​​​​​​​Dagirkeriya Tirk navçeya Til Rifet topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker navçeya Til Rifetê ku bi deh hezaran sivîl lê dijîn topbaran kir.

​​​​​​​Dagirkeriya Tirk navçeya Til Rifet topbaran kir
20 cotmeh, 2021   10:33
 ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker ku li gundê Kefer Xwaş ê herêma Ezazê ya li gundewarê bakurê Helebê bi cih dibe, navçeya Til Rifet a bi sivîlan dagirtî topbaran kir. Heta vê kêliyê 3 top li navçeyê ketine.

Derbarê encamên topbaranê de heta kêliya amadekirina vê nûçeyê agahiyên zelal bi dest neketin.

(cx)

ANHA