Ferîd Etê: Em bi encamên komîteya destûrê ve ne aleqeder in

Hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferîd Etê naskirina encamên civînên komîteya destûrê red kirin û got: "Destûr tê wateya hevpeymaneke civakî ku rewabûna xwe bi rêya beşdariya her kesî ya ji biryar û nivîsandinê re qezenc dike."

Ferîd Etê: Em bi encamên komîteya destûrê ve ne aleqeder in
21 cotmeh, 2021   03:27
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

18`ê vê mehê gera 6’emîn a civînên Komîteya Destûrê dest pê kir. lê di her 5 gerên xwe yên berê de tu encamên ku bikevin xizmeta gelê Sûriyê bi xwe re neanîn.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê (NY) berî gera 6’emîn behsa rêkeftinekê li ser "nivîsandina formîlekirina destûrê" kiribû, lê behsa nivîsandina destûreke nû nekiribû.

Komîteya Destûrê di Îlona 2019`an de bi bihaneya birêvebirina qada siyasî ya Sûriyê û nivîsandina destûra nû ya Sûriyê hat avakirin.

Hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferîd Etê axivî û got: "Komîteya destûrê di navbera hikumeta Şamê û nave muxalefeta sûrî li xwe kirin, hate avakirin, ji lew re ne pêkan e ku di pratîkê de ev komîte encamên berçav bi xwe re bîne, ji ber ku nûnetiya hemû gelê Sûriyê nake."

Ferîd Etê piştrast kir ku pêdiviya serkeftina destûran bi beşdarbûna hemû gelê Sûriyê heye û wiha dewam kir: "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê parçeyeke ji Sûriyê ye, lê em têne dûrxistin. Destûr jî tê wateya hevpeymaneke civakî, ji ber vê yekê divê hemû pêkhate, hebûnên siyasî û civakî yên Sûriyê beşdarî nivîsandina wê bibin."

ꞌGERA 6`EMÎN DÊ BI BIN BIKEVEꞌ

Ferîd Etê texmîn kir ku dê komîteya destûrê bi bin bikeve û ev tişt anî ziman: "Ji ber ku kesên beşdar bûne, nûnertiya hemû beşên civaka Sûriyê nakin. Hêzên demokratîk ên bi nûnertiya Rêveberiya Xweser ku beşên mezin ên Sûriyê ji terorê rizgar kirin, hatin paşguhkirin."

Etê diyar kir ku lidarxistina civînan an jî konferansên bi armanca çareserkirina aloziya Sûriyê, bêyî beşdarbûna Rêveberiya Xweser dê bi bin bikevin. Gelek civîn li Cinêv û Soçiyê li dar ketin, lê bi ser neketin û sedem ew bû ku Rêveberiya Xweser dihat dûrxistin.

Ferîd Etê bi domdarî got: "Hêzên demokratîk ên li herêmên Rêveberiya Xweser hene ji şêniyên wê hatin avakirin, bi rêya wan hêzan ewlehî û aramî li herêmê peyda bûye. Ev ewlehî û aramî li cihên din ên Sûriyê tune ye."

Ferîd Etê wiha axivî: "Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku nifûsa wan zêdetirî 5 milyonan e, ji beriya heft salan ve di bin sîwana Rêveberiya Xweser de xwe bi rê ve dibin, em hêvî dikin ku civata navneteweyî bi rihê berpirsyariyê nêzîk bibe û erka xwe ya li hemberî gelê Sûriyê bi cih bîne. Her wiha divê hemû beş û pêkhateyên civata Sûriyê beşdarî nivîsandina destûra Sûriyê bibin."

ꞌKESÊN BEŞDAR BÛNE NÛNERTIYA BERJEWENDIYÊN XWE DIKINꞌ

Ferîd Etê da zanîn ku kesên beşdarî civînên komîteya destûrê bûne, nûnertiya aliyên diyar dikin û wiha dewam kir: "Hikumeta Şamê nûnertiya aliyekî taybet dike û muxaleft jî nûnertiya şepêleke tundraw dike."

Ferîd Etê destnîşan kir ku sedema sereke ya dûrxistina şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji civînên komîteya destûrê, zextên dewleta Tirk e, ji ber ku Tirkiyê naxwaze ewlehî û aramî li Sûriyê pêk were.

Ferîd Etê ev li gotina xwe zêde kir: "Ger em tev li wan civînan nebin, tu eleqeya me bi encamên wan jî tune ne. Kesên dixwazin çareseriyê ji aloziya Sûriyê re bînin divê hemû pêkhateyên civata Sûriyê tev li diyalog û civînên bi armanca vê yekê li dar dikevin, bikin. Hikumet û muxalefet vê yekê baş dizanin."

Ferîd Etê wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê her kes nas bike ku biryara sereke ya têkildarî Sûriyê bi destên Sûriyê ye, ne bi destên hêzên derve û kesên dixwazin aloziya Sûriyê çareser bikin. Ji ber rê diyar e, ew jî Sûriyê ya her kesî ye, ji bo Kurd, Ereb, Ermen, Suryan û Çerkesan e. Nabe Sûriyê bi rêya siyaseta yekalî yan jî formîlekirina destûrê were birêvebirin."

(eh)

ANHA