Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Minbicê kesên ku madeyên hişbirê belav dikin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Minbic û Gundewarên wê diyar kir ku di demên dawî de gelek kesên ku madeyên hişbirê belav dikin girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Minbicê kesên ku madeyên hişbirê belav dikin girtin
19 cotmeh, 2021   17:46
MINBIC-NÎHAD KERHO

Endamê Nivîsgeha Têkoşîna Sûca Rêxistinkirî ya Minbic û Gundewarên wê Azad Mihemed li ser toreyên ku hişbiran li Minbic û gundewarên wê difiroşin, ji ajansa me re axivî.

Azad Mihemed wiha got: "Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn me di demên dawî de me bi ser toreyên ku hişbiran difiroşin de girt û  me wan girtin."

Mihemed wiha domand: "Piştî me ew tore şopandin û piştrast bû  ku madeyên hişbirê li gel wan hene û di rêya qaçaqiyê ya navbera herêmên Rêveberiya Xweser û aliyên dijber de ji wan re tên. Piranî ew di rêyên dergehên sînor re bi erebeyên mezin û bi rêya bazirganiya li derveyî herêmê ji wan toreyan re tên. Ew jî li herêmê belav dikin."

Mihemed da zanîn ku piranî kesên dibin qurbaniyê hişbirê û bi kar tînin ciwan in û hin din temenê wan di 40 de ne. Her wiha got, kesên ku madeyên hişbirê belav dikin herî zêde ciwanan dikin hedef.

Azad Mihemed destnîşan kir ku armanca ji derbaskirina kesên ku madeyên hişbirê belav dikin  li herêmên Rêveberiya Xweser ew e ku bandorê li nifşên nû bikin, nezaniyê belav bikin ku bi wê re jî alozê derkeve.

Têkildarî çare û çawaniya têkbirina toreyên ku hişbiran difiroşin Mihemed ev tişt got: "Bi rêya şopandin, komkirina agahiyên li ser kesên bigûman û pêngavên hişyarkirina şêniyan, em dikarin wan têk bibin, her wiha bi rêya kontrolkirina sînor jî em dikarin wan têk bibin, ji ber ku aliyê dijber li ser sînorê Minbicê ye û van madeyan derbas dikin."

Azad Mihemed wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê tevahî şênî xeteriya hişbiran û bandora wan ên neyênî li ser civakê bi giştî û zarokan bi taybet bizanin. Divê malbat zarokên xwe hişyar bikin, li wan guhdar bikin û pirsgirêkên wan çareser bikin. Ji ber piranî kesên hişbiran dibin, li gel wan pirsgirêkên derûnî hene. Li aliyekî din jî heke hate dîtin welatî hişbiran dibin û difiroşin divê aliyên têkildar agahdar bikin."

(fr)

ANHA