Li herêmê 355 kesên din bi covid-19 ketin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku li herêmê 355 kesên din bi Koronayê ketine, her wiha 13 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li herêmê 355 kesên din bi covid-19 ketin
19 cotmeh, 2021   12:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku kesên jiyana xwe ji dest daye, mêr û du jin ji Hesekê, mêrek ji Qamişlo, jinek ji Dêrikê, mêrek ji Dirbêsiyê, 3 mêr û jinek ji Reqayê, jinek û mêrek ji Tebqayê û jinek ji Minbicê ne.

Her wiha destnîşan kir ku li herêmê 355 kesên din bi Koronayê ketine ew jî 223 mêr û 132 jin in.

(cx)

ANHA