ne û hezar û 500 jî li Kantona Hesekê ne. Her wiha hejmara mamosteyan jî li Kantona Qamişlo 250 mamoste û li Kantona Hesekê jî 80 mamoste ne.

`MALBATÊN ZAROKAN JI ME RAZÎ NE`

Berdevka Bexçeya `Tîrêjên Rojê` ya li bajarê Qamişlo Stêra Mûsa ji ajansa me re axivî û da zanîn ku di bexçeya wan de 2 pêkhate hene Ereb û Kurd, hejmara zarokan 76 in, hîn jî serdan berdewam dike û wiha got: “Di her mehê de civîn bi malbatên zarokan re tê çêkirin, di civînê de hate zelalkirin ku malbat gelekî ji me razî ne, her wiha ji bo pêşxistina sîstema baxçeyan em pêşinyarên wan jî di ber çavan re debas dikin.”

ANHA