Mîhraç Ural: Rêkeftina Edeneyê hewldaneke derbeyê bû

Siyasetmedar û fermandarê Hêzên Berxwedana Sûriyê Mîhraç Ural, Rêkeftina Edeneyê wek 'Li dijî hêzên berxwedanê hewldana derbeyê' pênase kir û got “Îro helwesta rast a Rojava, hebûna wê bi xeta xwe ya serhildêr, têkçûn û bêencambûna Rêkeftina Edeneyê nîşan dide.”

Mîhraç Ural: Rêkeftina Edeneyê hewldaneke derbeyê bû
20 cotmeh, 2021   01:25
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Mîhraç Ural diyar kir ku Erdogan ji dema îmzekirina Rêkeftina Edeneyê ve di hemû êrişên li dijî rêber Abdullah Ocalan de têk çûye û got: "Rêkeftina Edeneyê ji bo kesên ku ew ferz kiriye, bûye gor. Di hemû şerên vê pêvajoyê de rejîma dîkdator û welat têk çû."

Ural diyar kir ku armanc şikandina xeta berxwedanê ya li herêmê ye û hemû senaryoyên şerê qirêjî yên piştî wê di Rêkeftina Edeneyê de hatine diyarkirin.

Di 20'ê Cotmeha 1998'an de Rêkeftina Edeneyê ku ji aliyê cîgirê musteşarê Wezareta Karên Derve ya dewleta Tirk Ugur Ziyal û general Ednan Bedr El-Hesen ve li ser navê Sûriyê, hat îmzekirin, ji bo tesfiyekirina gelê Kurd, Tevgera Azadiyê ya Kurd û rêber Abdullah Ocalan hat îmzekirin.

Piştî nakokiyên têkiliyên di navbera Tirkiye û Sûriyê de serokê wê demê yê DYA'yê Bill Clinton kete navberê, Tirkiye û Sûriye bi navbeynkariya Misirê anîn cem hev û Rêkeftina Edeneyê hat îmzekirin. Wê demê serokkomarê Tirkiyê Suleyman Demîrel, serokwezîr Mesût Yilmaz û wezîrê karên derve Îsmaîl Cem bû. Hafiz Esad serokê Sûriyê bû. Rêkeftina Edeneyê ku bi derketina rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyê re hatiye îmzekirin, niha hewl didin nû bikin.

Dewleta Tirk a dagirker bi serxistina Rêkeftina Edeneyê dixwaze êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewa bike.

Ev peymana nefermî çima hat çêkirin, armancên wê çi bûn, çima tê rojanekirin? Me ev pirs ji Mîhraç Ural pirsîn ku wê demê li Sûriyê bû û di encama peymanê de hate girtin.

Rêkeftina Edeneyê 23 sal li dû xwe hiştin. Piştî derketina rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyê ev Peyman kete meriyetê. Çima lihevkirineke wiha derket holê, çima Sûriyê qebûl kir?   

Hevîr hate strandin û haveyn jê re hewce bû. Rêkeftina Edeneyê haveyn bû.   Geşedanên beriya 23 salan berhema vî hevîrê ne. Pêvajoya ku belaya terorê li Sûriyê belav kir, Sûriye xira kir û şewitand û rê li ber serjêkirina zarokên wê vekir, li dû vê peymanê derket. Di vir de armanca yekane şikandina berxwedana li herêmê bû. Bi vê armancê di demekê de ku gelê Kurd têkoşîna herî birûmet a dîrokî ji bo mafên xwe yên herî bingehîn dida, armanc jê ew bû ku berxwedana gelê Kurd tune bike, piştre hemû berxwedana herêmê têk bibe, doza Filistînê biqedîne û li Sûriyê serî bide tewandin û piştre Îranê û hêzên berxwedêr ji hev bixe.   

