Çalakiya konvedanê ya li Sêmalkayê berdewam e

Çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalkayê 15 roj e berdewam dike. Şênî, nûnerên saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî serdana konê çalakiyê dikin.

Çalakiya konvedanê ya li Sêmalkayê berdewam e
19 cotmeh, 2021   12:17
QAMIŞLO

Bi sedan endamên Yekitiya Karkeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro serdana konê çalakiya konvedanê ya li Sêmalkayê kir.

Karker li qada dergehê kom bûn. Di çalakiya karkeran de hevserokê Yekitiya Karkeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêro Mihemed Şêro axivî û got: “Di demekê de ku tevgera Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê di pêvajoyeke hesas re derbas dibe û di oxira Kurdistanê de şehîdan dide, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hevkariya dewleta Tirk dike û bi vê yekê xiyanetê li van fedakarî û destkeftiyan dike.”

/ar/uploads/files/2021/10/19/113305_2021-10-19-drk-kone-calekiye-roja-15-li-semalka-e280ab283932211829e280ac-e280abe280ac.webp

Şêro destnîşan kir ku êrişên PDK`ê yên li dijî gerîla li hember gelê Kurd xiyaneteke mezin e, ji ber ku gerîla Hewlêr, Kerkûk û herêmên Başûrê Kurdistanê ji DAIŞ`ê parastin. Şêro israra PDK`ê ya li ser radestnekirina cenazeyên şehîd Tolhildan û şehîd Serdem şermezar kir û got: “Ev yek li dijî qanûn û rêgezên mirovahiyê ye û li hember gelê Kurd îxanet e.”

Her wiha Şêro bang li hêzên kurdistanî û yên nîştimanî kir ku fişarê li PDK`ê bikin da ku dev ji siyasetên xwe yên dijminane yên li dijî tevgera azadiyê û Kurdan berde.

Hate zanîn ku sibe Sendîkaya Endezyaran a Herêma Cizîrê dê tev li çalakiyê bibe ku Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê ji 5`ê Cotmehê ve li dar dixe.

(şx)

ANHA