Li Yemenê di êrişa Hûsiyan de 15 kes birîndar bûn

Hûsiyan herêmên bakurê bajarê Meirêb bi moşeka Balîstî hedef girt û di encamê de 15 kes birîndar bûn.

Li Yemenê di êrişa Hûsiyan de 15 kes birîndar bûn
20 cotmeh, 2021   11:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gotî malpera El-Erebiyê El-Hedeth, Hûsiyan îro herêmeke nêzî bargeha Sehin a bakurê Mearibê bi moşeka balîstî kir armanc. Di encamê de 15 kes birîndar bû.

Ji aliyekî din ve jî, Koalisyona Erebî li Yemenê îro ragihand ku sîstema parastinê ya Siûdî moşeka balîstî ku Hûsiyan ber bi bajarê Cazan avêtine, bêbandor kiriye.

Beriya 2 rojan artêşa Yemenê ragihand ku li aliyê başûrê Meirêb şer dîsa dest pê kiriye.

(dm)