Rêvebirê vê însîyatîfê rejîma dîktator a Tirkiyê bû. Li dijî berxwedana Kurdan a bi serokatiya Ocalan ku bûye nûnerê siyasî û hêviya gelê Kurd, DYA-Îsraîlê û Erdogan ê ku hevserokatiya Projeya Rojhilata Navîn a Mezin dabûnê, gava destpêkê avêtin.

Ev peyman xwe bi xwe çênebû. Weke refleksa tevgerên paşverû yên li dijî pêşketinên dîrokî çêbû. Dîroka Sûriyê delîl û daneyeke girîng a vê yekê ye.  Şerê Qadeşê di navbera Misir û Hîtîtiyan de (BZ 1274) şerekî kolonyalîst bû ku gelê Sûriyê desteser kir. Gelên Sûriyê hewl dan li dijî vî şerê mêtingeriyê li ber xwe bidin û li dijî hewldana dagirkirina xaka wan li ber xwe bidin. Paşê Roma hat; di sala 270 (PZ) de li dijî dagirkeriya Romayê, keybanûya Tedmûrê Zenûbiya wek rêbera gelê Sûriyê li ber xwe da. Sûriye welat bû, hemû împaratoriyên dîrokê wek dewletên bajaran dihatin binavkirin lê Sûriye welat bû û Zenûbiyayê bang li welatparêzan kir û hemû gel; pagan, xiristiyan, filozof, zana û mirovên ji hemû çînan li dora xwe kom kirin. Her wiha bi gotina xwe ya navdar "Hêza şaristaniyê dê zû yan dereng, şaristaniya hêzê têk bibe" bandoreke dîrokî jî çêkir. Gelên Sûriyê bi vê hişmendiyê dîroka xwe afirand.  Li hemberî êrişên Bîzansê û Seferên Xaçperestan jî gelê Sûriyê dîsa bi feraseta welatparêziyê li ber xwe da. Di vê serdemê de Seladdîn Eyyûbî yê Kurd pêşengiya gelên Sûriyê kir û bi ser ket û bi berxwedanê axa xwe rizgar kir. Dûre êrişên Selçûqî, Mongol û Osmaniyan çêbûn.

Gelê Sûriyê û rewşenbîrên siyasî di 6'ê Gulana 1916'an de di rojbûna Cemal Paşa El-Seffah de berxwedana xwe li ber sêdaran berdewam kirin. Ev dîrok, li hemberî mêtingerên Fransayê bi heman israrê rabû. Di dîrokê de wek şoreşa mezin a Sûriyê bi serkêşiya Îbrahîm Henano yê Kurd, Şêx Salih El-Elî yê elewî, Hesen El-Herrat û Yûsif El-Ezîm ên Ebre û Sultan Paşa El-Etraş ê durzî li her çar aliyên welêt rabûn ser pêyan û li dijî kolonyaliya Fransa li ber xwe dan. Sûriye ku ji nîvê sedsala 20'an û vir ve li dijî berfirehbûna Îsraîlê derket, bi taybetî li dijî desteka Tirkiyê ya ji bo qraliyeta li Iraqê, li dijî hevkariya bi Îsraîlê re di her rewşê de li bûyerên Lubnan û Filistînê (1958) rabû. Di dema Hafiz Esad de jî xeta berxwedanê bû rêya îdeolojîk a Sûriyê. Piştgiriya fermî ya berxwedana Filistînê di lûtkeya Erebî ya li Mexribê de peyamek ji hemû gelên herêmê re bû ku yekane rêya bidestxistina mafan bû. Ez di wê baweriyê de me ku divê ev xeta berxwedana dîrokî îro li dijî 80 welatên emperyalîst, siyonîst û li dijî dîktatorê wan Erdogan were bilindkirin.

