Di civîna Athenayê de binpêkirinên Tirkiyê li Deryaya Spî hatin şermezarkirin

Serokwezîrê Yewnanistanê piştî civîna sêalî ya li Athenayê civîna çapemeniyê li dar xist, tê de piştrast kir ku Yewnanistan, Misir û Qibris binpêkirinên dewleta Tirk li rojhilatê Deryaya Spî şermezar dikin.

Di civîna Athenayê de binpêkirinên Tirkiyê li Deryaya Spî hatin şermezarkirin
19 cotmeh, 2021   12:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis piştrast kir ku welatê wî tevî Misir û Qibrisê binpêkirinên dewleta Tirk ên li rojhilatê Deryaya Spî, şermezar dikin.

Mitsotakis got: "Lidarxistina hilbijartinan li Lîbyayê bêyî taloqkirin, gaveke mezin ber bi îstiqrarê ve ye."

Mitsotakis her wiha teqez kir ku Yewnanistan, Misir û Qibrisê piştgiriya aramiya li Efganistanê kir. Her wiha pesna rola Misirê di doza aloziya koçberan de kir.

Der barê keşfkirina gazê de, Mitsotakis got: "Misir dikare li Deryaya Spî bibe çavkaniya enerjiyê."

Di heman demê de Mitsotakis diyar kir ku Misirê dikare di dosyeya ewlehiya enerjiyê li Ewropayê de jî rol bilîze.

Hêjayî gotinê ye civîna yekemîn a her sê welatan di Mijdara 2014`an de li Qahîreyê hatibû lidarxistin.

(dx)ش