Li Bexdayê bi sedan kes li dijî encamên hilbijartinan li qadan bûn

Bi sedan xwepêşander li dijî encamên hilbijartinê kombûn û berê xwe dan Herêma Kesk a Bexdayê. Hat gotin hêzek zêde ya ewlehiyê jî dor li herêmê girtiye.

Li Bexdayê bi sedan kes li dijî encamên hilbijartinan li qadan bûn
19 cotmeh, 2021   14:37
NAVENDA NÛÇEAYN

Nûçegihanê Rojnews’ê li Bexda ragihand hejmarek zêde ya xwepêşanderan li dijî encama hilbijartina parlementoya Iraqê berê xwe dan Herêma Kesk a Bexdayê. Her wiha hêzek zêde ya ewlehiyê jî li dora herêmê hatiye belavkirin.