Şêniyên Efrîn û Til Rifetê: Biryara me berxwedan e û çarenûsa me yek e

Şêniyên Efrîn û navçeya Til Rifetê gotin, ew ê bi berxwedaneke hevpar li hemberî her êrişeke ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bisekinin, ji ber ku çarenûsa wan yek e.

Şêniyên Efrîn û Til Rifetê: Biryara me berxwedan e û çarenûsa me yek e
20 cotmeh, 2021   02:41
ŞEHBA

Têkildarî gefxwarinên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ên li ser navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê ku derdora 21 hezar kes lê dimînin,  şêniyên navçeya û koçberên Efrînê got, ew nahêlin ku Erdogan û çeteyên wê derbasî kantona Şehbayê bibin.

Emîne Zînkî ya ji Efrînê diyar kir ku ev 4 salin artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navçeya Til Rifetê ku niştecihên resen û koçberên Efrînê lê dimînin topbaran dikin û rojane gefên êrişeke nû li ser navçeyê dixwe.

Koçberê bi navê Îbrahîm Rîhanî jî got, dewleta Tirk hewl dide Şehba ji şêniyên wê vala bike û qada dagirkeriya xwe li Sûriyê berfireh bike û wiha domand: " Armanca dewlet Tirk ew e ku demografiya herêmê biguhere û planên pêşiyên xwe yên osmanî an ku Mîsaqa Millî  zind bike. Di heman demê de hewl dide krîzên xwe yên navxweyî derxîne derveyî Tirkiyê û raya giştî ya cîhanê derbarê rewşa welat de biguhere."

Îbrahîm Rîhanî got: "Biryara me berxwedan û sekina li hemberî dagirkeriyê ye. Em ê heta serkftin û vegera li Efrînê li ber xwe bidin û ji vê biryara venagerin."

Hevseroka Meclisa Navçeya Til Rifetê Zeyneb Silêman da zanîn ku gefên Tirkiyê yên li ser Til Rifetê berdewam in û bal kişand ser taybetmendiya navçeyê û cihê wê yê stratejîk ku li nêzî rêya M4 e ya ku Heleb bi Dîlokê ve girêdide.

Zeyneb Silêman diyar kir ku koçberên Efrînê yên li Til Rifetê rastiya dewleta Tirk û hewldanên wê dizanin û evli axaftina xwe zêde kir: "Em di meclisa Til Rifetê de me şêniyên xwe birêxistin kirine da ku rastiya dijmin teşhîr bikin û çawa li hemberî êrişên muhtemel bisekinin."

Hevseroka Meclisa Navçeya Til Rifetê Zeyneb Silêman destnîşan kir ku gel êdî ji berê bêtir birêxistinkirî bûye.

Şêniyên Til Rifetê jî anîn ziman ku ew ê nahêlin ku dagirkeriya Tirk bi çi îdia û hincetî be şerê xwe bighîne herêmên Şehbayê, her wiha got: "Çarenûsa me û ya koçberên Efrînê yek e, em ê mil bi mil li ber xwe bidin heta ku Efrîn û her buhosteke ku Tirkiyê û çeteyên wê dagirkirine, rizgar bikin."

Şêniyê bi navê Eburehman Ebdurehman destnîşan kir ku armanca osmaniyên nû ew ku planên pîşeyên xwe vegerîne, tevna civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hev bixe û demografiya herêmê biguherin.

Ebdurehman da zanîn ku îdiayên dewleta Tirk a dagirker ku Til Rifetê ji niştecihên wê yên resen vala bûye û wiha domand: "Ev îdia tenê hincet ji bo dagirkirinê ye. Em niştecihên resen û şêniyên Efrînê bi hev re dijîn heya ku bajarê wan were rizgarkirin û lê vegerin."

Ebdurehman Ebdurehman sûcên dewleta Tirk ên li dijî kurdan şermezar kir ku got, şêniyên Til Rifetê amade ne, li hemberî her êrişeke dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bisekinin.

Jina bi navê Neda Mihemed diyar kir ku topên dagirkeriya Tirk ferq û cudahiyê naxe navber niştecihên resen û koçberan û got, xema yekane ya Tirkiyê qirkirina gelan e, di serî de gelê Kurd e ku bi awayekî domdar kampên wan dike hedef.

Mihemed Oso jî wiha got: "Gefên Tirkiyê yên êrişeke nû li ser navçeya Til Rifetê vîn û îsrara me ya berxwedanê xurt dike."

Hêjaya bi bêrxistinê ye ku dewleta Tirk du komkujî li Til Rifetê pêk anîn. Ya yekemîn di 2'ê Mijdara 2019'an de bû, di encamê de di nav de 8 zarok, bi giştî 10 sivîl şehîd bûn û 18 jî birîndar bûn, ya duyemîn di 22'yê Çileya heman salê de bûn, di encamê de 3 zarok û jinek şehîd bûn. Her wiha rojane navçeyê topbaran dike.

(dm)

ANHA