4 sal di ser rizgarkirinê re derbas bûn..Jinên Reqayê dîroka bajar ji nû ve dinivîsin

Bi destpêka rizgarkirina bajarê Reqa ji çeteyên DAIŞ'ê re, jinan bi saya projeya neteweya demokratîk gavên xurt ber bi pêvajoya avakirin, guhertin û rêxistinkirinê ve avêtin da ku dîroka bajar ji nû ve binîvisînin.

4 sal di ser rizgarkirinê re derbas bûn..Jinên Reqayê dîroka bajar ji nû ve dinivîsin
19 cotmeh, 2021   23:23
REQA – RUBA EL-ELÎ

4 sal beriya niha, cîhan bû şahidê buyereke mezin di dîroka nûjen e. Ev bûyer rizgarkirina bajarê Reqa "Paytexa Xîlafetê" ya çeteyên DAIŞ'ê ku tevahî cîhanê re bibû kabûs bû.

Çeteyên DAIŞ'ê bajar û hemû herêmên ku dagirkiribûn ji jinan re veguherandibûn mîna girtîgehê. Çeteyan hemû derfetên jiyana civakî tune kiribû û hemû ferdên wê civakê kiribûn leşker û koleyên xwe.  Ev rewş wisa berdewam kir heya ku Hêzên Sûriya Demokratîk )QSD) di 17'ê Cotmeha 2017'an de bajarê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir. Pêngava rizgarkirinê 66 rojan dewam kir, bi vê yekê fîşeka dawî ya di singa DAIŞ'ê de teqank û serkeftina mezin di 20'ê Cotmeha 2017'an de ji cîhanê re ragihand.

Piştî vê bûyera dîrokê, êdî jiyana asayî hêdî hêdî li bajar vegeriya, jin nefesa azadiyê standin û ronahî dîtin. Lê vê carê cûda bû. Ji ber ku jiyan bi hişmendiyeke azad jiyana xwe bi rêxistin kirin û girîngiya hebûna xwe derxistin. Her wiha serkeftina leşkerî bi serkeftineke civakî ya mayînde tacîdar bû û di hemû qadan de kedeke mezin dan. Dîsa jî saziyên taybet bi karûbarên jinan vekirin û di têkoşîna rizgariyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de roleke pêşeng lîstin.

Bi vê boneyê jinên ku di saziyên siyasî û rêveberî yên li Reqayê dixebitin ji ANHA'yê re axivîn.

'BI SAYA NETEWEYA DEMOKRATÎK JINAN ÇARÇEFA REŞ ÇIRANDIN'

Cîgira Meclisa Reqa ya Partiya Sûriya Pêşerojê Zelîxa Ebdî di destpêka axaftina xwe de şervanên QSD'ê yên ku di oxira rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê de şehîd bûne bi bîr anîn û got: "Em vê boneyê li malbatên şehîdan û zarokên wan, li kesên ku di rizgarkirina bajarê Reqayê de ked dane, pîroz dikin û silav li giyanên wan dikin. Her wiha vê boneyê li jinan pîroz dikin ku her tim hewl didin edalet û wekheftiyê pêk bînin."

Zelîxa Ebdî destnîşan kir ku bi saya projeya neteweya demokratîk bajarê Reqayê rizgar bû û jinan çarçefa reş qetandin û di refên pêşîn ên rêxistinkirina civakê û parastina wê de cih girtin. Her wiha got: "Ev proje maf û erke dikeve ser milê me wekî jinên bajarê Reqayê re."

'ŞOREŞEKE RASTEQÎN E'

Zelîxa Ebdî di berdewama axaftina xwe de îşaret bi rola jinan di avakirina saziyên xwe yên taybet kir û wiha pê de çû: "Her kesî li jinan dinêrînin ku wekî lawaz in û nikarin tiştekî bikin. Lê ya herî girîng ji bo me ew e ku divê em berpirsartiya vê rizgarkirinê rakirin, ji ber ku rizgarkirina Reqayê mîna şoreşeke rasteqîn e, divê em hebûna xwe îsbat bikin û serkeftinan pêk bînin da ku ji cîhanê re îsbat bikin ku bêyî jinan civak tune ye."

Zelîxa Ebdî diyar kir ku piştî rizgarkirina Reqa û avakirina saziyên taybet bi jinan, jinên Ereb, Kurd, Çerkes û Ermen ên Reqayê bi hev re dixebitin û wiha axaftina xwe domand: "Ev sazî hemû pêkhateyên herêmê hembêz kir, ne ji bo pêkhateyekî tenê hatine vekirin, lê her pêkhateyek bi çand û zimanê xwe hembêz dike. Ev jî têkoşîn û armanca me ye. Di her malekê de jin zilm û pişaftin dît. Em dixwazin wan ji vê rewşê xilas bikin, ji ber ku em jin me şoreşek li dar xistiye û wê ji bilî têkoşîn û îrade û îsrarê tiştekî din neyine."

Cîgira Meclisa Reqa ya Partiya Sûriya Pêşerojê bi domdarî got: "Rizgarkirina Reqayê pêk hat da ku me ji xeweke kur şiyar bikin û ji kabûsa ku em salan tê de bûn rizgar bikin, da ku hebûn û rastiya hêza jinan di avakirina komele û rêxstinên jinan an ku di nava civaka sivîl de nas bikin. Ji van komele û saziyên jinan tê xwestin ku jinan pewerde bikin û wan pêş bixin, em qebûl nakin ku rola jinan şeklî û paşguhkirî be."

