Li Helebê sînevîzyonek li ser berxwedana gerîla hate pêşandan

Bi diruşma "Werin cenga azadiyê " Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê sînevîzyonek li ser berxwedan gerîla li taxa Şêxmeqsûdê pêşan da.

Li Helebê sînevîzyonek li ser berxwedana gerîla hate pêşandan
18 cotmeh, 2021   17:47
HELEB

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi armanca piştgiriya berxwedana gerîlayên azadiyê yên li hemberî êrişên qirkirin û dagirkirinê yên dewleta Tirk, sînevîzyonek pêşanda.

/ar/uploads/files/2021/10/18/171700_2021-10-18-heleb-sinevizyon-derbari-berxwedana-gerila-28129.webp

Sînevîzyon bi beşdariya bi dehan ciwan û şêniyên taxa Şêxmeqsûd li pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a li beşa rojavayê taxê hate pêşandan.

Di sînevîzyonê de dîmenên çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Star ên li dijî artêşa Tirk a dagirker, berxwedana gerîla li Girê Zendûra û hin wêneyên gerîla yên li eniyên berxwedan hatin pêşandan.

Piştî sînevîzeyonê, şêniyên diruşmên silavkirina berxwedana gerîla berz kirin.

(fr)

ANHA