Hêzên Ewlekariya Hundirîn 22 DAIŞ'î li Dêrazorê girtin

Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di operasyoneke ewlehiyê de 22 DAIŞ'î li gundewarê rojhilatê Dêrazorê girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn 22 DAIŞ'î li Dêrazorê girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn 22 DAIŞ'î li Dêrazorê girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn 22 DAIŞ'î li Dêrazorê girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn 22 DAIŞ'î li Dêrazorê girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn 22 DAIŞ'î li Dêrazorê girtin
18 cotmeh, 2021   15:53
DÊRAZOR

Ji ber teqîn û sûiqestkirina karmendên saziyên sivîl û leşkerî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn operasyoneke ewlehiyê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê  li dar xist. Di encamê de şaneyeke DAIŞ'ê hate girtin ku ji 22 çeteyan pêk dihat.

Têkildarî operasyonê, endamê rêveber ê Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Beşar Saib got: "Piştî operasyona şopandin û lêgerînê ya ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve, cihê endamên şaneyê hate naskirin. Ev şande li herêma Riz a gundewarê rojhilatê Dêrazorê ye."

Saib destnîşan kir ku endamên şaneya terorîst  li herêmê xwe di malan de vedişartin, her yek peywirek girtiye.

Beşar Saib got: "Piraniya endamên şandeyê berpirsên sûîqastkirina berpirsiyaran, bicihkirina mayînan, peydakirina pêwîstiyên lojîstîk ji endamên şaneyê re ne."

Saib her wiha got: "Bi koordîneya Koalîsyona Navneteweyî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn herêm dorpêç kir û operasyona lêgerînê da destpêkirin. Di çarçoveya koordîne û xebateke bi baldarî ji aliyê  HAT ve endamên şaneya terorîst hatin girtin û herêma Riz ji şaneyan hate paqijkirin."

Beşar Saib diyar kir ku operasyonên wan ên li dijî terorê berdewam in.

ANHA