Li Bexdayê xwepêşandêr ber bi Herêma Kesk ve dimeşin

Xwepêşandêrên ku li dijî encamên hilbijartinên parlamentoyê yên Iraqê kom bûbûn, ber bi Herêma Kesk a Bexdayê ve dimeşin.

Li Bexdayê xwepêşandêr ber bi Herêma Kesk ve dimeşin
19 cotmeh, 2021   12:37
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî ku Rojnewsê ragihandiye, bi hezaran xwepêşandêr li dijî encamên hilbijartinên parlamentoyê yên Iraqê xwepêşandanan li dar dixin û ber bi Herêma Kesk a Bexdayê ve dimeşin. Hate zanîn ku hêzeke zêde ya ewlehiyê jî li dora herêmê hatiye bicihkirin.

Piştî ku Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê encamên dawîn ên hilbijartinên pêşwext eşkere kirin, li Bexda, Besra, Zîqar, Diyale û Nînewayê li dijî encamên hilbijartinê xwepêşandanan dest pê kir.