Adem Uzun: Dewleta Tirk dixwaze li Rojhilata Navîn bêîstiqrarî bidome

Adem Uzun da xuyakirin ku dewleta Tirk li pêş çavê cîhanê li dijî gelê Kurd çekên kîmyewî bi kar tîne û ev hişyarî da “Heke dewleta Tirk li hemberî gerîla bi pêş ve biçe, dê pêvajoyeke nû ya şer li tevahiya Kurdistan û Rojhilata Navîn dest pê bike."

Adem Uzun: Dewleta Tirk dixwaze li Rojhilata Navîn bêîstiqrarî bidome
20 cotmeh, 2021   04:19
NAVENDA NÛÇEYAN - ZANA DENIZ

Artêşa Tirk a dagirker ku di êrişên dagirkeriyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê li hember gerîlayan têk çûye, di tunelên şer de ku tê de asê maye, bikaranîna çekên kîmyewî didomîne.

Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Adem Uzun da xuyakirin ku konsepta tunekirinê ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî gelê Kurd, li hember berxwedana gerîla têk diçe û ji ANHA'yê re diyar kir ku artêşa Tirk rêbazên qirêjî yên şer li pêş çavê cîhanê bi kar tîne û li dijî hêzên gerîla çekên kîmyewî bi kar anîne.

Adem Uzun diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide gelê Kurd qir bike û got: "Dewleta Tirk çekên kîmyewî li dijî gelê Kurd wek rêbazeke şerê qirêjî û bêhiqûqî bi kar tîne. Hewl dide gelek herêmên Başûr vala bike û wan deran bê mirov bihêle. PKK yekane hêz e ku li dijî siyaseta îmhayê ya artêşa Tirk a li dijî Kurdan disekine.  Artêşa Tirk, ji bo berxwedana mezin a gerîla ya li tunelên şer bişikîne û gel bitirsîne, di êrişên dagirkeriyê de gazên kîmyewî bi kar tîne."

Uzun da xuyakirin ku heke artêşa Tirk di êrişa dagirkeriyê de bi ser bikeve, dixwaze şer li Başûr berbelav bike û ber bi Mûsil, Kerkûk û Şengalê ve bi pêş ve biçe. Uzun wiha pê de çû: "Dewleta Tirk di êrişa xwe ya li dijî Başûr de hemû teknolojiyê bi kar tîne. Li hemberî van hemû teknîkan gerîla bi taktîka serdema nû re li dijî mêtingeran berxwedaneke mezin dimeşîne. Artêşa Tirk dest pê kir di tunelên şer de li hember zarokên gelê Kurd çekên kîmyewî bi kar tîne. Bi vê êrişê armanc dike ku polîtîkaya xwe ya qirkirinê ya li dijî gelê Kurd bidomîne."

Adem Uzun got bi êrişa bi gazên kîmyewî dewleta Tirk hewl dide dest deyne ser îradeya gelê Kurd û bi berdewamî got: "Gerîla berxwedaneke mezin dimeşîne. Tevî bang û delîlên li gelek saziyên navneteweyî yên li ser bikaranîna çekên kîmyewî ya artêşa Tirk li dijî gerîla, saziyên mafên mirovan ji aliyê dewletên xwe ve hatin astengkirin. Ev yek têkiliya berjewendiyê ya dewletan û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî radixe pêş çavan."  

Uzun da xuyakirin ku rêveberên KCK û PKK'ê bang li gelek saziyên wekî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) û UNICEF'ê kiriye ku gazên kîmyewî yên di êrişên dagirkeriyê de hatine bikaranîn, lêkolîn bikin û got: "Bi taybetî KCK'ê nameyek şand û bang kir. Heta niha jî van dezgehan tu bersiv nedane. Ji Brîtanya, Almanya, Fransa, Kanada, DYA û Rûsyayê re name şandin da ku lêkolînan bikin. Brîtanya û Almanyayê diyar kir ku wan name wergirtine, pêvajoyê ji nêz ve dişopînin û di têkoşîna wê ya li dijî terorê de destekê didin dewleta Tirk. Dewleta Tirk ji ber ku êrişî xaka welatekî din dike, sûc dike. Welatên destekê didin wê, şirîkên vî sûcî ne. Bi awayekî ku ji normên hiqûqî û gerdûnî dûr bin, peymanên xwe yên navneteweyî paşguh dikin. Ev dewlet bi giştî civakê û gelan dikin qurbaniyên siyaseta xwe ya berjewendîperest. Em dibînin ku gelên li van welatan  dijîn di her firsendê de li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk disekinin."  

