​​​​​​​Di salvegera 4`emîn a rizgarkirinê de; Reqa spartgeha ewel ya hemû Sûriyan e

Bi hezeran mal, bi sedan avahî û bi dehan pire, binesaziyeke baş û av, kehrebe bi rêjeya ji sedî 65, bi dehan proje û zêdetirî 100 kargeh li bajarê Reqayê hene, ku beriya 4 salan bajar bi temamî hatibû rûxandin. Bajarê Reqayê yê ku hemû planên hundirîn û derve bi bin xist û jinûve bi saya gelê xwe û hevgirtina wan bi Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê re li ser piyan sekinî.

​​​​​​​Di salvegera 4`emîn a rizgarkirinê de; Reqa spartgeha ewel ya hemû Sûriyan e
19 cotmeh, 2021   00:45
REQA – XALID EL-CÛMA - EHEMD EL-ESAF

Piştî ku bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin, dezgehên çapemeniyê yên derve û herêmî li gorî nûçegihanên xwe ragihand ku ji ber hilweşandina Ii Reqayê tu kes nikare lê bijî. Lê şêniyên bajêr xwedî nêrîneke din bûn. Çawa rizgarkirina bajar hate ragihandin yekser bi karwanan li pêş deriyên têketina bajêr kom bûn da ku bajarê xwe jinûve ava bikin.

QSD`ê di 17`ê Cotmeha 2017`an de û piştî şerekî dijwar ku 166 rojan dewam kir, Reqa rizgar kir. Di encama wî şerî de şervanên QSD`ê bajarê Reqayê bi temamî rizgar kir û di 20`ê Cotmeha 2017`an serkeftin ragihand.

Di vê dosyayê de em ê behsa van xalan bikin; geşedanên ku di 4 salên borî di hemû aliyan de li bajar rû dane, piştî ku Reqa peytexta xîlafetê ya DAIŞ`ê bû çawa niha bûye spartegehek bi ewle û çawa şêniyên wê destek dan Meclisa Sivîl a Reqayê û bi hevre xebitîn da ku bajarê xwe jinûve ava bikin.

Îro û piştî ku 4 sal di ser rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê derbas bûn, tevgereke xebatên jinûve avakirinê hene û di hemû aliyên bazirganî, pîşesazî û xizmetguzarî de renosansek heye. Niha Reqa bûye cihekî bi ewle ji bo deh hezeran koçberên ku ji ber topbaranê û mirinê ji herêmên din ên Sûriyê reviyane.

Li gorî serjimariya Meclisa Sivîl a Reqayê ya sala 2020`an, hejmara niştecihên bajêr 785 hezar kes e, ya koçberên li kampên birêxistinkirî û kampên din ên bêserûber û koçberên di malên li bajarê Reqayê de jî nêzî 81 hezar koçberên ji herêmên cûda yên Sûriyê ne.

DESTPÊKA XEBATÊ PIŞTÎ RIZGARKIRINA BAJÊR

Meclisa Sivîl a Reqayê ji navenda bajar dest pê kir. Rêjeya hilweşandinê gihaşt nêzî ji sedî 90 û binesazî jî ji sedî sed bû, kehrebe, ava, kenalîzasyon jî hemû ji xizmetê derketibûn. Her wiha bendên axê û blokên çemento belav bûbûn û hemû rêyên şaxî û giştî li taxên bajêr girtibûn. 

Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo hêsankirina tevgera xebatkar û erebeyan dest bi rakirina bendên axê ji rêyên giştî kir.

Mezintirîn astengiyên li pêşiya Meclisa Sivîl a Reqayê mayîn bûn, ku çeteyên DAIŞ`ê di hundirê bajar de û di nava gelek zeviyên li derdora bajar de çandibûn. Lê tîma bêbandorkirina mayînan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hemû hêza xwe hemû mayîn bê bandor kir.

PEYADKIRINA RAAMÎ Û EWLEHIYÊ

/kr/uploads/files/2021/10/18/204241_1.webp

Piştî rizgarkirina Reqayê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn seranserê herêmê bi ewle kir da ku şênî derbasê bibin. Rola Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 4 salên borî de pir mezin bû.

Ji rêveberên Endiziyariya Mayînan Yûsif El-Omer got, di hundirê bajarê Reqayê û gundewarên wê de zêdetirî 14 hezar û 874 mayîn û bombe hatin bêbandorkirin, zêdetirî 70 hezar û 729 mayîn û kemberên teqemenî jî hatin bêbandorkirin, her wiha tîma rakirina mayînan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn hemû mayîn bêbandor kir da ku tevgera avakirinê li pêşiya Meclisa Sivîl a Reqayê hêsan bibe.

