Rojnameyên erebî: Rûsya û hikumeta Şamê li Helebê peyaman didin dagirkeriya Tirk

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa rageşiya li gundewarên Helebê, peyamên Rûsya û Şamê ji dewleta Tirk a dagirker re, aloziya Lubnanê û encamên hilbijartinên Iraqê kir.

Rojnameyên erebî: Rûsya û hikumeta Şamê li Helebê peyaman didin dagirkeriya Tirk
20 cotmeh, 2021   06:59
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LI TIL RIFETÊ SEWQIYATÊN RÛSYAYÊ Û PEYAMÊN WÊ JI DAGIRKERIYA TIRK RE’

Rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Şahidên ji gundewarên Helebê got artêşa Rûsyayê û hêzên rejîma Sûriyê li eniyên şer ên Til Rifetê ya gundewarên Helebê û herêmên rasthatina bi artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê re, sewqiyat pêk anîn ku di nav de tankên T-90 û panzêrên BMP-2 jî hene.

Balafirên bêmirov ên Tirkiyê îna borî belavok ji asîman de avêtin û sivîl hişyar kirin ku dûrî nuqteyên leşkerî bikevin, her wiha gefa pêkanîna êrişeke leşkerî li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) xwar ku ku Koalîsyona Navneteweyî piştgiriyê didê.

Duh rûspî û şêniyên Til Rifetê û herêmên Şehbayê daxuyaniyek da û tê de zêdebûna gefên dewleta Tirk şermezar kirin. Meclisa navçeya Til Rifetê duh bi daxuyaniyekê ku li ser malperên endamên wê hate belavkirin, got ew ê bersiva her dijminahiyekê bidin û ew ê li ber xwe bidin. Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk bi bihaneya parastina ewlehiya xwe ya neteweyî herêmên din ên Sûriyê dagir dike, di heman demê de hewldanên navneteweyî yên çareserkirina aloziya Sûriyê dewam dikin.

Serokê meclisê Mihemed Henan bi bîr xist ku gelên herêmê biryara berxwedanê li hemberî êrişên Tirkiyê daye.

Şahidan û şêniyên herêmê got hêzên hikumeta Şamê û artêşa Rûsyayê yên li herêmên Til Rifetê û herêmên Şehbayê bi cih bûne, beriya du rojan li eniyên şer û herêmên rasthatina bi artêşa Tirk a dagireker û çeteyên wê re li aliyekî û herêmên QSD`ê li aliyekî din, sewqiyatên leşkerî pêk anîn û erebeyên leşkerî berê xwe da gundên Malikiyê û Şewarixa yên li gundewarên bakurê Helebê ku di çend rojên dawîn de bi dijwarî hatibûn topbarankirin.”

‘LIDARXISTINA HILBIJATINÊN PÊŞWEXT LI LUBNANÊ RÊ LI BER TÊKÇÛNA ABORÎ NAGIRE’

Rojnameya El-Ereb jî têkildarî rewşa Lubnanê wiha nivîsî: “Roja sêşemê Parlamentoya Lubnanê li ser lidarxistina hilbijartinên parlamantoyê di 27`ê Adarê de li şûna 8`ê Gulana 2022`yan, erê kir. Bi vê yekê tenê li pêş hikumeta serokwezîr Necîb Mîqatî çend meh dimînin da ku dan û standinên bi Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) re geş bike û têkçûna aborî ya li welêt bi dawî bike.

Dema parlamentoya nû were avakirin, dê hikumeta Mîqatî wekî hikumeta meşandina kar bimîne, heta ku serokwezîrekî nû ji bo avakirina hikumetê tê erkdarkirin.

Mîqatî soza lidarxistina hilbijartinan bêyî derengxistin da ku hikumetên rojavayî jî banga wê yekê kiribû. Lê belê nakokiyên têkildarî lêpirsînên teqîna li bendera Beyrûtê ya sala borî, gefê li vê hikumetê dixwe.”

‘SENARYOYÊN PIŞTÎ HILBIJARTINÊN IRAQÊ’

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî rewşa Iraqê wiha nivîsî: “Hilbijartinên Iraqê ku li gorî encamên destpêkê Şepêla Sedr a yekemîn bû û bloka girêdayî Îranê bi paş ketibû, derî li pêş dan û standinên ji bo hilbijartina serokwezîrekî nû û avakirina hikumetê vekir. Li gel parlamentoya jihevketî û xwepêşandanên aliyên binkeftî li dar xistine, xuya ye dê rêgeha hikumeta nû dirêj û dijwar be.

Encamên dawîn ên fermî dê piştî çend hefteyan derkevin, ev yek nîşaneya gelek xalên bigirêk dide. Gelo kî dê wekî serokê hikumeta bê were hilbijartin? Dê çawa hevbendî pêk werin? Dê rola Îranê çi be? Yên serbixwe dê çi qas bikarin di rewşa heyî de bandorê lê bikin?”

(cx)