Xeta berxwedanê ya ku serok Ocalan bi feraset û tecrubeyên xwe yên xurt ên dîrokî çêkir, ji Sûriya Esad destekeke watedar girt. Hemû civakê, tevî efserên payebilind ên Sûriyê yên ez nas dikim, bi dilgermî lê dinêrî û destek dida wî. Daxwazên mafdar ên gelê Kurd qebûl kirin. Hin refleksên neteweperestiya Ereb jî li paş sempatiya ji serok Ocalan re man. Ev yek, berhema encamên hewldanên serok Ocalan in ku îro li Rojava tên dîtin. 

Rêkeftina Edeneyê hewldana derbeyê ya li dijî hêzên berxwedanê bû. Di vê qonaxê de gefên şer li dijî berxwedana gelê Kurd dest pê kir. Sûriye ku nîv sedsal e li dijî Îsraîlê şer dike û li rex berxwedana gelê Filistînê disekine, hate xwestin ku berdêla sekna xwe ya li cem gelê Kurd bide. Ev buha di esasê xwe de derbeyeke li berxwedana doza Filistînê bû ku Sûriyê parastina herêmê û gelan dikir.

Ji vî alî ve çeteya sêalî ya Demîrel-Ecevît-Yilmaz ku bi serketina xwe ya Lubnanê re ders da Îsraîlê û dest bi lêdana daholên şer kir, ji bo ku Hafiz Esad ku Projeya Rojhilata Navîn a Mezin têk bir, ji paş ve xencerekê lê bide, bi gurkirina çapemeniya neteweperest her du welat ber bi qada şer ve kaş kirin. Li Reyhanliyê (15 Îlon 1998) fermandarê artêşê Atilla Ateş li ser sînor gef dixwarin û ev yek dihat wê wateyê ku ji paş ve xencerekê li Sûriyê bidin ku wê demê li eniya Îsraîlê bû. Agahiyên ji çavkaniyên cuda ku DYA jî di nav de ye, diyar dikir ku dê li dijî Sûriyê di 9'ê Cotmehê de şer bihata îlankirin.

Me bi serok Ocalan re ku ev tevger ji nêz ve dişopandin, demeke dirêj sohbet kir û got “Ez tu carî naxwazim Sûriye ku 19 sal e mêvandariya min dike, van zextên giran ên ji ber min tên kirin, bibîne. Ev nabe helwesteke birûmet." Sûriyê tu carî cezayek li dijî Serok an jî me ferz nekir. Em azad bûn û me encamên wê didîtin. Serok dizanî ku ew li vî welatî xwedî hêzeke mezin e û pêwîst e ew bê biparêzin. Dîrokê îro li Rojava encamên vê nêzîkatiya rast nîşan dane.

Di encama Rêkeftina Edeneyê de gelek kes hatin girtin. Cenabê te yek ji wan bû. Di wê pêvajoyê de çi bû?

Rêkeftina Edeneyê di Mijdara 1999'an de bû sedema girtina min û salekê di zindana yekkesî de mam. Serok ji Sûriyê derketibû, ez jî li zindanê bûm. Bi vî awayî dest pê kir, Sûriyê dixwest xwe,  xaka xwe, gelê xwe biparêze û şerê xwe li dijî siyonîzmê bidomîne. Komplo piştî derketina Serok berfirehtir bû.  Sûriyê tu carî hewl neda bêhurmetî, kirêtî, astengiyê li Serok bike, jixwe ne pêkan bû. Sûriyê ji bo vê berxwedana gele Kurd hemû derfetên pêwîst pêşkêş kiribûn.

Derketina serok ji Sûriyê gavek bû ku lîstika mezin têk bir. Lê berdêleke xwe hebû. Vê yeke rê li ber qutbûna demkî ya ji berxwedanê vekir. Sûriyê di pêvajoya xwe ya berxwedana dîrokî de piştgirekî xwe winda kiribû. Serok jî Sûriye ku jê re digot "welatê min ê duyemîn."