Dema ku çeteyên DAIŞ`ê bajarê Reqayê dagir kiribûn, gelek gorên komî li gundewarên wê ava kirim. Praniya wan goran jî yên sivîlên ku hatibûn kuştin û hejmareke mezin jî yên çeteyên DAIŞ`ê bûn ku beriya rizgarkirian bajêr di navbera wan de şer derketibû û hev kuştibûn.

Piştî ku bajarê Reqayê hate rizgarkirina Tîma Destwerdana Destpêkê di 9`ê Çileya 2018`an de hate damezirandin. Tîm ji 5 beşan pêk dihat "Tîma agirkujiyê, tîma ambulans, tîma melevanan, tîma tiba şerî (rakirina cenazeyan) û tîma rakirina bermahiyan."

Tîma Destwerdana Destpêkê yek ji tîmên girîng e yên li herêma Reqayê hatin avakirin. Piştî ku bajarê Reqayê ji aliyê şervanên QSD`ê ve ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin, tîm hate damezirandin. Tîm di hemû rewşên awarte de destwerdanê dike û alîkariyê dide sivîlan, her wiha di dîtina gorên komî yên qurbaniyên çeteyên DAIŞ`ê de, roleke girîng dilîze.

/kr/uploads/files/2021/10/18/204221_-..-2.webp

Gerîndeyê Tîma Destwerdana Destpêkê Yasir El-Xemîs ji ANHA`yê re wiha axivî: "Heta niha me 34 gorên komî dîtine. Em li ser 28 goran ji wan xebitîne. 6 hezar û 100 cenaze ji wan ji bajarê Reqayê û gundewarên wê hatin derxistin û tenê 700 cenaze bi rêya malbatên wan hatin naskirin."

Yasir El-Xemîs diyar kir ku tîma rakirina cenazeyan dê derbasî perwerdeyê bibe û ji aliyê tîmeke ji Arjantînê ve derbarê çawaniya danûstandina bi cenazeyan re û çawaniya naskirina wan bi rêya DNA`yê, werin perwerdekirin. Ji ber ku sicilên windahiyên pir mezin e û soz hene ku alaveke DNA di demên pêşde ji me re were pêşkêşkirin.

GIRÎNGTIRÎN PROJEYÊN XIZMETGUZARIYÊ YÊN PIŞTÎ RIZGARKIRINA BAJÊR

Tê zanîn ku bajarê Reqayê bi awayekî zêde ji şer zerar dîtiye. Lê ji ber hêsankirinên ku Meclisa Sivîl a Reqayê ji şêniyên bajar re pêşkêş dike tevgereke avakirinê ya mezin li bajêr çêbûye û gelek projeyên ku rewşa xizmetguzariyê li herêmê baş kiriye, pêk anî.

/kr/uploads/files/2021/10/18/204130_-.webp

Têkildarî mijarê hevserokê Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Reqayê Ehmed El-Xidir ji ANHA`yê re wiha aixivî: "Ji destpêka ku bajar hate rizgarkirin, xebatê me yên girîng rakirina bermahiyan û derxistina wan û vekirina kolanan bû. Zêdetirî 5 milyon m3 ji bermahiyan hate derxistin. Toreyên avê hatin sererastkirin ji ber ku av çavkaniya sereke ya jiyanê ye û îro ava vexwarinê gihaştiye hemû taxên bajarê Reqa û gundewarên wê."

 Ehmed El-Xidir wiha pê de çû: "Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan ji nava 60 pireyên ku hatibûn hilweşadin, 12 pire li bajarê Reqa û gundewarên wê sererast kir. Pireya herî girîng jî pireya Reqa ya kevin e ku gundewarên başûr û bajarê Reqayê bi hev girê dide û ji aliyê Meclisa Sivîl a Reqayê hate sererastkirin."

Meclisa Sivîl a Reqayê her wiha gelek rêyên li gundewarên Reqayê sererast kirin, hemû kolanên giştî yên bajarê Reqayê û hin rêyên şaxî her wiha rêyên ber bi gundewarên bakur û rojava ve qîr kirin.

Ji bo peydakirina xizmetan ji şêniyên Reqayê re Meclisa Sivîl a Reqayê 15 şaredarî li gundewarê wê vekirin, alavên paqijkirinê û xizmetê pêşkêşî wan kirin û nivîsgehên teknîkî di her şaredariyekê de ava kirin.

