ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-10-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-10-2021
19 cotmeh, 2021   23:00

-Şêniyên Hesekê û endamên Sendîqeya Endizyaran a Herêma Cizîrê çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalka dewr digirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Zarokên Şilêr a Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Zarokan bi diruşma "Zarok hêviyên pêşerojê ne" çalakiyekê li ber avahiya Şaredariya Gel a Qamişlo li dar dixe, saet 16:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Efrîn û navçeya Til Rifetê gotin, ew ê bi berxwedaneke hevpar li hemberî her êrişeke ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bisekinin, ji ber ku çarenûsa wan yek e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Piştî ku Talîban Efganistan kontrol kir, tundiya li wir zêde bû. Li gorî pisporên komên îslamî dibe bûyerên tundî û kuştinê li wir zêdetir dibin û serweriya DAIŞ'ê berfirehtir bibe. (BI WÊNE).

-Welatiyên ji pêkhateyên Ereb ên Şehbayê bang li hemû kesên bi demokrasiyê bawir in ku ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdulalh Ocalan serî hil din. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya konvendanê ya li deriyê Sêmalka yê bi daxwaza cenazeyên gerîlayên ku di kemîna PDK'ê de şehîd bûne, dikeve hefteya xwe ya 3'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên misilman û xirstiyan teqez kir ku ew ê li hember êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê bêdeng nemînin û bêdengiya navneteweyî derbarê bûyerên li herêmê diqewimin de, şermezar kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Siyasetmedar û fermandarê Hêzên Berxwedana Sûriyê Mîhraç Ural, Rêkeftina Edeneyê wek 'Li dijî hêzên berxwedanê hewldana derbeyê' pênase kir û got “Îro helwesta rast a Rojava, hebûna wê bi xeta xwe ya serhildêr, têkçûn û bêencambûna Rêkeftina Edeneyê nîşan dide.” (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Adem Uzun da xuyakirin ku dewleta Tirk li pêş çavê cîhanê li dijî gelê Kurd çekên kîmyewî bi kar tîne û ev hişyarî da “Heke dewleta Tirk li hemberî gerîla bi pêş ve biçe, dê pêvajoyeke nû ya şer li tevahiya Kurdistan û Rojhilata Navîn dest pê bike." (BI WÊNE).

- Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbic û gundewarên wê Ezab El-Ebûd got, daxuyaniyên dawî yên berpirsên dewleta Tirk û gefên wan li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo xirakirina ewlehî û aramiya herêmê ye her wiha da ku çeteyên DAIŞ`ê çalak bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Bi destpêka rizgarkirina bajarê Reqa ji çeteyên DAIŞ'ê re, jinan bi saya projeya neteweya demokratîk gavên xurt ber bi pêvajoya avakirin, guhertin û rêxistinkirinê ve avêtin da ku dîroka bajar ji nû ve binîvisînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Meclisa RJAK'ê Jîno Reşîd diyar kir ku sedema girtina endamên wan ji hêla PDK'ê ve ew e ku PDK'ê li derveyî partiya xwe tu saziyên jinan qebûl nake. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Dayikê gerîla Orhan ê ji aliyê PDK'ê ve hate şehîdxistin bang li PDK'ê kir ku dev ji xiyanet û xizmeta dewleta Tirk a dagirker berde. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Ciwanên Kobanê piştgiriya xwe ji xwepêşandêrên Sêmalkayê re nîşan da û da zanîn ku divê PDK’ê bersiva xwestekên malbatên gerîlayên ku di kemîneke PDK’ê de şehîd bûbûn, bide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA