Li Erîhayê hejmara kuştî û birîndaran zêde dibe

Hejmara kesên di encama topbarana hêzên hikumeta Şamê ya li ser bajarokê Erîha yê li başûrê Idlibê de jiyana xwe ji dest daye, gihaşt 13’an û 24 kes jî birîndar in.

Li Erîhayê hejmara kuştî û birîndaran zêde dibe
20 cotmeh, 2021   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR) hejmara kuştiyan zêde bû û gihaşt 13’an, her wiha 24 kes jî birîndar in ku 3 zarok û jinek jî di nav de hene.

Hêzên hikumeta Şamê îro serê sibê bajarokê Erîha yê li başûrê Idlibê topbaran kiribû.

(dm)