Pêkhateyên herêmê: Em ê li hember êrişeke muhtemel li dijî herêmê bisekinin

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotin, ew ê li hember êrişên dagirkirinê yê dewleta Tirk bêdeng nemînin û bêdengiya navneteweyî ya derbarê bûyerên li herêmê diqewimin de, şermezar kirin.

Pêkhateyên herêmê: Em ê li hember êrişeke muhtemel li dijî herêmê bisekinin
20 cotmeh, 2021   06:11
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

Dewleta Tirk êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne û di demên dawî de rayedarên AKP'ê gefên êriş û dagirkirina herêmên nû zêdekirine.

Êrişên dewleta Tirk û gefên wê yên dawî hêrsek li gel şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî çêkir.

Pêkhateyên bajarê Hesekê di vê derbarê de ji ANHA`yê re axivîn û gotin, armanca sereke ya dewleta Tirk projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser têk bibe û aramî û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên herêmê de têk bibe.

Ji berpirsên Meclisa Şêwirî û Kombûna Olan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêx Mihemed Ubeydullah El-Qadirî behsa ne rastiya îdiyayên dewleta Tirk û çeteyên wê di rizgarkirina herêman de kir û ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk zalim e û îdiya dike ku ew adil e. Em ji bilî zilm, birçîbûn û dagirkirina welatên cîranan pêve tiştekî din nabînin."

 ‘ARMANCA DEWLETA TIRK RÊVEBERIYA XWESER TUNE BIKE‘

Şêx El-Qadirî di axaftina xwe de behsa destwerdana dewleta Tirk li karûbarê Sûriyê û dagirkirina xaka wê di bi navê fitûhatan de kir û wiha axivî: "Gelo fitûhat bi kuştina şêniyên ewle ku rojekê gef li dewleta Tirk yan jî li dewletên cîran ne xwarine, tê kirin!"

Şêx El-Qadirî destnîşan kir ku xwediyê wijdanan dê itîrafê bi sûcên dewleta Tirk bikin ku tirsê belav dike, gefên dagirkerî, kuştin û hilweşandinê li dijî pêkhateyên herêmê dixwe.

El-Qadirî her wiha diyar kir ku dewleta Tirk gelek bajarên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêyî tu mafî dagir kirine, li şûna xwe tenê hilweşadin, talankirin, dizî, kuştin û belavbûnê tirsê di nava şêniyên herêmê de, hiştiye.

El-Qadirî got, armanca dewleta Tirk ji êriş û gefên li ser herêmê, tunekirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e ku rûyê rast ji hemû olan re derxist û armanca wê avakirina mirovan, jiyana hevbeş, belavbûna wekhevî û edaleta mirovî ye.

El-Qadirî di axaftina xwe de diyar kir ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêkhateyên xwe yên cûda dê li hember êrişên li ser herêmê bisekine û sekna pêkhateyan li ser projeya Rêveberiya Xweser û pîvanê parastina rewa ye.

El-Qadirî helwesta hêzên herêmî û navneteweyî ji êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê şermezar kir û ev tişt anî ziman: "Çawa dewletên mezin derfetê didin vê zilm û dagirkirina xaka cîranan û tu helwestê eşkere nakin."

Şêx Mihemed El-Qadirî di dawiyê de bang li hêzên navneteweyî û herêmî kir ku bi aştiyê re bisekinin û destekê bidin avakirina civakeke mirovî. Her wiha banga berxwedanê li hemberî dewleta Tirk û çeteyên wê kir.

Têkildarî mijarê, hevserokê Nivîsgeha Ol û Baweriyan a Herêma Cizîrê Dawud Iliyas Ebdulehed ku ji pêkhateyên suryan ev tişt got: "Dewleta Tirk dewleteke osamanî mêtînger e. Bi darê zorê di nava 400 salî de serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn ferz kir û sûcên şer û dijî mirovahiyê pêk anî."

Ilyas da zanîn ku dewleta Tirk li ser esasê dagirkirinê hatiye avakirin û wiha domand: "Dewleta Tirk bi hinceta avakirina herêmên ewle li seranserî xeta sînor derbasî xaka Sûriyê bû. Lê ew ji bo berjewendiyên xwe derbasî herêmê bû û li pêşiya çavên tevahî cîhanê herêmê dagir kir."

Dawud Iliyas di axaftina xwe de got, dewletên mezin destekê didin dewleta Tirk di êrişên li ser herêmê de, dagirkirin li gorî berjewendiyên wê ye û ev jî ji ber bêdengiya li hember bûyerên ku li herêmê têne kirin.

Iliyas gefên dewleta Tirk û dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û diyar kir ku dagirkiriya osmanî dagirkeriyeke xeter e û xwedî dîrokeke reş û tijî komkujî ye.

Têkildarî armanca dewleta Tirk ji dagirkirina nû ji rêveberên Meclisa Civaka Ermen ya Hesekê Arîv Kasabian wiha axivî: "Armanc ji êrişên artêşa Tirk û gefên wê yên li ser herêmê ew e ku komkujiyên bi ser ermen û kurdan di nava dîrokê de hatine kirin dûbare bike û komkujiyên ku rojane li herêmên dagirkirî têne kirin weke Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî jî berdewam bike."

Arîv Kasabian da zanîn ku pêkhateyên herêmê li hember êrişan disekinin, dê li hember hewldanên dagirkirina herêmên nû yên  Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin û got: "Li ser esas û pîvanê projeya heyî ya biratiya gelan em ê li ber xwe bidin û dê bêdeng nemînin."

Arîv Kasabian di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku li hember bûyerên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin û sûcên dijî mirovahiyê ku dewleta Tirk li dijî pêkhateyên herêmê pêk tîne, bêdeng nemîne.

(bx)

ANHA