Şahiya salvegera rizgarkirina Reqayê dest pê kir

Şahiya salvegera 4`emîn a rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê, dest pê kir. Bi hezeran kes ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî şahiyê bûne.

Şahiya salvegera rizgarkirina Reqayê dest pê kir
Şahiya salvegera rizgarkirina Reqayê dest pê kir
Şahiya salvegera rizgarkirina Reqayê dest pê kir
Şahiya salvegera rizgarkirina Reqayê dest pê kir
Şahiya salvegera rizgarkirina Reqayê dest pê kir
Şahiya salvegera rizgarkirina Reqayê dest pê kir
Şahiya salvegera rizgarkirina Reqayê dest pê kir
Şahiya salvegera rizgarkirina Reqayê dest pê kir
20 cotmeh, 2021   09:25
REQA

Fermandarên QSD`ê, şêx û rûspiyên eşîrên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endamên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endamên Partiya Sûriya Pêşerojê, endamên saziyên sivîl û leşkerî tev li şahiyê bûne.

Şahî li Stada Reş (El-Beledî) ya li bajarê Reqayê tê lidarxistin. Di şahiyê de toreneke leşkerî ji aliyê QSD`ê ve hate lidarxistin.

Tê payîn ku axaftin bi navê Meclisa Sivîl a Reqayê, QSD`ê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Partiya Sûriya Pêşerojê û Kombûna Jinên Zenûbiya were kirin.

Her wiha dê staran û şano ji aliyê komên ji Reqa û Tebqayê ve werin pêşkêşkirin.

(bx)

ANHA