Rêkeftina Edeneyê hate ferzkirin. Ji bo ku em encamên vê zêdetir bibînin, dewleta Tirk berê  xwe da provokasyonên nû û zextan. Li gorî mantiqê vê pêvajoyê her çendî hin girtin çêbûbin jî û milîtan hatibin radestkirin jî, Sûriyê tu carî li dijî gelê Kurd, rêbertiya wê û avaniya wê ya siyasî gav neavêtiye. Dewleta Tirk ku di vî alî de zext li Sûriye dikir, tu encam bi dest nexistin.  

Di nava şerê 10 salan de hemû hewldanên dewleta Tirk ên bi hevkarên xwe re  ji bo ku her du hêzên dost berde hev, bê encam man. Sûriyê ji bilî pevçûnên biçûk û berteng, li dijî gelê Kurd şer nedikir. Berovajî vê yekê serkeftina rêvebirina hevbeş a Helebê bi hikumeta Sûriyê û Kurdan re berdewam e û mînakeke girîng e ji bo siberoja Sûriyê.  

Divê kes nefikire ku komploya li dijî serok Ocalan bi ser ketiye. Îrade û dengê wî yê azad ji dîwarên zindanê bilindtir bû. Wî ev nişan da. Çawa ku derbe dît, bi ser de çû û dewleta Tirk de çû sazî û xebatkarên herî dijminane yên dewleta Tirk anîn heta hucreya xwe, heta ber lingê xwe. Berxwedana gelê Kurd bi destê xwendekarên wî geştir bû.

Hin siyasetmedar dibêjin ku planên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşeke wê rêkeftinê ne. Hûn vê peymanê çawa dinirxînin û bi peymanê re çi plan hatine danîn?

Rêkeftina Edeneyê protokoleke ewlekariyê ye. Ne peymaneke fermî ye ku ji aliyê parlamentoyê ve hatiye erêkirin. Li ser navê dewleta Tirk cîgirê musteşarê Wezareta Karên Derve Ugur Ziyal û li ser navê Sûriyê general Ednan Bedr El-Hasan (biryara girtina min a salekê di hucreya yekkesî de wî da) îmze kir.

Armanc şikandina xeta berxwedanê ya li herêmê bû. Ji bo tepisandina tevgera azadî û demokrasiyê ya Kurdan bû ku bi pêşengiya serok Ocalan pêk dihat û tepisandina tevgera berxwedanê ya Filistînê bû. Mirov dikare bibêje haveynê hemû senaryoyên şer ên piştî wê, di Rêkeftina Edeneyê de hatine avêtin.  Lê belê ev peyman bi ser neket. Ne karî di zindanê de serederiyê li Serok bike, ne jî li Sûriye. Ketin xefika xwe. Şerê navxweyî yê Sûriyê encama van têkçûnan e.

Lê Erdoganê dîktator, zor li Sûriye kir ku peymaneke fermî pêk bîne. Peymanên ewlekarî û hevkariyê yên 23’yê Kanûna 2009 û 21’ê Berfanbara 2010’an û 26’ê Nîsana 2011’an di rojên destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyê de bi fermî hatin pejirandin. Ev bes e ji bo nîşan bide ku piştî serok Ocalan Sûriye hedefa duyemîn e.

Piştî Rêkeftina Edeneyê guherînên çawa li Sûriyê çêbûn?

Bi Rêkeftina Edeneyê re xwestin berxwedana li Sûriyê û berxwedana gelê Kurd asteng bikin. Ji ber vê yekê şerê navxweyî yê Sûriyê amade kirin. Bi êrişa leşkerî re hewl dan bakurê Sûriyê û bakurê rojhilatê wê bi dest bixin. Pêvajoya qirêjî wek şerê qirkirin û tunekirinê kete rojevê.