Adem Uzun da xuyakirin ku sivîlên li gundên derdorê dijîn jî ji êrişên kîmyewî zirarê dibinin û wiha dewam kir: "Herî dawî di çapemeniyê de hatibû ragihandin ku ji gazên kîmyewî zirar daye gundiyan jî. Divê heyetên sivîl ji bo lêkolînkirina vê mijarê biçin herêmê. Herî dawî heyetên ku ewropî jî di nav de bûn, xwestin biçin Başûr, lê heyet ji aliyê PDK'ê ve hatin astengkirin. Di vê navberê de hikumeta Iraqê li hember êrişên dagirkeriyê heta niha bê deng dimîne û bi dewleta Tirk re lihevkirinên cuda yên leşkerî didomîne. Iraq û hikumeta Başûr şirîkên sûcên şer ên dewleta Tirk in."   

Uzun bi bîr xist ku Sedam Huseyîn di navbera salên 1986-1990'î de li dijî gelê Kurd çekên kîmyewî jî bi kar anîne û got: "Di êrişên kîmyewî de bi hezaran mirovên me hatin qetilkirin. Îro jî Erdogan û dewleta Tirk heman rêbazê bi kar tînin. Hêzên navneteweyî hem di wê serdemê de hem jî di roja me ya îro de, bê deng in. Ji ber berjewendiyên xwe yên di wê pêvajoyê de mudaxele nekirin? Di wê demê de hêviyên xwe bi Sedam ve girê didan, lê dema berjewendiyên wan qediyan, yekser li dijî Sedam operasyon kirin. Dewleta Tirk li dijî gele Kurd vê carê van çekan bi kar tîne. Bêdengiya van dewletan di heman demê de tê wateya lêpirsînkirina rewabûna wan. Divê gelê Kurd li her derê li ber bêdengiyê rabe û bixwaze ku dewleta Tirk ji ber bikaranîna çekên kîmyewî bê cezakirin."  

Adem Uzun got êrişên dewleta Tirk a dagirker ne tenê li hemberî gerîla ne, li dijî tevahiya gelê Kurd in û wiha dawî li nirxandina xwe anî: “Dixwazin gelê Kurd bi van êrişan tesfiye bikin. Divê em pêşî li êrişên dewleta Tirk bigirin. Dewleta Tirk her wiha hewl dide li Rojhilata Navîn rê li ber bêaramiyeke nû veke. Heke li hemberî gerîla bi pêş bikeve, dê pêvajoyeke nû ya şer li tevahiya Kurdistan û Rojhilata Navîn dest pê bike. Divê gelê me berxwedana gerîla ya bêrawestan hembêz bike û vê berxwedanê ji tunelên şer li her derê belav bike. Di heman demê de divê em kesên destê wan di van êrişên dagirker de hene, derxin holê. Di demekê de ji bo gelê Kurd kêr ew qasî nêzî hestî bûye, kes nikare çavên xwe li van êrişan bigire."

Çi bûbû?

Dewleta Tirk a dagirker di 13 'ê Cotmehê de li Serêkaniyê bi fosfora spî ya qedexekirî sivîl kirin hedef. Di êrişa bi çekên kîmyewî de, zarok jî di nav de, bi dehan kes birîndar bûn. Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) da xuyakirin ku ew ê agahiyan li cihê bûyerê lêkolîn bike, lê balyozê Tirkiyê yê li Laheyê Şaban Dişli jî di 17'ê Cotmehê de 30 hezar euro pere dabû vê rêxistinê.