Ehmed El-Xidir di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Me dayîreya kenalîzasyonê li bajarê Reqayê ava kir. Erka wê jî ew e ku toreyên kenalîzasyonên li bajar bi giştî bişopîne û toreyên ku xira bûne sererast bike. Her wiha dayîreya ekolojîk jî hate avakirin û erka wê ew e ku bi park û darên ku nava di rêyan de hatine çandin mijûl bibe û daran biçîne."

Komîteya Rêveberiya Herêmî 12 parkên sereke li bajarê Reqayê û 75 parkên şaxî di nava 4 salên borî de sererast kir.

Meclisa Sivîl a Reqayê çerxerêya El-Neîm ji qadeke serjêkirinê veguherand qada azadiyê û dema roj diçe ava şênî û zarok berê xwe didin çerxerêyê.

Ehmed El-Xidir got rêjeya gihaştina kehrebeyê ji şêniyên bajarê Reqayê ji sedî 75 e ku di demên berê de bi temamî hatibû qutkirin, toreyên kehrebeyê li bajêr zerareke mezin dîbitûn û niha li gundewaran bi temamî kehrebe heye.

Şaredariya Gel a bajarê Reqayê hemû kolanên sereke di bajar de ronî kir da ku qezayên trafîkê çênebin û di şev de rengekî xweşikbûnê bide bajar.

Ehmed El-Xidir wiha dawî li axaftina xwe anî: "Me hezar û 230 ruxsetên nû yên lêkirinê dan, hezar û 122 avahî bi temamî hatibûn hilweşandin, 5 hezar û 390 ruxsetên karkirinê ji bo xwediyên dikanên bazirgaiyê li bajarê Reqayê hatin dayîn."

PERWERDE

Ji girîngtirîn xebatên Meclisa Sivîl a Reqayê piştî rakirina bermahî û bedên axê, perwerde bû. Komîteya Perwerdeyê piştî qutbûna zêdetirî 5 salan, jinûve dest bi xebatên perwerdeyê kir. Meclisê di aliyê perwerdeyê destkeftiyeke mezin bidest xist. Ji sala yekemîn a piştî rizgarkirinê ve, dibistan li bajarê Reqayê û gundewarên wê vekirin. 

Hejmara dibistanan li bajarê Reqq û gundewarên wê gihaşt 400 dibistan. Zêdetirî 16 hezar xwendekarên seretayî, navîn û amadehî û 4 hezar û 420 mamoste li wan dibistanan hene. 90 dibistan bi temamî û 201 dibistan bi awayekî beşî hatin sererastkirin.

Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê dewreyên perwerdeyê ji mamosteyên li bajarê Reqa û gundewarê wê re vekir da ku wan pêş bixe, her wiha li Reqayê û gundewarên wê planên nû ji bo perwerdeyê danîn.

Pandemiya Koronayê bi awayekî giştî bandor li perwerdeyê li tevahî cîhanê kir. Reqa jî ji ber wê rewşê zirar dît. Hemû dibistan hatin girtin lê xebatên perwerdeyê li bajarê Reqayê tevî hemû zehmetiyên jî dewam kir û serkeftineke mezin bidest xist.

Desteya Perwerdeyê îsal Zanîngeha El-Şerq li bajarê Reqayê û gundewarên wê vekir. Deriyê qeydkirinê li pêşiya xwendekaran vekir û tê payîn ku di rojên pêş de dewama xwendekaran li zanîngehê dest pê bike.

TENDURISTÎ

Têkildarî qada tenduristiyê jî pêşketinek mezin û bilez çêbû, gelek nexweşxaneyên taybet û giştî hatin vekirin, ya herî girîng Nexweşxaneya Wetanî ye ku ya herîmezin li bajar e. Ev nexweşxane 24 saetan dixebite.

Nexweşxaneya Wetanî ya Reqa ji gelek beşan pêk tê, hundirîn, şewat, beşê awarte, destwerdana lezgîn û gurçik. Her wiha bê pere nexweşxaneyên laşmaniya derzî dike û zarokan aşle dike.

Li bajarê Reqayê 3 nexweşxaneyên giştî hene; Nexweşxaneya Wetanî, Nexweşxaneya Jin û Zarokan, Nexweşxaneya Hîlal. Ev nexweşxane hemû bê pere xizmetê pêşkêş dike.

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê alava  CT (Tebqî Mihwerî) anî ku li herêmê pir kêm in. Her wiha beşê radyografiyê û taqîgeheke giştî ya navendî vekir ku bê pere xizmetê pêşkêşî şêniyên Reqa û gundewarê wê dike.