Sûriyê bi Rêkeftina Edeneyê tu tişt bi dest nexist. Berovajî wê têkiliya wê ya 12 salan (1998-2010) a bi dewleta Tirk re bi dawî bû. Lê belê dewleta Tirk di mijara PKK'ê de di ser Sûriyê re tiştek bi dest nexist. Ev yek di encama nêrîna Sûriyê ya li ser pirsgirêka Kurd de pêk hat. Iraq, Îran û dewleta Tirk hewl dan Sûriyê dorpêç bikin û berê wê bidin tevgera azadiyê ya gele Kurd û heta Rêkeftina Edeneyê jî çêkiribûn. Lê belê tevî vê yekê jî bi ser neket. Me ev yek di civîna çapemeniyê ya hevpar a Esad-Erdogan a 10'ê Cotmeha 2010'an de dît. Hemû têkiliyên wan ji ber pirsgirêka Kurd qut bûn. Ev tê wateya van salên terorê yên li Sûriyê. Wateya berxwedana Rojava jî heman e, rêveberiya Sûriyê tu carî keda serok Ocalan a ji bo Rojava nekir qurbaniya dewleta Tirk. Îro helwesta rast a Rojava, hebûna wê bi xeta xwe ya serhildêr, nîşana îflasa zelal û bêencambûna Rêkeftina Edeneyê ye.

Erdogan ku gefa êrişa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xaka Sûriyê xwar û gelek caran Rêkeftina Edeneyê bi bîr xist. Lê niha lihevkirineke wiha nehatiye nûkirin. Rûsyayê carinan ji bo pêkanîna peymanê dewleta Tirk piştrast kir. Wateya vê yekê çi ye?

Divê ev yek wek têkçûna dîktator û hawara wî ya dawîn bê dîtin. Tevî hemû bendên Rêkeftina Edeneyê jî tu encam ji hikumeta Sûriyê negirtin û peyman bê wate kir. Hikumeta Sûriyê bi helwestaxwe bersiv da ku niyeta rastîn a vî ehmeqî radixe pêş çavan û di her warî de wî bi mirovahiyê dide naskirin.  

Heke Rûs ji nû ve behsa vê peymanê dikin jî, ji bo Tirkiyê nefesek e da ku sozên xwe bi cih bîne. Di rastiyê de gelek dem di ser Rêkeftina Edeneyê re derbas bûye. Îro ji bo tu bendeke wê peymanê tu çalakî nayên kirin. Esad dê tu carî bi vî xayîn û rejîma wî ya xwînxwar re rûnene. Wateya vê yekê jî ew e ku ev hevdîtinên veşartî dê tu carî pêk neyên. Tenê nûçeyên derew ên çapemeniya wî ne û xwestekên dîktator tînin ser ziman. Di nava 10 salên vî şerî de tu belgeyeke wan hevdîtinan tune ye û dê tune bin jî.

Girê Spî, Serêkaniyê, Efrîn û gelek bajarên din niha ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin. Ev dagirkeriya ku li dijî yekparebûna xaka Sûriyê ye, divê çawa bê şîrovekirin?

Ez van gotin û însîyatîfan wek retorîkeke mêtinger û dagiker dibînim. Hewl didin ji bo talankirina dewlemendiyên Sûriyê yên sererd û binerd ji xwe re rêyekê pê bininin. Kurdan gelek caran dikin hincet, lê rastiya vê yekê nîn e. Kurd xwecihên vê xakê ne, li ser vê xakê zirar nedane kesî. Tu hewldaneke  ku wek terorîzmê bê binavkirin jî nîn e.

Ev xak di 2 hezar salan de gelek caran hate dagirkirin. Lê belê tu kesî nekarî nexşeyên leşkerî yên afirandine, veguherînin nexşeyên rasteqîn ên welat. Ji ber ku welat ji demên kevnar ve bi çandiniyê, niştecihbûnê û jiyanê dibe welat. Barbar tu carî bi van taybetmendiyên xwe li Anatolya û Mezopotamyayê nebûn xwedî karakterekî xwecih. Vê yekê bi awayekî xwezayî têkoşîna welatparêzên Sûriyê li gel welatparêzên Kurd meşrû kir. Di vê pozîsyonê de artêşa Tirk çeteyeke mêtinger a bêexlaq e. Em ê jî bibînin ku kengî eniya Idlibê vebe, dewleta Tirk û artêşa wê li paş xwe jî nanêrin û dê têk biçin.

