Ezab El-Ebûd: Armanca gefên dewleta Tirk vejandina çeteyên DAIŞ`ê ye  

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxa Minbicê Ezab El-Ebûd got gefên dawîn ên berpirsên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo xirabkirina ewlehî û aramiya herêmê û zindîkirina DAIŞ'ê ye.

Ezab El-Ebûd: Armanca gefên dewleta Tirk vejandina çeteyên DAIŞ`ê ye  
20 cotmeh, 2021   09:08
MINBIC – NÎHAD KERHO

Careke din rayedarên dewleta Tirk a dagirker gefên dagirkirinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwin.

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxa Minbicê Ezab El-Ebûd di vê derbarê de got: "Daxuyaniyên dawîn ên berpirsên dewleta Tirk ku dê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet Til Rifet, bikin ne tiştekî nû ye. Ji destpêka aloziya Sûriyê ve dewleta Tirk rewşên hundirîn û şerê Sûriyê bi kar tîne da ku dagirkeriya xwe li Sûriyê berfireh bike.”

Ezab El-Ebûd wiha domand: "Çavnebariya dewleta Tirk ne tenê di Sûriyê de ye, lê belê li Lîbya, Azerbêcan, Ermenistan, Iraq û heke ji destê wê hatiba dê serweriya xwe li ser hemû dewletên Rojhilata Navîn ferz kiriba. Ji ber wê jî bi hincetên derew, destwerdana wan dewletan dike."

Ezab El-Ebûd destnîşan kir ku dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyê ve destekê dide rêxistinên terorîst û wiha domand: "Ew komên sûrî yên di bin fermana wê de, kirin çete. Her wiha rola wê di destekdayîna çeteyên DAIŞ`ê de bi hemû rêbazan; vekirina sînor ji wan re, hêsankirina derbasbûna wan ji xaka Sûriyê re, perwerdekirina wan di baregehên taybet de û veşartina sûcên çeteyên DAIŞ’ê heye."

Ezab El-Ebûd di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Piştî rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji terorê, gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe û bi saya projeya biratiya gelan û jiyana hevbeş, hêzek ava kir û rola wê di parastina ewlehî û aramiya herêmên me de pir mezin bûn. Niha jî hin berpirsên dewleta Tirk derketine û bi hinceta şerê li dijî terorê gefan li ewlehiya me dixwin. Îro xwediyê terorê AKP`ê ye. Armanca wê ew e ku herêmê di nava şer û tevliheviyê de bihêle. Ji ber wê jî hewl didin çeteyên DAIŞ`ê û terorê vejînin."

El-Ebûd wiha domand: "Lehengî û destkefiyên QSD`ê di cîhanê de bûne sembol. Dewleta Tirk dixwaze vê hêzê tune bike da ku serweriya xwe li ser herêmê ferz bike û tevliheviyê belav bike. Gelo dema çeteyên DAIŞ`ê serweriya xwe li ser herêmê ferz kiribû, dewleta Tirk li ku bû? Çima tu helwest eşkere nekir, me tu daxuyaniyên wê yên şermezarkirinê nedîtin."

Her wiha El-Ebûd got: "Çeteyên ku destekê ji dewleta Tirk digirin, îro li herêmên dagirkirî rûyê veşartî yê çeteyên DAIŞ`ê ne û tişta ku li Efrîna dagirkirî, Serêkaniyê û Girê Spî dikin mînaka vê yekê ye."

Ezab El-Ebûd bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Armanca rayedarên Tirk ew e ku serkeftinên sexte bi dest bixin da ku aloziyên xwe yên hundirîn û qeyrana aborî veşêrin."

(bx)

ANHA