Bi alîkariya Meclisa Sivîl a Reqayê 7 nexweşxaneyên taybet hatine vekirin, her wha 27 navendên tenduristiyê li bajar û gundewarê Reqayê hatine vekirin.

Ji zehmetiyên ku Komîteya Tenduristiyê pê re rû bi rû dimîne, vîrusa koronayê ye. Lê komîteyê li hemberî vê pandemiyê gelek tedîbr girtin û gelek xebatan dimeşîne, ji wan;  dema qedexeya giştî de kolanên sereke û yên şaxê dezenfekte dike. Her wiha navendeke karantînayê ji nexweşên koronayê re vekir û alîkariyê dide wan.

ÇANDINÎ Û ABORÎ

Şêniyên Reqayê bi piranî debara xwe bi çandiniyê dikin. Di 4 salên dawî de di aliyê qada çandiniyê de û berhemên wê de pêşketineke mezin hebû. Ev pêşketin encamên xebatên Komîteya Çandiniyê ye ji sererastkirina kenalên avêdanê û pompên avê ne.

Dewleta Tirk di aliyê aborî de şerê herêmê dike, rêjeya ava çemê Firatê ku tê Sûriyê û Iraqê ji 500 metrekab di saniyekê de daxist 200 metrekab di saniyekê de. Ev yek di sala borî de bandoreke neyinî li çandiniyê kir.

L bajarê Reqayê tevgereke mezin a aborî heye. Zêdetirî 100 kargeh hatin vekirin, mîna kargeha ava vexwarin, plastîk, madeyên paqijiyê û hwd..

Dema dagirkirina DAIŞ'ê li herêmê, hemû kargehên mezin mîna kargeha şekir û pembo talan kirin û şandin Tirkiyê.

TÊKILIYÊN TIRKIYÊ BI DAIŞ'Ê RE

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, dewleta Tirk destwerdan li karûbarên Sûriyê kir û ji cîhanê re dida îdia dikir ku dixwaze alîkariya gelê Sûriyê bike. Lê ji bo pêkanîna berjwendiyên xwe û zindîkirina projeya osmanî destwerdan, ji wê zêdetir gelek herêm dagir kirin û gefên dagirkirina herêmên din dixwe.

Dewleta Tirk a dagirker çeteyên DAIŞ'ê derbasî Sûriyê û Iraqê kir û di hemû qadan de destek da çeteyan, xwarin û derman pêşkêşî wan dikir, her wiha çeteyên birîndar li nexweşxaneyên xwe derman dikir. Gelek belge derketin ku destekdayîna dewleta Tirk bi DAIŞ'ê re piştrast dikin, ji wan dewleta Tirk petrol Sûriyê ji çeteyên DAIŞ'ê dikir, dema ku herêm dagirkiribûn.

/kr/uploads/files/2021/10/18/204149_-.webp

Têkildarî mijarê, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Sivîl a Reqayê Hesen Mistefa got: "Rizgarkirina Reqa mîna derbeyeke mezin li dijî DAIŞ'ê û dewleta Tirk bû. Ji ber ku di dirêjahiya hebûna DAIŞ li herêmê dewleta Tirk piştevanê wê yê sereke bû."

Mistefa diyar kir ku bajarê Reqayê piştî rizgarkirina ji hemû sûriyan bû spartgeha.

Mistefa da zanîn ku dewleta Tirk destekê dide çeteyên DAIŞ'ê, peymanên bazirganiyê pê re îmze dike, Tirkiyê petrol Sûriyê dibe û desteka lojîstîk û leşkerî pêşkêşî DAIŞ'ê dike.

Hesen Mistefa destnîşan kir ku destkeftiyên Meclisa Sivîl a Reqayê û projeyên ku li herêmê têne vekirin encamên keda şehîdên QSD'ê û hevgirtina şêniyên Reqa bi meclisa sivîl re ye.

Hesen Mistefa di dawiya axaftina xwe de got: "Meclisa Sivîl a Reqayê di pêşkêşkirina xizmetan de berdewam e, em ê bi hemû hêza xwe bixebitin heya ku bajarê Reqayê ji berê baştir bibe."

Ji hemû aliyan ve ambargoyeke giran li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye, li aliyekî din gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker berdewam in. Ev hemû di nava bêdengiyeke navneteweyî de têne kirin. Ji wê zêdetir, piştî girtina deriyê Til Koçer li pêşiya alîkariyên mirovî rewşa aborî ya dijwar bûye.

(bx)

ANHA