Heyva Sor a Kurd: Divê şênî xwe ji pêla çaremîn a Koronayê biparêzin

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara pêketî û miriyan a ji ber Koronayê (Covid-19) zêde dibe. Dr. Ciwan Hemê diyar kir ku êdî zarok bêhtir pê dikevin û nexweşiyê derbasî malê dikin û got: “Divê gel xwe, bi xwe biparêze.”

Heyva Sor a Kurd: Divê şênî xwe ji pêla çaremîn a Koronayê biparêzin
19 cotmeh, 2021   06:00
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ

Hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê roj bi roj zêde dibin, pê re jî hejmara miriyan jî zêde dibe.

Endamê Odeya Emeliyatan ya Heyva Sor a Kurd Dr.Ciwan Hemê derbarê xeterî û pêşîgirtina li pêla çaremîn a vîrusa Koronayê ji ajansa me re axivî.

Ciwan Hemê diyar kir ku ji ber pêla çaremîn a Koronayê zû belav dibe, êdî zarok jî pê dikevin. Di heman demê de mirovên 38-48 salî jî bi vîrusê jiyana xwe ji dest didin.

`ZAROK Û CIWAN VÎRUSÊ DERBASÎ MALÊ DIKIN`

Ciwan Hemê derstnîşan kir ku zarok ji dibistanê vîrûsê derbasî malên xwe dike û wiha dewam kir: “Di malbatê de jî mirovên temenmezin hene, wê demê xeterî li ser kesên temenmezin çêdibe. Erê bandora vîrûsê heta astekê li ser zarokan heye lê ne mîna bandora li ser mirovên temenmezin e.”

Li gorî Heyva Sor a Kurd, hejmara testên ku ji kesên jêrî 18 saliyê re ji Tebaxê-Cotmeha 2021`an ve hatine çêkirin hezar û 265 e; testê 511 zarokan erênî derketine, jê 55 zarok temenê wan jêrî 12 salî ye û 20 pêketî temenê wan jêrî 10 salî ye.

Ciwan Hemê da zanîn ku divê kesên temenê mezin hay ji tenduristiya xwe hebin ji ber nexweşiyên wan pir in û dê bandoreke giran li wan bike û wiha got: “Kesên temenê mezin ji mal zêde dernakevin, lê bi rêya endamên malê pê dikevin. Ciwan an zarok vîrusê ji kar û dibistana xwe tînin û derbasî malê dikin. Wê demê ew dibin sedem ku endamên malbatên wan jiyana xwe ji dest bidin.”

`GEL DERENG ALÎKARIYA TENDURISTÎ DIXWAZE`

Ciwan Hemê di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku hişmendiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di aliyê tenduristiyê de lawaz e û wiha lê zêde kir: “Tenê dema digihêje asta mirinê berê xwe didin nexweşxanyên taybet ên Covid-19, ji ber vê yekê li nexweşxanyan jiyana xwe ji dest didin. Nexweşî dijwar e û alîkariya tenduristiyê dereng tê xwestin.”

`BILA GEL XWE, BI XWE BIPARÊZE`

Ciwan Hemê destnîşan kir ku li hemû dewletên cîhanê ji bo rêgirtina li vîrusa Koronayê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin, lê niha ji bo rewşa aborî biryara qedexeyê êdî zehmet bûye û wiha got: “Tişta yekem ku mirov ji nexweşiya vîrusa Koronayê diparêze mask e, ya din divê mirov bi qasî metre û nîvekê di navbera xwe û kesekî din de bihêle.”

Hemê da zanîn ku divê mirov rewşa xwe ya tenduristî bişopîne û wiha şîrove kir: “Heke testa vîrusa koronayê erênî derket divê 14 rojan mirov di karantînayê de bimîne, temenê vîrusê 10 roj in; piştî 10 rojan bê bandor dibe. Piştre divê mirov 4 rojan xwe bişopîne heke nîşaneyên Koronayê neman, wê demê mirov ji vîrusa koronayê rehet dibe. Di roja 15`an de mirov dikare ji karantînayê derkeve.”

Endamê Odeya Emeliyata ya Heyva Sor a Kurd Dr.Ciwan Hemê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê gel xwe ji komcivîn û civînan dûr bixe, li hêviya rêveberiyê nemînin da ku hişyarê bidin ev biryara biryarên kesayetî ne.”

Li gorî bîlançoya Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya herî dawî hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê 483 kes in, her wiha hejmara kesên ku ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest daye 26 kes bûn.

ANHA