​​​​​​​Hêzên hikumeta Şamê bajarokê Erîha yê Idlibê topbaran kir

Hêzên hikumeta Şamê êrişî bajarokê Erîha yê gundewarên başûrê Idlibê kir. Di encamê de zêdetirî 20 kes birîndar bûn û 5 kes jî hatin kuştin.

​​​​​​​Hêzên hikumeta Şamê bajarokê Erîha yê Idlibê topbaran kir
20 cotmeh, 2021   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê bajarokê Erîha yê gundewarên başûrê Idlibê topbaran kir. Di encamê de 5 kes hatin kuştin ku di nav de du zarok û jinek jî hene.

Tê payîn ku hejmara kuştiyan zêde bibe, ji ber ku zêdetirî 20 birîndar hene û rewşa hinekan giran e.

(dx)