ROLA JIN DI SIYASETÊ DE

Zelîxa Ebdî bal kişand ser rola jinan di qada siyasî de û wiha axivî: "Partiya Sûriya Pêşerojê hate avakirin ku çalakvan û siyasetmendar Hevîn Xelef jê re pêşengtî dikir. Partiyê hişt ku jin cihê xwe di xebata siyasî de bigire. Ji vir peyama rasteqîn a ji bo jinên Reqayê ew bû ku jinan armancên xwe bi cih anîn, di siyasetê de diaxive û xebata siyasî bi rêve dibe, rewşa siyasî ya erdîngariya Sûriyê dinirxîne."

Zelîxa Ebdî îşaret pê kir ku piştî 4 salan ji rizgarkirinê, gelek hêzên navneteweyî rola jinan û hebûna wan di nav partiyên siyasî de ecibandin, ev yek encamên ku jin bi xwe û bi hêza xwe bawer in.

Zelîxa Ebdî diyar kir ku bêyî jina azad tu civak nikare pêş bikeve û pêşketina rewşa jinan a piştî rizgarkirinê bi "Ronesanseke mezin" bi nav kir.

Zelîxa Ebdî bi bîr xist ku Hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa hêjayî Xelata Şaredara Cîhanê hate dîtin û wiha got: "Ji ber xebata wê hêjayî xelatê hate dîtin. Tecrubeya jinan a bi Rêveberiya Xweser re, bi taybet a jinên Reqayê tecrubeyeke rasteqîn e, ku heya niha bi hemû hêza xwe dixebite heta ku gihiştin vê rewşê."

'JINSN TECRUBEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK GIHANDIN QADÊN NAVNETEWEYÎ'

Di berdewama axaftinên xwe de Zelîxa Ebdî  da zanîn ku jinan xwe gihandin qada navneteweyî û dikarîbûn beşdarî hemû civîn û nîqaşên di asta rêxistinên navneteweyî de bibin, behsa sûcên DAIŞ'ê û têkoşîna jinan a di nava 4 salên dawî de bikin. Her wiha got, jinan berhemên berdêlên ku dane girtin.

Cîgira Meclisa Reqa ya Partiya Sûriya Pêşerojê Zelîxa Ebdî di dawiya axaftina xwe de got: "Jinan dikarî tecrûbeya neteweya demokratîk bighînin qadên navneteweyî, ev bi xwe serkeftin û destkeftiyeke ji bo jinên Reqayê ye. Di vir de rol û mohrek  mezin a jinan hebûn ku ferqa mezin a pêşketina xwe îfade bikin."

' RIZGARKIRINA REQAYÊ GIYANÊ BERXWEDANÊ BI XWE RE ANÎ'

Seroka Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro bal kişand ser nûnertya jinan di xebatên sazî û rêvebirinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û got: "Ji bo ku jin azadiya xwe bi dest bixe em rastî gelek astengiyan hatin ku heta roja me ya îro hene, lê ev astengî bandor li me nekirin."

Cîhan Xidro da zanîn ku jinan roleke pêşeng di deste, meclis û rêxistinan de girtin û hin têgehên girêdayî azadiya jinan ên ku di zihniyeta civakê de hatibûn rûniştandin guhertin.

Cîhan Xidro diyar kir ku rizgarkirina bajarê Reqayê encamên têkoşîna û şoreşa jinan e û wiha axaftina xwe berdewam kir: " Rizgarkirina bajarê Reqayê berhemên têkoşîn û şoreşa jinan e, ev şoreş aliyekî xwe yê gel û yê neteweyî heye. Ev şoreş li tevahî cîhanê deng venda û bi awayekî mezin bandor li têkoşînên rizgariyê yên di gelek civakên din de kir, ji ber ku rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û bajarê Reqayê bi taybet bi xwe re giyanê berxwedan û tolhildanê ava kir. Ji ber vê yekê divê em jin li hemberî dijmin li ber xwe bidin."

'ME BI ŞOREŞÊ DEST PÊ KIR Û EM Ê BISERKEVIN'

Cîhan Xidro anî zanîn ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne mînak û got: "Em ê her tim wisa bin, em li ser soza xwe ne ku em ê bixebitin heya ku xwe bighînin tevahî jinên herêmê û wan perwerde bikin, da ku cihê xwe bigirin û di civakan de xwedî bandor bin.

Di nav 4 salan de em bi hemû hêz û enerjiya xwe dixebitin ji bo ku jinan di aliyên siyasî, civakî û çandî de perwerde bikin da ku civakeke exlaq û azad were avakirin, ji ber ku me bi şoreşê dest pê kir û bi berxwedan û îradeyê em ê biserkevin."

Seroka Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro di dawiya axaftina xwe de got: "Rizgarkirina bajarê Reqa ji bo hemû jinên sûrî serkeftineke. Em bi hêvî ne ku herêmên dagirkirî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê werin rizgarkirin û ewlehî û aştî pêk werin, ji ber ku xwîna di ber vê xakê de bû ye. Bi vê boneyê û ji bo pêşeroja me û pêşeroja gelê me em ê yek dest bin."

ANHA