Kombûna Jinên Zenûbiya vekirina nivîsgeha pirjiniyê li Ezazê şermezar kir

Kombûna Jinên Zenûbiya ya li Tebqayê vekirina nivîsgeha pirjiniyê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve li herêma Ezazê ya dagirkirî, şermezar kir.

Kombûna Jinên Zenûbiya vekirina nivîsgeha pirjiniyê li Ezazê şermezar kir
20 cotmeh, 2021   10:26
TEBQA

Nivîsgeha Kombûna Jinên Zenobiya li Tebqayê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji hêla endama rêxistinê Mecîde Kerîm ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku li herêmên ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine, jin di rewşeke dijwar de dijîn û hate destnîşankirin ku sûcên herî dawîn ên ku li dijî jinan pêk hatine, vekirina ‘nivîsgeha pirjiniyê’ li herêma Ezazê ya dagirkirî ye ku bi hinceta alîkariya aborî ji jinan re hatiye vekirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: "Di demekê de ku civaka Sûriyê ji ber qeyrana aborî, zêdebûna rêjeya bêkariyê û kêmbûna derfetên kar şerpeze ye, ma pirjinî çareseriya pirsgirêkên jinan e? Ma ne pêwîst e ku piştgiriyê bidin jinan bêyî ku bi vî rengî heqaretê li wan bikin û wan bi kar bînin?”

Nivîsgeha Kombûna Jinên Zenûbiya destnîşan kir ku rewakirina van sûcan bi hincetên olî neheqiyeke li ola îslamê ye û got: “Dewleta Tirk û çeteyên wê hewl didin li herêmê siyaseta înkarkirina mafên jinan ferz bikin."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên jinan û yên mafên mirovan hate kirin ku li dijî siyasetên bi vî rengî bisekinin û mafên jinan biparêzin.

(dx)

ANHA