Colin Powell bi virusa koronayê mir

Wezîrê Berê yê Karên Derve yê Amerîkayê Colin Powell di 84 saliya xwe de ji ber virusa koronayê mir.

Colin Powell bi virusa koronayê mir
18 cotmeh, 2021   15:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Malbata Colin Powell li ser medya dijîtal bi daxuyaniyanek ragihand, Colin Powell di 84 saliya xwe de li Nexweşxaneya Walter Reed a bonliyoya Washingtonê ji ber virusa koronayê miriye.

Colin Powell di navbera salên 1989-1993’an de serfermandarê hêzên leşkerî yên Amerîkayê bû, di navbera salên 2001-2005’an de jî erka wezîrê karê derve kiriye.

Di dîroka Amerîkayê de cara yekem Colin Powell wek çerm reşek ji bo van erkan hatibû erkdar kirin.