Niha jî dewleta Tirk gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin. Hek mirov bala xwe bide dema van gefan, divê çawa bên nirxandin?

Ji bo rejîma dîktator Erdogan, derya diqede. Niha di rewşa qelsbûnê de ye û heta ku hilweşe dê wisa be. Gotinên wî yên şer tenê ji bo girtina reflekseke neteweperest a li hemberî raya giştî ya navxweyî ye. Ev rewşa ku tê zanîn, di hilbijartinên pêş de dê bibin şikestineke giran û di lêkolînên raya giştî de jî xuya ye û nîşan dide ku dîktator an dê wekî dînan tiştekî bike yan jî bi blofên xwe re têk biçe.  

Rêgeha Erdogan şaş bûye. Ne ew ne jî kesekî din xwedî wê hêzê nîn in ku pêvajoya leşkerî û siyasî ya rê li ber têkçûnê vedike, bisekinîne. Ji ber vê sedemê, gotinên wekî "hêzên derve" û "êrişkarên derve" pûç in.

Ji dema Rêkeftina Edeneyê ve, xuya ye yê ku hemû tevgerên li dijî serok Ocalan re winda kirin, Erdogan bû. Ev ji bo Sûriyê jî derbasdar e. Ji ber vê jî Rêkeftina Edeneyê ji bo xwediyên xwe bû goristan. Di hemû şerên wê pêvajoyê de rejîma dîktator û welat îflas kir.

Êrişeke muhtemel dê fatoreyeke çawa ji Tirkiyê re çêke?

A rast, fatore jixwe tê birîn. Rejîma dîktator hilweşiyaye û hem ji ber sûcên şer û diziyê, hem jî ji ber zexta desthilata faşîst a li welêt û komkujiyên xwînxwariyê dê were darizandin.

Tirkiye dê neçar bimîne ku bi salan vê fatoreyê bide. Yên li pişt dijminahiyên dîrokî bisekinin, ji bo heman şaşiyê nekin dê careke din bi reçeteyên biêş ên dîrokê re û bi refleksên welatên cîran re rû bi rû bimînin. Divê mirov ji bîr neke ku fatoreya gelê Alman ji ber şopandina Hîtler dide, heta roja îroyîn jî  dewam dike.

MÎHRAÇ URAL KÎ YE?

Mîhraç Ural (Alî Kayali) serokê berê yê Partiya Rizgariya Gel-Eniya Tirkiyê (Acilciler) bû. Niha jî li Sûriyê fermandarê Berxwedanê Sûriyê (Muqaweme Sûrî) ye ku bi xwe ava kiriye. Piştî ku li 12 girtîgehên cuda ma, li Girtîgeha Edeneyê tünel kola hewl da bireve. Îsmaîl Şahîn ê ji doza Dev-Yolê di tunelê de ji ber ku kehrebeyê pê girt, jiyana xwe ji dest da û bi cendirmeyan re pevçûna çekdarî pêk hat. Di 31’ê Tîrmeha 1980’yî de bi şev ji girtîgehê reviya. Di 10'ê Tebaxa 1980'yî de derbasî Sûriyê bû. Di 11'ê Gulana 2013'an de ji ber teqîna li navçeya Reyhanli ya Lîwa Îskenderûnê ku tê de 52 kesan jiyana xwe ji dest da, ji aliyê Serdozgeriya Edeneyê ve biryara lêgerînê ji bo wî hat dayîn. Di çarçoveya pêvajoya aştiyê ya Sûriyê de di Çileya 2018'an de li Soçiyê tev li civîneke navneteweyî bû. Li gorî gotina wî heta niha 16 caran hewldana suîqestê li dijî wî hatiye kirin.

ANHA