Meclisa Jinan a Zanîngeha Rojava duyemîn civîna xwe ya berfireh li dar xist

Meclisa Jinan a Zanîngeha Rojava bi dirûşma “Zanist bêyî ramana jinan nabe, bi rihê şoreşa jinan em ê zanistê bi pêş bixin” duyemîn civîna xwe ya berfireh li dar xist.

Meclisa Jinan a Zanîngeha Rojava duyemîn civîna xwe ya berfireh li dar xist
Meclisa Jinan a Zanîngeha Rojava duyemîn civîna xwe ya berfireh li dar xist
Meclisa Jinan a Zanîngeha Rojava duyemîn civîna xwe ya berfireh li dar xist
Meclisa Jinan a Zanîngeha Rojava duyemîn civîna xwe ya berfireh li dar xist
20 cotmeh, 2021   09:46
QAMIŞLO

Civîn li hola Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişloyê bi amadebûna nûnerên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kongreya Star, zanîngehên Kobanê û El-Şerq, Akademiya Jineolojiyê, Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê  û bi dehan endamên meclisê hat lidarxistin.

Hevseroka Komîteya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rohan Mistefa di civînê de axivî û diyar kir ku ji bo wan lidarxistina civîneke ji bo zanistê tişteke pîroz û binirx e, ji ber ku ew dizanin jin di dîrokê de ji gelek qadan hatine dûrxistin.

Rohan Mistefa da xuyakirin ku bi destpêkirina şoreşa Rojava re jinan di hemû qadên jiyanê de xwe bi rêxistin kir û şoreşeke din di nava şoreşa Rojava de ava kirin û wiha dom kir: “Şoreşeke ku bingeha xwe ji têkoşîn û berxwedana bi hezarên salan girtiye, jinê têkoşîna xwe li dijî zîhniyeta baviksalar kir ku hebûn û vîna jinan qebûl nake. Jin berdêl û kedeke pir mezin didin, ji ber ku jinan ne tenê li dijî êrişan şer kir, li dijî hişmendî û kevneşopên heyî jî li ber xwe da.”

Piştre şervana YPJ`ê Roksan Mihemed jî axivî û diyar kir ku lidarxistina vê civînê bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan e ku jineolojî bi pêş xist û îro di bin siya wê de jin tê dikoşin.

Her wiha Cîgira Hevserokatiya Zanîngeha El-Şerq Rena Ebdulqadir civîn li hemû jinên ku cihê xwe di qada perwerdeyê de digirin, pîroz kir. Paşê Berdevka Akademiya Jineolojiyê Hena Dawûd jî axivî û kêfxweşiya xwe der barê avakirina bingeheke ji bo zanista jinan de nîşan da.

Piştre rapor û rêziknameya Meclisa Jinan a Zanîngeha Rojava hat xwendin û civîn li ber ragihandinê hat girtin.

Tê payîn ku civîn bi hilbijartina berdevekên nû, her wiha bi pejirandina logoyeke nû ji bo Meclisa Jinan a Zanîngeha Rojava bi dawî bibe.

Yekemîn civîna berfireh a Meclisa Jin a Zanîngeha Rojava di sala 2018`an de hatibû lidarxisin.

(sb)

ANHA